Bi çêkirina bendavan re li ser gel travma tê çêkirin

Desteya Koordînasyona Bajêr a Êlihê ya TMMOB’ê nerazîbûn nîşanî HES’a li ser Çemê Zorê da û got, “Bi van bendav û santralên hîdroelektrîkê re wê li ser gel travmayên sosyo-ekonomîk û sosyo-kulturel pêk were.”

Desteya Koordînasyona Bajêr a Êlihê ya TMMOB’ê derbarê santrala hîdroelektrîkê ya ku wê li ser Çemê Zorê were çêkirin daxuyaniyek da çapemeniyê. Meclîsa Giştî ya Bajêr a Êlihê biryar dabû ku li ser Çemê Zorê ya di navbera gundê Herîvê ya Sasonê û gundê Xweşika ya Pasûra Amedê santrala hîdroelektrîkê were çêkirin.

Endamên odeyên TMMOB’ê û Berdevkê Hewldana Parastina Heskîfê Ridvan Ayhan tevlî daxuyaniyê bû.

Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajêr a TMMOB’ê Ahmet Bulent Tetkîk daxuyaniya çapemeniyê xwend û rapora ÇED’ê ya di sala 2014’an de bi bîr xist. Tetkîk got ku, “Di destpêkê de bi hincetên ekolojîk, sîsmîk, hîdrolojîk Desteya Giştî ya Bajêr ev rapor red kiribû. Piştî serlêdana Walîtiya Êlihê Meclîsa Giştî ya Bajêr a Êlihê di 19’ê Mijdara 2020’an de pesend kir. Ji ber ku debara vê herêmê xwe dispêre çandinî, rezvanî û xwedîkirina heywanan, wê ev bendav li ser herêmê bandoreke mezin a neyînî çêbike. Dibe ku li herêmê careke din koç pêk were. Herêma Sasonê di asta yekemîn de herêma erdhejê ye, divê ev tişt jî li ber çavan were girtin. Heke ev bendava hîdroelektrîk çêbibe wê gel ji neçarî koç bike. Wê li ser gel travmayên sosyo-ekonomîk û sosyo-kulturel pêk were.”

Tekîk diyar kir ku wê TMMOB xwedî li xwezayê derkeve.