Bi çavê rojnamegerekî xweser krîza Başûrê Kurdistanê...

Rojnamegerê xweser Sylvaîn Mercadîer ji rojnameya Orient XXI re krîza Başûrê Kurdistanê nivîsand.

Mercadîer bal kişande  ser avakirina hikûmeta nû ya ji hilbijartina Îlona 2018’an ve û diyar kir ku rêveberên siyasî yên li herêmê li cihê ku li saziyan reforman bikin mantiqê berê didomînin.

GORAN JÎ BÛ PARTIYA MALBATÎ

Analîza Mercadîer wiha ye;

“Bi hîleyan her çendî hilbijartin lewitî be jî, di hilbijartinên herêmî û giştî yên 2018’an yên hatin hilbijartin ji nû ve derketin ser dikê. Erbîl û Dihok weke fiîlî hê jî dibin desthilatdariya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) de ne, ku Barzanî serokatiya wê dike, Silêmanî jî di bin serweriya malbata Talabanî Yekîtiya Nîştimanî Kurdistan (YNK) de ye. Piştî fiyaskoya 2017’an prestîja partiyên desthilatdar ket lê carek din di sahneya siyaseta Iraq a Kurd e bûn aktorên kilît.

Li navxweyî gelek şikestin çêdibin û parvekirina desthilatdariyê ya ku li ser qlana malbatî tê pêkanîn. Hinek deman partiya Goran a ku weke hêviya demokratîk a rêya 3’emîn derketî jî tevlî vêya bû.”

Mercadîer bal kişande ser têgiha “qlan” a di nava PDK, YNK û Goran de desthilatdar û ji bo partiya Goran jî wiha got; “Di nav partiya Goran de jî di nava kurên damezrînerê partiyê de Neçîrvan Mûstafa heman aliyên malbatî derketin.”

DÎSA VEGERIYAN STATUKOYÊ

Mercadîer wiha didomîne;

Piştî muzakereyên demdirêj tê dîtin ku du partiyên desthilatdar (PDK û YNK) li ser parvekirina wezaretên stratejîk li hev kirine. Goran jî ji bo encamên zeyîf ên hilbijartinê di bin banê parlamentoya herêmê de bi PDK’ê re tifaqa taktikî tercîh kir. Saziyên herêmê ku ji van entrîkayan qurfbar bûyîn rolekî xirab dileyzin. KomîsyOna xweser û siyaseta edlî hema bêje bi peyvamên ne fermî ketin bin desthilatdariya van herdu partiyan. Bi vê re jî dîsa vegeriya statukaya berê. Ti hêviya ku li beramberî desthihatdariyê muxalefetek bê kirin nîne. Hikûmeta Herêma Kurdistanê di krîzekê de ye.”

BIJARTE SERKETIN LÊ TU PERSPEKFTÎFAN PÊŞKEŞ NAKIN

Mercadîer analîza xwe wiha bidawî dike:

“Li gel ku ji hêla aborî ve hin gavên baş hebin jî hê jî li ser herêma Kurdan taloke hene. Di rewşeke wiha ya jeopolîtîk de ya ku bi aramiyeke giran e, Kurdên elît dîsa bilind bûn û kontrola xwe xurt kirin lê ji bo civaka xwe ti perspektîfeke siyasî nadin.”