Bi 3 mînakan rastiya çeteyên PDK'ê

Di nava çeteyên PDK-AKP'ê de, ku êrîşî hêzên Êzidiyan ên li Xanesorê kirin, nasnameya tenê 3 ji wan nîşan dide ku li şûna 'pêşmerge' navê 'çete' li wan tê.

Îbrahîm Mihemmed Yûsûf bi navê li xwe kirî Dilovan Rûbarî, ku piştî ji nava PKK'ê reviya bû kontra û dilê wî hat xweşkirin, Sûniyê ji Şengalê Mesût Mûhammed ku tevî DAIŞ'ê Şengal dagir kir û Ahmet Salih ê ji Duhokê, ku tevî Serbest Bapîr Şengal di nava lepên DAIŞ'ê de hişt û reviya, tenê sê ji çeteyên bi hevkariya dewleta Tirk û PDK'ê di bin navê 'pêşmergeyên rojava' de li hev hatine civandin.

Van çeteyan ne tenê şervanên Êzidî yên li Xanesorê şehîd xistin, di heman demê de 2 gerîlayên ku dixwestin navbeynkariyê bikin, bi namerdî şehîd xistin. PDK û dewleta Tirk amadekariyên xwe didomînin, ku van çeteyan careke din bidin êrîşkirin.

Îbrahîm Mihemmed Yûsûf bi navê li xwe kirî Dilovan Rûbarî, weke serçete kar dike. Yûsûf di sala 1977'an de li gundê Rûbariya yê Dêrikê ji dayik bû. Ji sala 1994'an û pê ve li ser navê Tevgera Azadiyê ya Kurd li derdora Dêrikê xebitî. Navê Rizgar li xwe kiribû. Di dawiy salên 90'î de çû çiyê. Sal û nîvekê li nava gerîla ma û piştre bi jinekê re reviya Dêrikê. Ji ber ku nekarî li vir bimîne, li Qamişloyê li cem xwişka xwe xwe veşart. Li Qamişloyê tevî Mahmût Gergerî li ser navê PDK'ê xebitî. Di sala 2003'an de tevlî karê kontrakirina ciwanên Rojava bû, ku PDK'ê hingî di bin navê xwendinê de ciwan ji Rojava dibir Duhok û Zaxoyê û ew dikir kontra. Di sala 2011'an de dema bûyerên li Sûriyeyê dest pê kirin, PDK'ê ciwan û gerîlayên reviyan ên kirin kontra, di bin navê 'pêşmergeyên rojava' de anî gel hev. Xwediyê vê nêrînê û perwerdekarê wan jî Tirk bû. Di sala 2012'an de Dilovan Rûbarî derbasî Duhokê bû û payeyek jê re hat dayîn. Dilovan Rûbarî di sala 2014'an de ji bo endametiya Komîteya Navendî ya PDK-S a ji çar partiyan pêk tê, hat bicihkirin. Rûbarî niha weke fermandarê giştî Yê koma çete, alîkariyê ji Abdulkadir Şêx Meme re dike.

Arşîva wêneyan a Rûbarî jî nîşan dide bê çawa ji aliyê Barzanî û Osman Ocalan ve hatiye 'bi rûmetkirin' û di navendên Tirkan de perwerde dîtiye.

ENDAMÊ DAIŞ'Ê BÛ, NIHA JÎ ENDAMÊ PDK'Ê YE

Yek ji endamên çeteya PDK-AKP'ê jî Mesût Muhammed ê ji Şengalê ye. Di nava Şengaliyan de bi navê Muhenned tê naskirin. Mesût Mûhammed Sûniyekî ji Şengalê ye. Dema ku Şengal ji aliyê DAIŞ'ê ve ha dagirkirin, bi malbatî di nava DAIŞ'ê de cih girt. Heta ku DAIŞ li Şengalê bû, di nava DAIŞ'ê de gelek Êzidî kuşt, dest danî ser mal û milkên wan. Di dema pêngava rizgarkirina Şengalê de li gundê Rambûsî gava DAIŞ vekişiya, ket kemîna gerîla. Mûhammed di vê kemînê de birîndar bû. Bi ambûlansê rakirin Başûrê Kurdistanê. Piştî ku tedawiya wî qediya, tevlî çeteyên ji aliyê efserên Tirk ve hatin perwerdekirin hat kirin. Di 3'ê Adarê de, yek ji kesên li refên herî pêş êrîşî Xanesorê kirin, Mesût Mûhammed bû.

BI SERBEST RE REVIYA BÛ

Yek ji kesên ku êrîşî Xanesorê kirin, pêşî li gelê ji Dêrikê dixwest biçe Şengalê girtin û tiliya xwe li dayik û zarokan dihejandin Ekît Ahmet Salih bû. AHmet Salih, endamekî PDK'ê yê ji Duhokê ye, ku 60 salî ye. Dema ku DAIŞ'ê êrîşî Şengalêk ir, ew jî li Şengalê wezîfedar bû. Tevî Serbest Bapîr, ji pêşmergeyên li Şengalê re fermandarî dikir. Bi Serbest Bapîr re berê hêzên xwe da Duhokê. Payeyeke xwe ya bilind heye: Albay... Ew jî niha çeteyekî navê 'pêşmergeyê rojava' li xwe kiriye.

SEWQIYATA TIRKAN A BER BI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ VE

Artêşa Tirk duh danê sibehê bi gelek maşînên zirxî leşker veguhast herêma Sideqa ya Başûrê Kurdistanê.

Çavkaniyên herêmî agahî dan ANF'ê û ragihandin, artêşa Tirk danê vê sibehê gelek leşkerên xwe tevî 8 tankan derbasî herêma Sideqa ya Hewlêrê kir. Ev herêma navborî li ser sînorê Herêmên Parastinê yên Medyayê ye.

Heman çavkanî diyar kir, dikandarekî xwestiye wêne û dîmenê vê sewqiyatê bikişîne, lê hêzên PDK'ê bi lêdanê ew girtine binê çavan.

Dewleta Tirk ev demeke bi heman rengî hêzên xwe yên leşkerî derbasî Diyana dike. PDK'ê jî berî niha bi çend rojan hêzên xwe li herêmên Qesrê û Balayan ên li herêma Qendîlê bi cih kiribû.