BI DÎMEN

'Bêyî azadiya Rêber Apo nabe'

Gerîlayê PJAK’ê Sîpan Têkoşer û gerîlaya HPJ’ê Berçem Arîn, bang li ciwan û gelê Rojhilatê Kurdistanê kirin ku bi awayekî xurt beşdarî pêngava azadiyê bibin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in di nava sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê berxwedaneke bêhempa dimeşîne. Zêdetirî 42 meh in bi tu awayî agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin, gelek mafên wî tên binpêkirin û destûr nayê dayîn ligel malbat û parêzerê xwe hevdîtin pêk bîne. 

Li dijî vê bêhiqûqiyê û binpêkirina maf li seranserê cîhanê 61 siyasetmedar, hunermend, akademisyen û mafparêzên Fransî di 10 Cotmehê de pêngava navneteweyî bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya siyasî” dabûn destpêkirin. Ev pêngava ku belavî her derê cîhanê bû di qonaxa duyemîn de bi çalakiyên cur bi cur berdewam dike.

Gerîlayê Partiya Jiyana Azad a Rojhilatê Kurdistanê (PJAK) Sîpan Têkoşer û gerîlaya Hêzên Parastina Jin a Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) Berçem Arîn, têkildarê pêngava azadiyê ji ANF’ê re axivîn û ev bang kirin: “Pêwîste ku her jin û ciwanekî Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi hemû heza xwe ve beşdarî pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibin. Ji bo ku bikaribin li Rêberê mirovahiyê xwedî derkevin, pêwîste ku di hemû waran de kar û xebat bikin, têkoşîn bikin û li ber xwe bidin. Her wiha bê deng mayîna li hemberî her politîkayeke qirêj a rejîma Îranê, qebûl nekin. Li hemberî sêdareyan, bêdeng nemînin. Tevahiya jin, ciwan û civakên Îranê pêwîste ku bi yek deng û helwest li vîn, hebûn, nasname û li Rêberê xwe xwedî derkevin. Ev yek erkê me teva ne. Encax bi vî rengî em dikarin azadiyê bi dest bixin.”  

‘PÊWÎSTE EM WEKE JIN BI HEMÛ HÊZA XWE JI BO AZADIYA RÊBER APO BIKEVIN TEVGERÊ’ 

Gerîla Berçem Arîn, anî ziman ku armanca tecrîda ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tê pêkanîn, tunekirina gelê Kurd e û wiha got, “Ji ber ku Rêber Apo fikir û felsefeya xwe ji bo jin, gelê Kurd û gelên azadîxwaz ava kir û belavî cîhanê kir. Hêzên desthilatdar ji vê yekê tirsiyan û hê jî ditirsin. Ji bo ku ev felsefeya hê zêdetir berbelav nebe û mirovhî neghêje azadiyê, bi girankirina tecrîdê re dixwazin pêşî lê bigrin. Rêber Apo partîbûn, azadî û xwe bi rêxistinkirina ji bo azadiyê diyarî me jinan kir. Ji ber vê yekê em li beramberî Rêber Apo deyîndar in. Pêwîste ku em wek jin hê zêdetir bi hemû hêza xwe li Rêberê xwe xwedî derkevin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku azadiya me tevahî jinane, têkoşîn û xebata xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi hêztir bikin. Rêber Apo niha di zindana Îmraliyê de pêvajoyê bi rêve dibe. Bi sekn û têkoşîna xwe tecrîdê vala derdixe. Yê ku dihêle em weke jin li ser piyan bimînin û berxwedana xwe bi hêz bikin, Rêber Apo ye.”

‘DIVÊ EM ÊDÎ DENGÊ XWE BIKIN YEK Û LI DIJÎ TECRÎDÊ RABIN’

Gerîla Berçem Arîn, bal kişand ser rol û misyona jin û civaka Rojhilatê Kurdistan a di pêngava azadiyê de û wiha dom kir, “Em wek jin, ciwan û tevahiya civaka Rojhilatê Kurdistanê, pêwîste ku em êdî li hemberî vê tecrîdê bê deng nemînin. Pêwîste ku em vê tecrîda ku di şexsê Rêber Apo de li ser me tevan tê meşand, ji bo xwe bikin wesîleyeke serhildan û şoreşa li hemberî deshilatdariyê. Em çiqas bê deng bimînin, deshilatdarî ewqas bêhtir êrîşên xwe li dijî îrade û hebûna me dike. Nimûneyeke êrîşên ya herî berbiçav jî biryara sêdareya ya li ser Pexşan Ezîkî û Şerfe Muhemediye. Pêwîste ku em weke jin hêz û dengê xwe bikin yek û li hemberî van biryar û politîkayan rabin serhildanê û têbikoşin.”

‘PÊWÎSTE CIWAN LI HEMBERÎ POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET HIŞYAR BIN’

Gerîla Sîpan Têkoşer, bibîr xist ku beriya Tevgera Azadiyê rewşa gelê Kurd li ber tunebûnê bû û diyar kir ku derketina Tevgera Azadiyê ji bo gelê Kurd û gelên azadîxwaz bûye rêya rizgariyê. Gerîla Sîpan Têkoşer, anî ziman ku roja îro hêzên desthilatdar bi taybetî dewleta Tirk a mêtinger ji bo ku destketiyên gelê Kurd ji holê rakin, bi hemû hêza xwe êrîş dikin û wiha domand, “Bi taybetî li ser jin û ciwanan politîkayeke şerê taybet a pir dijwar da destpêkirin û hê jî berdewam dike. Bi rêya laş firoşî, fihûş, bikar anîna madeyên hişbir re, dixwaze ku jin û ciwana ji rê û jiyana azad dûr bixe, bê rûmet û bê îrade bike. Bi vê politîkayê ve dixwaze ku jin û ciwanan ji çanda civakê dûr bixe. Li hemberî vê yekê bê guman pêwîste ku jin û ciwan hişyar bin û nekevin nava xefkên dijmin. Bi taybetî ciwan pêwîste ku li hemberî vê qirkirina fîzîkî, derûnî û çandî, xwedî helwest bin û li hemberî vê yekê têkoşîna xwe bi hêz bikin.

‘DIVÊ JI SALA 1999’AN ZÊDETIR XWEDÎDERKETIN ÇÊBIBE’

Çawa ku jin, ciwan û tevahiya gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê di sala 1999’an de li Rêber Apo xwedî derketin. Pêwîste di roja îro de jî bi heman awayî û bi hêzeke hê mezintir li Rêberê xwe xwedî derkevin. Xwedî derketina jin û ciwanên Rojhilatê Kurdistanê ya li pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, xwedî derketina li vîn û îradeya azade. Ruhê berxwedanî û têkoşînê di nava gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de, di asteke jor de ye. Ev yek di dîrokê de hatiye teqez kirin. Ji ber vê yekê pêwîste ku îro carek din bi rengekî hê bi hêztir û bi yekîtiyeke hê berfirehtir a civakan ve serî rakirinên ku nayên çewisandin, werin pêk anîn.”