Rewşa dawî ya Yagiz û berxwedêrên li Başûr

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Nasir Yagiz ê li Nûnertiya HDP’ê di roja 105’an de dewam dike. Berxwedêrên greva birçîbûnê anîn ziman ku roj bi roj biryardariya wan zêde dibe.

Rewşa tenduristiya Nasir Yagiz giran dibe yê ku li Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêr a Başûrê Kurdistanê ku ev 105 roj in li dijî tecrîdê giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di grevê de ye. Tevî rewşa giran jî biryardariya wî dewam dike.

Yagiz ê ku nikare ji nav cihê xwe rabe, baş nema dibîne û baş nema dibihîse jî. Yagiz li gel ku zû hişyar dibe jî heta piştî nîvro nikare ji nav nivînan rabe. Piraniya dema wî di nava cih de derbas dibe û ji ber bêtaqetî û serêşiya zêde nikare zêde rûnê.

Pirsgirêkên tenduristî yên weke dil, mîde, serêşî û bêtaqetiyê her roja diçe girantir dibe. Roj bi roj dihele. Lê tevî vê yekê jî moral û îradeya wî pir xurt e. Biryardariya wî tevî giraniya rewşa wî pir xurt e.

FEDÎLE TOK BI MORAL Û BIRYAR E

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger a li Mexmûrê bi dewirgirtina koma 27’an di roja di roja 79’an de dewam bike.

Greva bêdawî û bêdorveger a endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fedîle Tok a li Mexmûrê jî kete roja 45’an. Tok diyar kir ku moral û coşa wê pir zêde ye, her wiha biryardariya wê jî roj bir roj xurt dibe. Pirsgirêkên tenduristiyê yên mîna serêşî, tansyon û dîsa gêşbûnê hinek din girantir bûne.

GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ BELAVÎ BAŞÛR BÛYE

Grevên birçîbûnê piştî Hewlêrê û Mexmûrê li gelek herêmên din ên Başûrê Kurdistanê bûne.

Li Kelarê endezyar Herêm Mehmûd 24'ê Sibatê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir. Greva Mehmûd di roja 10’an de ye.

Greva bêdawî û bidorveger a li Komeleya Karkerên Mezopotamya 14’ê Mijdara 2018’an jî hatibû destpêkirin di roja 82’an de dewam dike.