‘Berxwedaneke giştî wê Erdogan têk bibe’

Endamê Komîteya Demokratîk a Îslamê mele Saman Osman di xutbeya roja Înê de axivî û got,“Bê ku Nêçîrvan Barzanî behsa derketina PKK’ê ji Başûr bike, divê di destpêkê de hikûmeta başûr ew 20 baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê ji başûr derxîne.”

Bi bangewaziya Komîteya Baweriyan û Gelan a Tevgera Azadiyê bi pêşengtiya meleyên endamê Komîteya Demokratîk a Îslamê, xutbeyek li ser dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Kurdistan taybet jî li ser Efrîn û herêma Bradost ji gelê li Binarê Qendîlê re hate dayîn.

Di xutbeyê de endamê Komîteya Demokratîk a Îslamê, mele Saman Osman axifî û diyar kir ku ew kesên ku li hemberê dagirkeriya dewleta Tirk bêdeng dimînin bêdîn û bêîman in. Pêwîst e gelê çar parçe Kurdistanê taybet jî gelê herêma Başûrê Kurdistanê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a ku li ser Efrîn û Biradostê pêk hat, bêdeng nemînin. Di berdewamiya axaftina xwe de Saman diyar kir ku, “Erdogan xwe wek misilman nîşan dide û dibêje ‘Ez ji ber ew ê ku hûn afirandiye, ji we hez dikim’. Ev tişt ne rast e. Kesê ku jin, zarok, însanên bê sûc û gûneh qetil dike û dikuje, daran dişewitîne, xwezayê xerab dike,bi çeteyên hov ên wek DAÎŞ’ê, dijminê mirovahiyê yên ku jin û keçên Kurdan di sûkan de wek ajalan difirotin re bûye şîrik û hevkariya wan dike ew kes ne misilman e, ew kes fîrewîn û minafiq e. Divê gelê Başûrê Kurdistanê bi kesan bawer nebe.”

Her wiha mele Saman, bêdengiya hikumeta herêma Başûrê Kurdistan a li hemberê dagirkirina herêma Biradost rexne kir û got: “Ger ku îro herêma Biradost were dagirkirin, Qendîl were dagirkirin wê sibe Hewlêr jî were dagirkirin. Divê hikûmeta herêma başûrê Kurdistan taybet jî rêveberê hikûmetê ji bo hin meslehetê teng ên hizbî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser axa Kurdistan rewa nebînin. Ger ku îro hikumeta herêma Kurdistan hîn jî li ser piyan e, ew saya şêr û pilingên Qendîlê ye. Ew şêr û pilingên Qendîlê ji bo ax û namûsa Kurdan têdikoşin. Divê hikûmeta Başûrê Kurdistan nebe alîgirê dîktatorekî wek Erdogan. Çawa Nêçîrvan Barzanî derdikeve dibêje ‘Bila PKK ji Qendîlê derkeve’ ev axaftin xelet e. PKK hizbeke Kurdî ye, ne Tirk e, ji bo azadiya axa Kurdistanê têdikoşe. Lê hikûmeta Başûr piştgiriyê nade birayê xwe yê Kurd. Bêyî ku Nêçîrvan Barzanî behsa derketina PKK’ê ya ji başûr bike, divê di destpêkê de hikûmeta başûr ew 20 baregehên leşkerî yên dewleta Tirk ji başûrê Kurdistanê derxîne. Ew baregeh ji bo kê li başûrê Kurdistanê ye? Ma hikumeta herêma başûrê Kurdistanê referandûm ji bîr kir. Divê hikûmeta herêma başûrê Kurdistan dost û dijminê xwe baş nas bike.”

Herî dawî Saman bang li mamosteyên ayînî û meleyan kir ku, divê bikaranîna olî ve nebin şîrîkê Erdogan û li gorî rastiya dîn tevbigerin. Divê mele ne alîgirên zaliman, alîgirên mazlûman bin û ji bo civakeke exlaqî û rasteqîn rastiyê bibêjin û di nav gelê Kurd de yekîtiyê ava bikin.

Her wiha endamê Komîteya Demokratîk a Îslamê mele Îbrahîm Ebdullah jî di derbarê dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Kurdistanê taybet li ser dagirkirina başûrê Kurdistanê axivî û got: “Armanca dagirkirina dewleta Tirk a li ser herêma Biradost û zêdekirina baregehê xwe yê leşkerî li başûrê Kurdistan ew e ku, dewleta Tirk dixwaze destkeftiyên heyî yên ku ji başûr maye jî holê rake. Divê hemû Kurd li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û li hemberî dagirkeriya Erdogan têkoşîneke rasteqîn bimeşîne. Divê her kes bizanibe ku Erdogan niha dixwaze Osmaniyeke nû ava bike. Li hemberî vê hişmendiyê jî du cûreyê têkoşînê heye. Yekemîn divê hemû Kurdên çar parçeyên Kurdistanê taybet yê Ewropayê divê di bazarê de malê Tirka nekirin. Ev mal genim dibe, ard, rûn, lastîk, bi kurtasî hemû kel û pelê wî divê nekirin. Ji ber ku ew perê ku em pê malê Tirka dikirin dibe fîşek û zarokên vî gelî pê tên kuştin. Ya duyem jî li hemberê dagirkera taybet jî li hember dagirkeriya dewleta Tirk divê Qamişlo, Helebçe, Mahabat, Amed têkoşîna xwe bilintir bikin. Niha dijminê me dixwazin me tine bikin û li hemberê me bûne yek.

Divê em jî yekîtiya xwe ava bikin û neyên lîstikê dijminên xwe. Erdoganê dagirker bi çekên giran û balafiran ve êrîşî axa Kurdistanê dike, Kurdan dikuje, qetil dike û dibêje ez misilman im. Mixabin hin mamosteyên ayînî jî van derewên Erdogan bawer dikin. Erdogan ne misilman e, Erdogan xwediyê hişmendiya dagirker e, çawa dewleta dagirker Ermeniya qetil kirin, Şêx Seîd darvekirin û di dîrokê de her tim dijminatiya Kurdan kirine îro jî heman tiştî diki. Ji ber ku ev dewleta Tirk a dagirker xwe li ser tunebûna Kurda ava kiriye. Ji ber wê jî wê tu car nebin dostên Kurdan. Gelek caran Erdogan dibêje ez dostê Kurdan im, ez misilman im ev ne rast e. Heke ewqas rasteqîn e divê dewsa qebra Şêx Seîd diyar bike. Ger ku misilman be divê Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ê ku her tim ji bo demokrasî û azadiyê têkoşiyaye bila serbest berde. Erdogan ne dirust e û ne jî misilman e. Li hemberî kesayet û hişmendiya wisa tekane rê berxwedan e. Banga min ji bo hemû gelê Kurd ev e ku divê yekîtiya xwe ava bikin û li hemberî dagirkeran bêdeng nemînin.”