Berxwedana xelkê Şengalê 28 roj li pey xwe hişt

Çalakiya xelkê Şengalê ya ji bo xwedîderketina li Asayîşa Êzidxanê, ku konê berxwedanê vedane, 28 roj li pey xwe hişt.

Li dijî lihevkirina Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê, xelkê Şengalê ji 9'ê Cotmehê ve li ber xwe dide.

Konê berxwedanê yên bi vê armancê li pêşiya Asayîşa Êzidxanê hatiye vedan, 28 roj li pey xwe hişt.

Bi dirûşma "Em hemû Asayîş in" her roj gelek mirov ji nava Şengalê û gundên derdorê serdana kon dikin.

Şengalî dixwazin Asayîşa Êzidxanê bi rengekî fermî bê naskirin û di vê daxwaza xwe de jî bi biryar in.

Xelkê Şengalê, asayîşa Êzidxanê weke misogeriya hebûna xwe dibînin, lewma diyar dikin ku heta daxwazên wan bên qebûlkirin wê li ber xwe bidin.