Berxwedana Sakîne Cansiz bû kurtefîlm

Kurtefîlmê bi navê ‘Di 10 salan de 3 roj’ a li ser jiyana yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz di 9’ê Çileyê de ew ê were pêşandan.

Navenda Çand û Hunerê ya Niweger li ser berxwedana yek ji kadroya pêşeng a PKK’ê Sakîne Cansiz ya di Zindana Amedê de kurtefîlmekî dikişîne.

Kurtefîlmê bi navê ‘Di 10 salan de 3 roj’ qala berxwedana Cansiz a li hemberî zilm û zordariya dewleta Tirk dike.

30 endamên navenda çandê di fîlm de dilîzin û amadekariyên kurtefîlm di qonaxa dawîn de didome.

Fîlm li ser bingeha pirtûka Cansiz a bi navê ‘Jiyana min her şer bû’ hatiye amadekirin. Di fîlm de sûd ji nirxandinên hevalên Cansiz ên têkoşînê û bîranînên wê hatiye wergirtin.

DI 9’Ê ÇILEYÊ DE EW Ê WERE PÊŞANDAN

Fîlm ew ê di 9’ê Çileyê de were pêşandan a ku salvegera qetilkirina sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez e.

Navenda Çand û Hunerê ya Niwegerê ew ê bi vî kurtefîlmî tevlî festîvalan bibe.