Berxwedana Mêrdînê di roja 21'ê de didome

Berxwedana gel a li dijî darbeya qeyûm a li ser sê şaredariyên Kurdistanê Amed, Wan û Mêrdînê didome.

Berwedana li dijî darbeya qeyûm a li ser şaredariyên Kurdistanê Amed, Wan û Mêrdînê di roja 21'ê de didome. Li Mêrdînê li ber avahiya bajêr a HDP'ê pankarta bi navê ''Vîna gel nikare were desteserkirin'' hate vekirin û daxuyanî hate dayin. Dema daxuyaniyê gelek parlamenterên HDP'ê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û Hevşaredarên Êlihê hazir bûn.

Hevşaredarê Şaredariya Êlihê Mehmet Demîr ku di nav dorpêça polîsên Tirk de axivî got, heke gel dixwaze derseka baş bide qeyûman divê li dijî vê têbikoşe, ew baş dizanin ku qeyûm çima hatine û li pey xwe çi hiştine, li Êlihê qeyûman du kevir li ser hev nedanînê lê pereyên ku xwarin nayê hesabê. Demîr got, ''Ji ber vê li dijî van divê em tim têbikoşin. Divê haya gelê me ji van lîstikan hebe. Li her deverê li dijî qeyûman, li dijî yên ku dixwazin me tine bikin divê mirov têbikoşe. Em ê vê carê, weke ku desthilat dixwaze serê we li ber qeyûman netewînin.''

Piştî daxuyaniyê gel 10 deqeyan çalakiya rûniştinê kir. Çalakî bi çepik û lîlandinan qediya.