'Berxwedana me wê heta bidawîbûna tecrîdê bidome'

Çalakgerên li Wanê di greva birçîbûnê de ne gotin, "Divê çalakiya 7 hezar kesî ji rêzê neyê dîtin û kes bêdeng nemîne."

Greva birçîbûnê ya dorveger a li Wanê ku ji bo piştgiriya bi berxwedana grevên birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger pêk tê, 11'ê Nîsanê dest pê kir û pêr koma duyemîn a ji 10 kesî çalakî dewr girt.

Ji çalakgeran Emrah Koç got, "Ji bo Leyla Guven û hevalên wê nemirin, em ê jî xwedî li daxwazên wan derkevin."

Çalakger Seyît Kiliç jî anî ziman, ku greva birçîbûnê ya bi vî rengî li devereke din a dinyayê nehatiye dîtin û got, "Em jî ji vê derê destekê didin çalakiya wan. Çalakiyeke bi beşdariyeke wiha li dinyayê nehatiye dîtin. Divê mirovên me çalakiya 7 hezar kesî ji rêzê nebînin û bêdeng nemînin. Desthilatdariya ku welêt birêve dibe ji bo berjewendiyên xwe hewl dide çalakiyên bi vî rengî bi dawî bike. Lê belê wê bi ser nekevin. Sibe, dusib wê derkeve pêşiya wan û wijdanê wan wê biêşe. Divê hikumet tavilê dest ji vê helwesta xwe ya hişk berde."

Ji çalakgeran Reber Varhan û Ziyadin Diker jî xwestin ku tecrîd bi dawî bibe û gotin, "Em ê ji bo vê yekê li ber xwe bidin û kes wê nikaribe berxwedana me têk bibe."