Berxwedana Malbata Şenyaşar di roja 63'an de ye

Berxwedana Malbata Şenyaşar a ji bo edaletê dewam dike. Malbatê xwest dozger ne bi fermanê, lê li gorî qanûnan tevbigerin.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kukrê xwe yê di êrişê de birîndar bû Ferît Şenyaşar, berxwedana xwe ya ji bo edaletê dewam dike. Ji ber qedexeya derketina derve malbat ji 30'ê Nîsanê ve li mala xwe ya li Pirsûsê çalakiya xwe dike.

Di roja 63'an a çalakiyê de li hesabê medya dîjîtal ê malbata Şenyaşar wêneyê ambûlansa bû hedefa êrişê û rapora bûyerê ya Midûriyeta Giştî ya Xizmetên Tenduristiyê yên Lezgîn a roja êrişê hate parvekirin û ev peyam hate dayin:

"Tu li ku ye wezareta edaletê. Bi me bide bawerkirin ku li Tirkiyeyê edalet heye. Dozger bila ne fermanên siyasî, lê qanûnan bi cih bînin. Yên ku li nexweşxaneya dewletê sûcê li dijî mirovahiyê kirin, êdî wan darizînin. Rapora xebatkarê tenduristiyê!"