Berxwedana li Rojhilat û Îranê dikeve meha 5'an

Çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li gel zext û zilma dewletê jî dikeve meha 5'an.

Serhildana gel a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku bi qetilkirina Jîna Emînî destpê kir, li gel komkujî û operasyonên destgîrkirinê yên dewleta Îranê dewam dike. Berxwedan îro dikeve meha 5'an.

JI XWENDEKARAN HETA BI KARKERAN HER KES LI SER PIYAN E

Li 8 navçeyên Tehranê, ji şaneşînan dirûşmên dirûşm li dijî dewleta Îranê hatin qîrîn û hate ragihandin ku heta biserxistina armancên xwe wê çalakiyan dewam bikin.

Heman demê xwendekarên zanîngehan jî çalakiyên şermezarkirinê lidar xistin.

Li bajarên Zencan û Mahşehîrê jî grev hatin lidarxistin. Karkeran xwestin ku şert û mercên kar bêne sererastkirin.

Li Ciwanro jî navê 50 kesên hefteya derbasbûyî hatin destgîrkirin hatin eşkerekirin. Li Sine, Seqiz, Dêwlan, Bokan û gelek bajarên din operasyonên destgîrkirinê dewam kirin.

Li gel hewldanên destgîrkirinê jî çalakî dewam dikin. Merasîmên bîranîna kesên hatin qetilkirin jî bi rengekî girseyî têne ldiarxistin.

HERÎ KÊM 500 KES HATIN QETILKIRIN

Ji roja ku xwepêşandanên şermezarkirinê destpêkirin û heta niha herî kêm 500 kes ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatin qetilkirin. Ji kesên hatin qetilkirin 120 kes Kurd in. Bi deh hezaran kes hatin destgîrkirin û li 112 kesan jî cezayê îdamê hate birîn, 4 kes hatin darvekirin.

Li bajarê Strasbourgê yê Fransayê ji bo xwedîderketina li berxwedana gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îran wê îro mîtîngeke mezin bê lidarxistin.