Berxwedana li gel Ûlaş!

Gerîla Ûlaş Pîr, di sala 2010'an de dema derbasî herêma Cîloyê dibe, ji ber barîna berfê ya zêde ji hevalên xwe vediqete û şehîd dibe. Di meşa azadiyê de bû mezintirîn mînaka dilsoziyê.

Di hefteya Nîsanê a ewil de ez bi porê xwe yê paqij û rûyê xwe yê pak derdikevim li pêşiya te. Ma ez te kêm dibînim, tu çi qas şareza yî Cîloyê min?  Îskender nekariye bigihije xweşikiya te, yekî din wê çi bike, lê rê bide min û hevalên min, bihêle em derbas bin. Hem ger ez dereng biçim, wê hevalên min, min mereq bikin. Min nedizanî wê bahoz rabe, nexwe ez dizanim ku di gerîlatiyê de bahoz jî ranabe. Di girtîgehê de min gelekî xeyala wê kiribû. Heya ku av ji piyên min danişîn, bi hevalan re di nav heft deqîqeyan de pêşbirka çayçêkirinê, bi cemedaniya xweserê sibê li ber agir xwe germ bikim, evînê di dilê xwe de bi qasî ku li çiyayan hilneyê mezin bikim. Beyî ku dengê ‘dewamname heye’ bibihîzim, li ser li ser xaka xwe azad bijîm, ne ji bo zindanê ji bo îçtîmayê sibê zû şiyar bibim, du goreyan li ser hev li xwe bikim, ruhê xwe li dijberiya jiyanê bigerînim û piştre tirsa li ser zinarekî, meşa şiverêyên bilind weke pezkovîyan, min gelekî xeyala van kiribû.

Piyên min ditevizin yan ez wisa hîs dikim? Dixwazim her bifikirim. Xwezî tembûra min bi min re bûya, xwezî min şûtika xwe ev qas şidyayî girê neda, belkî jî min ê hêsantir bêhna xwe bidaya. Ger min vê hefteyê riyê xwe kur nekira, belkî jî riyên min zêdetir wê rûyê min germ bikira, ji berfa ku weke kêrekê li ser rûyê min dikeve. Bahoz her diçe xurttir dibe. Ez li pêşiya xwe nabînim, baş bû ku hevalên min çavên min boyax kirin, nexwe ew dê niha bişewitana. Ez tî jî bûm, nikarim berfê jî bixwim wê pişika min bişewite. Tu hêrsa çîlspî! Ez biqîrim, kes jî nabihîze di vê bahozê de, gelo hevalên din ên weke me derve mane hene. Dema ez dibêjim wekî me; “heval, heval, hevallll” ez li ku me, hevalên min li ku ne, ger ew jî bi bahozê ketibim, “heval, hevalllll, hûn li ku ne?  Hema ev kêm bû, heval ez dê we çawa bibînim. Ez hê nû hatim Cîloyê. Cîlo axa xwe ji bo min veke, hêrsa berfê daxîne, ez bigihîjim rêhevalên xwe, keda min a ku ez bidim te heye...

Şeva ewil a  zindanê hat bîra min. 14 Tîrmeha 2007’an bû. Ez bi tenê bûm, gomlekê min ê xwêdayî, birînên jopan ên li ser pişta min gelekî diêşiyan. Xwezî 1982’yan li zindana Amedê  li gel Kemal Pîr rûniştibûma, yan jî bi Mazlûm re me qala sira sê bitikan bikira. Dibe ku ez jî li ser şopa wan biçim, Kemal û Mazlûm di dilê xwe de zindî bigirim û wan bi sekna xwe dîsa zindî  bigirim. Ez hînî sarmayê me. Sarmaya hişk jî. Li Enqereyê zivistanê meha Çileyê li her derê berf hebû, heya ku ez ji zanîngehê diçûm malê, mijangên min çawa ziwa dibûn û diqerisîn.  A rastî hevalên min ji min re digotin;  "Tu ji Sêwasê yî"  rast e lê ez li wir nehatime dinyayê. Lê dayîka min tim qal dikir. Dayîk û bavê min çawa li hev kirine, yek tirk e, yek kurd e? Gelo ez bibêjim evîna hevpar a gelan? Berpirsiyarê yekem ê vî şerê dijwar, qetlîamên bêdawî kî ye, kê  paqijiyên civakê herimand û kê ev gel kirin dijminê hev.

HEVALTIYA ME YA KÊM NEBÛYA ÎMRALÎ JÎ NEDIBÛ

Elewî me ez, di zarokatiyê de ditirsiyam ku li dibistanê vê yekê  bibêjim. Diya min sibehan ez baş tembîh dikirim. Tim digot, kurê min ji kesî re nebêje ez Elewî me,  ev welat dijminê me ye, ev welat ji xeynî xwe dijminê her kesî ye. Baş e ku  Rêberê me heye. Ger ev hevaltiya me ya kêm nebûya Îmralî jî nedibû. Lê ev ne xeyal e, em dê bi keda xwe, bi hewlên xwe, bi çalakiyên xwe bigihîjin Rêberê xwe. Jiyaneke bêyî Serokatî li me heram e, em ê nehêlin dijmin vê kêfê bijî.Carnan ne di dilê xwe de dixwazim di moral û civînan de vê biqîrim. Ji ber vê ez çûme Tîmên Taybet. Ji bo ku ez bibim fedaiyê rêber, ji bo wî û nirxên wî giyanê xwe feda bikim. Hem em dê wekî din çawa deynê gelê xwe bidin, em dê çawa li rûyê jinên berxwedêr binêrinî, em dê çawa azadiyê bexşî zorokên siberojê bikin? Xewa min tê. Ez diqîrim lê dengê min, nayê min jî. Ez nabînim ku mij gewr e yan spî ye, ‘hevalll, hevalll hûn li ku ne?’

Ez êdî nikarim bimeşim, gelekî bêtaqet bûm. Hinekî xwê bi min re hebû, belkî hinekî hêz bide çongên min, destên min nalivin. Dixwazim bi çeka xwe li pişt, ling û piyên xwe bixim, lê destên min nalivin. Ma rextê çeka min ev qas giran bû? Hevalên min niha min meraq dikin. Ez bikevim jî natirsim, ez dizanim ku wê rojekê roj rûyê xwe yê germ nîşanî me bide. Ez dê li Cîloyê weke berfînekê rojê hembêz bikim. Ez natirsim, tenê di hundirê min de hinekî hesret heye û gelek karên ku ez bikim. Hem ez niha nikarim şehîd bibim, hê hisaba min li gel dijmin heye, ez ji hevalên xwe têr nebûm, min hê wêneyeke xwe jî ji dayika xwe re neşandiye. Ez natirsim. Ez dizanim, ez dizanim hevalên min wê min bibînin, helbet wê min bibînin. Rêber Apo digot: “Dîrok zindî ye.” Bi bîr bîne Ûlaş, bîr bîne!

Ez natirsim, lê me hê deynê gelê xwe û Rêberê xwe nedaye. Tişta ku di dilê min de mayî ev e. Parçebûn û qerisîna laşê min, min natirsîne. Rozeta min a bi stêrka sor ya li ser dilê min, lênûska min a di bêrîka min de û pênûsa min a reş a bîranîna zindanê wê li ser min bimînin. Çeka min a ku min hefteyê carekê paqij dikir.  Gelo tembûra min di çi rewşê de ye, wê piştî min  kesek lê bixe, min ew qas digot werin ez nîşanî we jî bidim. Mekabên min hinekî kevin bûne, lê wê têra min bikin. Hevalên min wê tim min bi bîr bînin, her ku li Cîloyê berf bibare wê xweza min bi bîr bîne.

Ez ji te hêrs nînim xweza. Jixwe em deyndarê te ne. "Heval, hevalll hûn li ku ne?"  Gelo wê hevalên min bizanin ku min ew qas li ber xwe daye, ew qas li wan geriyame, nekeve xewê çavên min, nekeve xewê, ji te re xweş tê lê nekeve xewê. Ez pê li berfê dikim lê çima deng jê nayê? Dayika min, ez dikarim nameyekê ji dayika xwe re binivîsim, jê re bibêjim dayê  ez êdî ne tenê zarokçê diya xwe me, ez êdî zarokê Kurdistanê me. Hem giyanê min ê ava azadiyê vexwarî êdî namire, eşq ketiye dilê min, êdî dilê min namire, wê tim nemir bim, êdî bi Serokatî re winda nabim,  nim hebûna xwe li gel çiyayan ava kir, ez êdî tune nabim…

Xwezî ev berf biheliya, bahoz derbas bibûya, min riyê xwe kur bikira, bi ava berfê çayek çêkira û dest bi amadekariya çalakiyê bikira. Wê bi dijmin re wisa şer bikim ku bêhna qurnefîlan  ji sînga min bê û bêhna barûdê ji destên min bê. Piştî çalakiyê ez ê bi hevalên xwe re tembûra xwe bigirim destê xwe û  li ber agir rûnin û stranên ku me her tim digot, bistrînim.

“Tu ji bo me bûyî hêvî, tu  ji bo me bûyî hesret.

Tarî bû dinyaya me, tu bûyî roj, tu bûyî tîrêj.

"Tu bûyî havîn, tu bûyî zivistan, tu bûyî hêstirek di çavên min de."

Gerîla Ûlaş Pîr (Emre Saçli) sala 2010’an li qada Cîloya Colemêrgê dema diçû wezîfeya xwe, ji ber barîna berfa zêde û mijê ji hevalên xwe vediqete. Ji amûrên ku di sala 2011'an de li ser cenazeyê wî tên dîtin, nîşanî me didin ku cenazeyê Şehîd Ûlaş Pîr e. Gerîla Ûlaş Pîr Di meşa azadiyê de bû mezintirîn mînaka dilsoziyê.