Berxwedana kon a Êzîdiyan kete roja 25'an

Êzîdî li dijî peymana Bexda û PDK'ê ya ku Şengal kiriye hedefa xwe ev 25 roj in li ber xwe didin.

Çalakiya gelê Şengalê bi armanca desteka li Asayişa Êzidxanê di roja 24’an de dewam dike. Gelê Êzidî li daxwazên xwe rawestiyane û diyar dike ku ger asayîşa wan nebe, ew nikarin bi rehetî rakevin.

Welatiyên Şengalê bi çarçoveya li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê, bi armanca pişgirîdayîna Asayişa Êzidxan, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane.

Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin di roja 24’yan de ji aliyê gel, meclis û saziyên Şengalê ve dewam dike.

Gelê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.

Xelkê Şengalê heya niha gelek caran daxwazên xwe pêşkêşî hikûmeta Iraqê kirine, lê heya niha rayederên Iraqê bersivek çê nedane. Ji bo vê jî gelê Şengalê diyar dike heya ku daxwazên wan pêkneyên ewê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Welatiyê xelkê Xanesorê ê bi navê Hecî Kulî ku bi tevlî çalakiyê bûye da zanîn ku ger asayişa wan nebe ew nikarin li malên xwe bi rehetî binivin. Hecî got, “Ji bo wê asayiş hebûna Êzidxanê ye. Ger ku heta niha hikûmeta Iraqê bersivek nedaye me, hîn planên qirêj li ser Êzidiyan tê meşandin. Ji bo wê divê Êzidî fermana 73’an ji bîr nekin û hişyar bin.”