'Berxwedana grevên birçîbûnê AKP'ê ditirsîne'

Parlamenterên HDP'ê yên Wanê nerazîbûn nîşanî Erdogan û Soylû dan ku ji bo HDP'ê gotibûn, "Partiyeke legal nîne" û diyar kirin, "Eger tiştekî nelegal hebe ew jî AKP û Soylû ye."

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û wezîrê wî yê karê hundir Suleyman Soylû daxuyanî dan û ji bo HDP'ê gotin, "HDP partiyeke legal qanûnî nîne." CHP û IYI Partî jî qaşo ji bo bersiva van daxuyaniyan gotin, "Wê demê HDP'ê bigirin." Vê yekê 6 milyon hilbijêrên ku deng dane HDP'ê aciz kir. Parlamenterên HDP'ê yên Wanê Mûazzez Orhan û Mûrat Sarisaç gotin, "HDP'ê li vî bajarî 75 ji sedî yê dengan stend. Eger Soylû dixwaze rastiyê hîn bibe, bila were bikeve nava gelê li vir."

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç diyar kir, eger li Tirkiyeyê wê nîqaş li ser rewatiyê bê kirin, divê berî her tiştî ji AKP û Soylû dest pê bike û anî ziman, Soylû zêdegaviyê di erka xwe de dike û ne rewa ye. Sarisaç got, "Rewatiya HDP'ê ji gel tê. Partiyên siyasî rewatiya xwe ji wezîrê karên hundir nagirin, ji gel digirin. Soylû nîşan daye ku êdî cidiyeta dewletê nemaye. Bi gef, derew û îftirayan hewl dide di hilbijartinê de bi ser bikeve... Xuya ye berxwedana grevên birçîbûnê hikumet gelekî tirsandiye ku êrîş dike. Lê çi dikin bila bikin, wê nikaribin encamê bigirin."

'BI ZEXT Û DEREWAN DIXWAZE ENCAMÊ BIGIRIN'

Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan jî bi bîr xist, ku AKP demeke dirêj e hewl dide partiyên siyasî yên Kurdan krîmînalîze bike û got, "Li pişt van daxuyaniyan berxwedana greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê û serketina HDP'ê ya 31'ê Adarê hene. Ditirsin, ji ber ku ditirsin dixwazin bi zext û derewan encamê bigirin. Em ji van daxuyaniyan fêhm dikin ku polîtîkayên AKP'ê qediyane, êdî tiştekî ku karibe soza wê bide gelan nîne. AKP ji aliyê siyasî û aborî ve di nava krîzê de ye. Ji ber vê yekê dixwaze civakê ji hev cihê bike û bi vî rengî li ser desthilatdariyê bimîne.

Ji bo di hilbijartinên 31'ê Adarê de bi ser bikeve vê yekê bi kar tîne. Hewl dide tifaqeke gengaz a li nava gel a li dijî desthilatdariya AKP'ê parçe bike. Bi manîpulekirina HDP'ê re dixwaze bi Kurdan bide windakirin û bi xwe qezenç bike. CHP û IYI Partî jî weke çareserî pêşniyar dikin ku partiya me bigirin. Ev yek weke bersivekê hatibe dayin jî ji bo mûxalefetê cihê şermê ye. Ti eleqeya vê bi demokrasiyê re nîne. HDP li gorî nêrîn û fikra wan siyasetê nake. Em hêza xwe ji gel digirin û 31'ê Adarê ji gelê xwe bawerin."