'Berxwedana gerîlayên PKK'ê ji bo Kurdan serbilindî ye'

Şêniyê navçeya Mexmûrê Ebdurehman Ebid Xaliq diyar kir ku dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê dagir dike û got, berxwedana gerîlayên PKK'ê ya li dijî vê dagirkeriyê, ji bo Kurdan sebilindî ye.

Berxwedana gerîlayên HPG'ê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê, ji aliyê şêniyên Başûrê Kurdistanê ve weke berxwedaneke pîroz û gelekî girîng tê dîtin. Ji şêniyên navçeya Mexmûrê Ebdurehman Ebid Xaliq têkildarî mijarê ji ANF'ê re axivî.

Xaliq diyar kir ku Başûrê Kurdistanê di rewşek xirab de ye, sedema sereke ya vê rewşê jî siyaseta rêveberiya herêmê ye û got, "Herêma Başûrê Kurdistanê di rewşeke aloz de ye. Sedema vê jî siyaseta hin ji rêveberên herêmê û destwerdana dewleta Tirk a li herêmê ye. Ji ber xeletiya referandûmê, em gelek paş ketin û gelek hêrêmên Başûrê Kurdistanê yên ku dikevin ber xala 140'î, hikumeta Bexdayê xist bin kontrola xwe. Yên ku referandûm çêkirin dibêjin ku ev referandûm ne ji bo serxwebûnê ye û ne jî ji bo dewletbûnê ye. Ez vê yekê ji wan dipirsim, eger ne ji bo serxwebûn û ne jî ji bo dewletbûnê bû, başe ev referandûm ji bo çi bû? Niha jî PDK li ser daxwaza dewleta Tirk rê li wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) digre."

Xaliq bal kişand li ser axaftinên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlûd Çavûşoglû yên derbarê Başûrê Kurdistanê û wiha pêde çû: "Çavûşoglû got ku 'Hewlêr ji xwe ya me ye lê Silêmanî hatiye dagirkirin'. Ev yek ji bo xirakirina aramiya bajarê Silêmaniyê ye. Niha jî Tirk bi pere û petrola me êrîşî Lîbya, Somalî,  Kurdistanê û Sûriyeyê dike. Tirkiye bi çekên fosfor li zarokên me didin û dişewitînin, lê wijdana rêveberên herêmê piçek jî naşewite ku petrolê li ser wan bigirin. Siyasteke bê ser û ber li Başûrê Kurdistanê dane ber xwe."

Xaliq qala rewşa gelê Kurd û şerê PDK'ê yê li hemberî PKK'ê kir û wiha dewam kir, "Hinek alî daxwaza wan ew e ku partiyên Başûr li hemberî PKK'ê şer bikin, lê em wê yekê naxwazin û em ê ti carî qebûl nekin. Niha dixwazin Qendîlê bidin destê çeteyên DAÎŞ'ê. Qendîl ruh, pişt û parastina hemû Kurdan e, lewre eger Qendîl ji destê me biçe Kurd wê bê pişt û parastin bimînin. Daketina gel a li qadan rewa ye, ji ber ku daxwaza mafê xwe dike. Hikumeta Kurdî wisa kir ku îro gel dakeve qadan, ji ber ku petrola herêma Kurdistanê belaş didin Tirkan û ji bo gel jî tiştekê nahêlin. Çavê me li Bexdayê ye ka wê kengê muçeyekê bide me."

Xaliq herî dawî diyar kir ku hevkariya bi hikumeta navendî ya Iraqê re baştire ku hevkarî bi dewleta Tirk a dagirker re bê kirin û domand: "Min ji siyaseta ku niha li Başûrê Kurdistan tê maşandin fêm nekir, dem tê dibêjin em bi Bexdayê re têkiliyan danin û carna jî dibêjin em Bexda qebûl nakin. Li gorî fikrê min em bi Bexda re têkiliya xwe danin baştire ku em li gel Tirkan li hev bikin. Ji ber ku dewleta Tirk dixwaze tevahiya Başûrê Kurdistanê dagir dike. Lê di heman demê de berxwedana gerîlayên PKK'ê ya li hember vê dagirkeriyê ji bo me Kurdan serbilindî ye û wan ji dil û can pîroz dikim. Bang li tevahî Kurdan dikim ku di demeke nêz de kongreyek neteweyî li dar bixin da ku hêzên Kurd hemû li hev kom bibin û bibin yek hêz."