'Berxwedana gelê Kurd wê bandorê li gelemperiya herêmê bike'

Beriya kongreyê, Rêxistina DBP'ê ya bajarê Wanê civîneke şêwirînê lidar xist.

Xebatên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ên beriya kongreya asayî ya 9'ê Tîrmehê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de bi beşdariya Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP'ê Gulcîhan Şîmşek û Alîkarê Hevserokên Giştî Mehmet Arslan, rêveberên bajar û navçeyên Wanê, aktîvîstên TJA'yê, hevşaredarên berê û endamên meclîsa şaredariyê civîneke şêwirînê hate lidarxistin.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên aştî û demokrasiyê, dest pê kir. Alîkarê Hevserokê DBP'ê yê Wanê Çetîn Ergîn di destpêkê de axivî û diyar kir, ew ê bi van civînên şêwirînê re nexşerêyeke nû diyar bikin.

Alîkarê Hevserokên Giştî yên DBP'ê Mehmet Arslan jî got, "Em ê pêvajoya siyasî binirxînin. Beriya kongreyê em ê nêrîn û pêşniyarên xwe bi hev re parve bikin. Divê kongreya me bi xurtî pêk were. Ji ber vê yekê, nêrînên di van civînan de tên zimên, gelekî girîng in."

'KURD WÊ BANDORÊ LI TEVAHIYA GELÊN ROJHILATA NAVÎN BIKIN'

Piştî Arslan Cîgira Hevserokên Giştî ya DBP'ê Gulcîhan Şîmşek axivî û anî ziman, ev civîn dewama pêvajoya kongreyê ye. Şîmşek bibîr xist, di nava 2 salan de 5 hevşaredarên navçeyan ên li Wanê hatine girtin û diyar kir, ev yek jî radixe pêş çavan bê înkar û êrîşên tinekirinê yên li dijî partiya wan tê kirin di kîjan astê de ye.

Şîmşek got, "Ev yek ne tenê pêvajoyek li ser DBP'ê ye. Em destketiyên gelê Kurd ên li Rojhilata Navîn dibînin bê di kîjan astê de ne. Piştî sînorên 100 salî, dîzayneke nû tê kirin. Ev pêvajoya ku di nava du salên dawî de li Kurdistanê hate destpêkirin, bi feraseta tekparêz û neteweperest re hewl tê dayin ziman, nasname û hebûna Kurdan ji holê werin rakirin. Li pêşberî me hevalbendiya Erdogan-Bahçelî heye ku vê zîhniyetê didomîne. Ev yek şerekî sîstemê ye, ku em weke 'Şerê Cîhanê yê Sêyemîn' bi nav dikin. Di navenda vî şerî de Kurd hene. Berxwedan û vîna gelê Kurd wê bandorê li tevahiya gelên Rojhilata Navîn bike."

Civîn piştre bi pirs û bersivan dewam kir, ku li çapemeniyê hate girtin.