Berxwedana Efrînê li kolanên Silêmaniyê deng veda

Bi hezaran kes li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê, ji bo piştgirî bidin berxwedana Efrînê meşiyan. Li navçeya Ranya jî bi heman armancê meşek hate lidarxistin.

Li Silêmaniyê tevî baranê jî bi hezaran kes ji bo silavkirina berxwedana Efrînê û êrîşên dewleta Tirk şermezar bikin li Rêya Salim kom bûn. Girse heta Bsê Giştî meşiyan.

Piştî meşê û di mîtînga hate lidarxistin de, li ser navê partiyên siyasî û rêxistina daxuyanî hatin dayîn. Li ser navê rêxistina Kinêr Ebdullah daxuyanî xwend û wiha tê gotin; "Hewldanên dagirkeriya Tirkiyeyê ne tenê ji bo Rojavayê Kurdistanê ye, armanca Tirkiyeyê dagirkirina tevahiya Kurdistanê ye. Erdogan Kurd armanc girtine. Lewma ev berxwedana li Efrînê tê kirin, parastina tevahiya Kurdistanê ye."

Her wiha li ser navê Yekîtiya Zanyarên Olî Mela Eta Pêncwînî axivî û di serî de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kir û berxwedana şervanan û gelê Efrînê ya li dijî dagirkeran pîroz kir. Her wiha Mela Eta piştgirî da berxwedana Efrînê û bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku piştgiriya ji bo gelê Efrînê berdewawam bikin.

Her wiha Parlamenterê Tevgera Goran Şêrko Heme Emîn li ser navê şandeya Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya çûyî Efrînê axivî û behsa komkujiya dewleta Tirk û berxwedana gel û şervanên Kantona Efrînê kir.

Parlamenterê Tevgera Goran Şêrko Heme Emîn eşkere kir ku têkildarî êrîşên li ser Efrînê raporek pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê kirine û serdana konlosxane û nûnertiyên welatan kirine û ji wan daxwaza helwestê kirine.

Her wiha Hevserokê Nûnertiya PYD'ê ya Başûrê Kurdistanê Silêman Ereb jî axivî û silavên Rojavayê Kurdistanê gihande girseyê û bal kişand li ser îradeya şervanên li hemberî dagirkaran têkoşînê dikin û diyar kir ku gelê Efrînê biryara serkeftinê daye û got ku serkeftin ya gelê Efrînê ye.

Li navçeya Ranyayê jî bi heman armancê meşek hate lidarxistin. Meşa protestoyê ya ku bi hezaran kes tevlî bû, di pêşengtiya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) de pêk hat.

Di meşa ji pêşiya Amedeyî ya Keçan a Ranyayê destpê kir de, pankartên bi nivîsa “Efrîn ne bi tenê ye”, “Dilê Raperîn warê şehîdên Zeytûna ne” û “Wê bi ruhê berxwedana Îmralî Efrîn bi serkeve” hatin vekirin. Endamê KNK’ê Xalîd Qadir ê li Baxê Giştî gel kom bû axivî got: “Erka me ya serekî ya netewî, em destekê bidin Efrînê û rê nedin dijminan. Ji bo hemû aliyên siyasî ji bo kongreya netewî li hev bicivin, banga hewldanan kir.”

Li ser navê oldaran jî Mistefa Mehmûd axivî û got: “Erdogan dagirker e. Li gorî olê Îslamê kesên dagirker ne ji Îslamê ne.”