‘Berxwedana Cizîrê tê wateya qebûlnekirina zilmê'

YPS: Berxwedana Cizîrê ya ku di şexsê Mehmet Tûnç û Asya Yuksel de pêk hat, tê wateya xwedîlêderketina nirxên azadiyê û ew ê zilm tu carî neyê qebûlkirin.

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê têkildarî berxwedanên xwerêveberiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di salvegerya duyemîn a îlanên xwerêveberiyê û berxwedanên wê de, di şexsê hevserokên meclîsa gel ên Cizîrê Mehmet Tûnç û Asya Yuksel de, em li ber bîranîna hemû şehîdên şoreşê kemberbest dibin û soza avakirina civak û welatekî azad careke din dubare dikin. Bila tu kes gumanan neke, ev berxwedan di rastiya berxwedana Efrînê de bi awayekî pratîk watedar bûye.

 Berxwedana Xwerêveberiyê ya Cizîrê ya ku di Tîrmeha 2015’an de dest pê kir û di 10’ê Sibata 2016’an de wekî çandekê heta îro hat, bûye lûtkeya berxwedaniya gel a azad.

Duh faşîzm û feraseta barbar a ku Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Gever û Şirnex hilweşand, îro jî hewl dide Efrînê dagir bike.  Tunekirina vî giyanê barbar û faşîst êdî peywireke mirovahiyê ye. Wisa xuya dike ku ev peywir ew ê li Efrînê pêk were.

Berxwedana Cizîrê ya ku di şexsê Mehmet Tûnç û Asya Yuksel de pêk hat, tê wateya xwedîlêderketina nirxên azadiyê û ew ê zilm tu carî neyê qebûlkirin. Li ser vî esasî welatparêziya Mehmet Tûnç û Asya Yuksel bûye pîvana nû ya welatparêziya Kurdan.

Berxwedana Cizîrê û giyanê Mehmet Tûnç û Asya Yuksel li hemberî zilmê tê wateya berxwedanê, li hemberî koletiyê tê wateya azadiyê. Mîrata Mehmet û Asyayan îro jî li bendê ye ku li Efrînê bi serfiraziyê were tacîdarkirin.

Di salvegera duyemîn a şehîdên berxwedana Cizîrê de ya ku bi navê ‘Qetlîama Bodrûman’ kete dîrokê, di şexsê şehîd Mehmet Tûnç û Asya Yuksel de em careke din şehîdên şoreşê bi bîr tînin û em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna wan bigihînin serfiraziyê.”