Berxwedana bi pêşengiya jinê: Nûjîn

Derhêner Veysî Altay qala dokûmantera Nûjîn kir ku çîroka jinan a li Rojava bi pêşengiya şoreşê radibin vedibêje. Altay diyar kir, dokûmantera ku li gleek welatan xelat jê re hate dayin, li Tirkiyeyê hate darizandin.

Nûjîn qala çîroka wan jinan dike ku dema DAÎŞ'ê êrîş bir ser Kobanê, wan pêşengî ji berxwedanê re dikirin. Derhêner Veysî Altay qala çîroka van jinên şoreşger kir.

NÛJÎN TENÊ PARÇEYEKÎ BIÇÛK Ê BERXWEDANÊ YE

Altay diyar kir, ew ne ji bo amadekirina dokûmanterê çûbû Kobanê, lê weke rojnamevanekî ji bo agahdarkirina raya giştî çûbû Kobanê, ji ber ku bala dinyayê li ser Kobanê bû.

Altay anî ziman, wê wextê sê-çar rojnamevanên Kurd li Kobanê hebûn û got, "Ji xwe kes nedifikirî bi saxî karibin ji wir derkevin. Kesî nedifikirî ku 'em ê ji wir derkevin û jiyaneke nû ava bikin'. Me hewl didan tenê rewşa li wir ji derve re ragihînin. Piştre berxwedana Kobanê bi ser ket. Gelek kes wê wextê û piştre jiyana xwe ji dest dan. Ji xwe piraniya kesên ku min wêneyên wan kişand, ya jî hevpeyvîn bi wan re kir li Kobanê jiyana xwe ji dest dan. Min jî xwest ji bo bîranîna hevalên jiyana xwe ji dest dane dokûmantereke biçûk çêbikim."

Derhêner Altay diyar kir, Nûjîn tenê parçeyekî biçûk ê berxwedanê ye û got, "Plana min heye ku di dema bê de li ser dîmenên din ên ku min li Kobanê û Rojava kişandiye, karekî hîn berfirehtir bikim."

KOBANÊ BERXWEDAN Û ŞOREŞA JINÊ YE

Altay ragihand, Kobanê xwe bi berxwedanê afirandiye û got, "Di bingeha vê berxwedanê de pêşengiya jinê heye. Ji xwe armanca dokûmanterê jî nîşandana gotin û karê jinên berxwedêr bû. Lê dikarim vê bêjim; jinan gotinên xwe ne tenê ji kamerayê re digotin, her wiha bi cih dianîn û li ber xwe didan. Ji bo li Rojhilata Navîn şoreşê bikin, pêşengiyê ji vê re bikin û li dinyayê belav bikin têdikoşiyan. Di vê de jî bi biryar bûn. Kobanê berxwedan û şoreşa jinê ye."

Derhêner Altay diyar kir, di dokûmantera Nûjîn de qala çîrokên şervaneke nû Elîf, gerîlaya herî kêm 15 salan têkişiya Viyan (Peyman) û jineke sivîl a li wir dike. Altay got, "Gotin, berxwedan û biryardariya hersêyan yek e. Ev yek jî nîşan dide ku têkoşînê bandoreke cidî li hemû jinan kiriye."

JI EWROPA HETA LATÎN EMERÎKAYÊ BI SEDAN CARÎ HATE NÎŞANDAN

Derhêner Veysî Altay anî ziman, ku dokûmanter li Ewropayê zêdeyî 300 carî hate nîşandan û got, "Hem li festîvalan, hem jî li nîşandanên taybet. Normal dema li Ewropayê di festîvalan de fîlm tên nîşandan, temaşevan bi giranî Kurd in. Lê belê di nîşandana dokûmantera Nûjîn de dikarim bêjim ku mirovên ne Kurd jî gelek bûn. Li Latîn Emerîkayê jî hate nîşandan ku ez bi xwe jî lê amade bûm. Reaksiyon erênî bûn. Sedema vê jî hinekî matmayîbûn bû. Belê, Kobanê ya jî Rojava bihîstibûn, lê zêde naveroka wê nizanîbûn."

DOKÛMANTER LI TIRKIYEYÊ TÊ DARIZANDIN

Derhêner Altay bal kişand ser zor û zehmetiyên dewleta Tirk derxistiye pêşiya dokûmanter û got, "Sala 2016'an 2. Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê doz vekir. Sûcdariyê ecêb kirin. Yek ji wan 'sorkirina gel ji bo raperînê' û 'pesndayina rêxistina terorê' ku hîn Enqereyê YPG ya jî YPJ nexistiye lîsteke wiha. Ez û Dîcle Anter tên darizandin. Dîcle Anter jî wê wextê xebatkarekî şaredariyê bû û berpirsyarê Sînemaya Yilmaz Guney bû."

NÛJÎN LI GELEK WELATAN XELAT WERGIRT

Dokûmantera Nûjîn ku ji aliyê Mezopotamya Sînema ve bi derhêneriya Veysî Altay hate amadekirin, heta niha li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Weyaûwega ya Emerîkayê, Festîvala Fîlman a Babelê ya li Îtalyayê, Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Colombî aAtlantîkê xelatên dokûmantera herî baş û li 4. Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya li Hîndîstanê jî xelata taybet a jûrî stend.