Berxwedana Amedê: Sûcê herî mezin kirin!

Berxwedana Amedê ya li dijî desteserkirina şaredariyan di roja 5’an de didome. Di roja 5’an de daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç wiha got; “Sûc kirin, em ê bêîteatiya sivîl nîşan bidin.”

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, parlamenter Garo Paylan, Meral Daniş Beştaş, Hişyar Oszoy, Remziye Tosûn, Semra Guzel û Mûsa Farisogûllarî saetên sibê li pêşiya avahiya şaredariyê li hev kom bûn.

Piştî demekê Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Selçûk Mizrakli jî beşdarî girseya gel bû. Mizrakli bi dirûşme û çepikan hate pêşwazî kirin. Girseya gel dirûşmeya “Amed ya me ye” û “Bijî Berxwedana Amedê” berz kirin.

Girseya HDP’ê piştî nîvro pankarta “Dest nede îradeya min” vekirin û daxuyanî dan çapemeniyê.

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç: Berxwedana me ya rewa di roja 5’an de ye. Desthilatdariyê sûceke mezin kir. Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan bi destê Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylû sûcê herî mezin kir. Sûcekî Destûra Bingehîn kirin.”

Olûç diyar kir ku dagirkirina qeyûman li gorî peymanên ku Tirkiyeyê îmze kirine jî sûce û wiha got; “Ev sûc kirin û plan kirin. Beriya hilbijartina 31’ê Adarê ev plan kirin. Sûcê herî mezin kirin. Îradeya vî gelî desteserkirin. Tişta kirin derbeyek giran e. Desteserkirina şaredariyan a 19’ê Tebaxê derbeya siyasî ya 3’emîn e. Li dijî vê berdeya siyasî, li dijî vê sûcî em ê têkoşîna xwe ya hiqûq, edalet û demokrasiyê bi awayî rewa bidomînin. Em ê tu caran dev jî vê têkoşîna xwe ya rewa bernedin. Em ê bêîteatiya sivîl nîşan bidin. Li her qadê her roj nîşan bidin. Em ê bidin nîşandan ku ev sûcê hatî kirin em qebûl nakin.”

Olûç da zanin ku Erdogan beriya hilbijartinê îşaret bi vê derberya siyasî kir, gef xwar û wiha got; “Tehemûla wan nîne ku gelê Krud nûnerên xwe hilbijêrin û xwe birêvebibin. Vêya qebûl nakin. Ji ber vê ev sûc kirin.”

Piştî çalakiyê Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Safiye Sezgîn axivî û wiha got; “Em her roj dibêjin azadî û aşitî. Çi heqê we heye hûn vêya li me dikin.”