Berxwedana Amedê: Hevserokatî xeta me ya xemrî ye!

Berxwedana li dijî dagirkeriya qeyûm ya bi tevlêbûna parlamenter, şaredarên HDP'ê û gel ev 12 roj in didome. Bi sedan jin heta bi cihê çalakiya rûniştinê ya li ber Lîseya Ziya Gokalp meşiyan.

Berxwedana li dijî dagirkeriya qeyûm a li ser şaredariyên Kurdistanê Amed, Wan û Mêrdînê yên HDP'ê ev 12 roj n didomin.

Çalakiya rûniştinê ya li ber Kolana Lîseyê bi dirûşmên ''Jin jiyan azadî'', ''Jin natirsin hesab dipirsin'', ''Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin'', ''Li dijî qeyûm em dest bidin hev'' didome.

Di çalakiyê de gelek wekîlên HDP'ê, rêveberên navend û navçeyan ên HDP'ê û DBP'ê hazir in. Îro hevşaredarên Êlihê, endamên Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) û sazî û meclîsên jinan hazir bûn.

Bi sedan jinan heta bi cihê çalakiya rûniştinê ya li ber Lîseya Ziya Gokalp bi dirûşma ''jin jiyan azadî'' meşiyan, li pîpîkan xistin û lîlandin.

Dema meşê jinan pankarta bi nivîsa, "Hevserokatî xeta me ya xemrî ye" vekirin, polîsan destûr neda. Her wiha polîsên Tirk nehiştin ku nûçegihan dema meşê dîmenan bigirin.

Jin piştî ku gihan ber barîkata polîsan pankarta xwe vekirin û çûne qada çalakiyê.

Çalakî bi stran, dirûşm û lîlandinan didome.