Berxwedana Amedê her roja diçe mezintir dibe!

Berxwedana li dijî desteserkirina şaredariya Amedê ya ji aliyê qeyûman ve di roja 12’an de ye. Di daxuyaniyên hatin dayîn de hate gotin destkeftiyên jinan hatine hedefkirin. Bal hate kişandin ku her diçe berxwedan mezintir dibe.

Endamê DÎK’ê Mehmet Emîn Ay ê tevlî çalakiya rûniştinê bû got: “Yên li gel zaliman dimeşin gunehkar in, sûcdar in.” Diyar kir ku wê weke Îbrahîm ê li dijî Nemûrd li ber xwedan ew jî wê li dijî qeyûman berxwe bidin.

Di çalakiya rûniştinê de li gel Parlementerên HDP’ê yên Amedê, Dayikên Aştiyê yên Amed û Êlih, Platforma Jinan a Amed a Dicle (DEPAK) Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz, Hevparên TJA, endamên Kongreya Civaka Demokratîk (DÎK), Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Mehmet Kamaç jî amade bû.

Parêzvana mafê jinan û siyasetmedara Kurd Ayla Atak Ata axivî û got: “Jin her rojê li vir in. Jin ji bo êrîşên li dijî destkeftiyan bînin ziman li vir in. Hevserokatî xeta me ya xemrî ye. Hevserokatî rêya diçe demokrasiyê ye. Hevserokatî ne jin e, hevserokatî sîstemeke, navê nûnertiya wekhev e.”

Di destpêk de Hevserokê HDP’ê Zeyyat Ceylan axivî û got: “Hişmendiya qeyûman ev nêzî 2 sal bûn li vir bûn. Me di 31’ê Adarê de ji bo qeyûman gotin na û ew şandin. Çawa ku qeyûm me şandin, em ê dîsan jî bişînin. Heta em wan bişînin nasekinin. Her roja diçe berxwedan mezin dibe.

Berdevka Demê ya DAKAP’ê Adalet Kaya jî li vir axivî û diyar kir ku destkeftiyên jinan hatiye hedefkiri û got: “Em dizanin herî zêde qeyûm êrîşî destkeftiyên jinan dike. Em jin ên bûne şahidê vê em ê li dijî qeyûman li ber xwe bidin û li vir in.”

Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Mehmet Kamaç jî gotina Serokkomarê Tirk Erdogan a ‘Sindoq namûse’ bibîr xist û got: “Îro wî dest dirêjî li sindoqan kir. Destdirêjî namûsa demokrasiyê kir.”

Herî dawî li ser navê Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) Mehmet Emîn Ay axivî û diyar kir ku ew qeyûman napejirînin û wê di nava têkoşînê de cihê xwe bigire û got: “Em ê destekê bidin vê têkoşînê. Têkoşîna dayikan rê nîşanî me da. Di Qûranê de dibêje; ‘Cih li gel zaliman negirin hûnê bişewitin.’ Yên li gel zaliman bimeşin gunehkar in, sûcdar in” diyar kir ku wê weke Îbrahîm ê li dijî Nemrûd li ber xwe dan wê li dijî qeyûman berxwe bidin.