Berxwedana Şenyaşar û zilm didome

Berxwedana Malbata Şenyaşar di roja 149’an de didome. Malbatê diyar kir ku AKP’iyên qatil di nava civakê de digerin û got: “Qanûn li gorî kesan tên pêkanîn.”

Nobeta “Edaletê” ya Malbata Şenyaşar di roja 149'emîn de didome. Emîne Şenyaşar a 65 salî ji ber rewşa wê ya tenduristiyê nebaşbû nikaribû tevlî çalakiya nobetê ya îro bibe û nobetê li mala xwe ya navçeya Pirsûsê didomîne. Ferît Şenyaşar jî ligel hewayê germ a bajêr jî di saetên serê sibê de hat pêşiya avahiya edliyeyê û bi tena serê xwe nobet da destpêkirin. Şenyaşar ê bi dowiza “Ji bo herkesê edalet” ku daniye erdê nobetê digire, ji kesên ku tên edliyeyê re bê edaletiya bi serê wan de hatiye ragihand. 

Şenyaşar destnîşan kir ku nobeta wan a edaletê ya li pêş Edliyeya Rihayê bênavber didome û wiha got: “Îro em di roja 149’emîn de ne, tena serê xwe têkoşîna edaletê didomînim. Dayika min 65 salî ye. Li Rihayê germeke zêde heye û ji ber vê germê dayika min pirsgirêkên tenduristiyê dijî. Lêvên dayika min terikî ne û zimanê wê kul bûye. Di rewşeke wisa daye ku êdî nikare vê zilmê rake.” 

Şenyaşar bibîr xist ku bav û her du birayên wî di 14’ê hezîrana 2018’an de li pêş çavên dayika wî li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hatin qetilkirin û wiha berdewam kir: “Bi ser komkujiyê re 3 sal derbas bûn lê hêj li ser dosyaya dozê biryara veşartî heye. Kesên ku li nexweşxaneyê ev sûcê mirovahiyê kir di nava civakê de digerin. Dîmenên kamerayên ewlehiyê yên nexweşxaneyê li cem dozgerê dosyayê ne. Dozger kujeran dibînin lê derbarê wan de biryara girtinê dernaxînin. Niha edalet tune be jî em hêviya xwe winda nakin. Dema edalet pêk hat em ê çalakiya xwe bi dawî bikin.”

Şenyaşar destnîşan kir ku li birayê wî Fadil Şenyaşar di danişîna dozê de 37 sal û 9 meh ceza lê hat birîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tişta ku birayê min kir, di çarçoveya xwe parastinê de bû. Ligel vê yekê birayê min 3 sal in di hucreya yek kesî de tê girtin. Heke darizandineke adil hebûya niha birayê min di nava me de bû. Li ser hiqûqê zexteke mezin heye. Bila demildest ev bêhiqûqî bi dawî bibe.”

Malbatê li ser hesabê xwe yê twîtterê Wezareta Dadê, rojnamevan Bariş Yarkadaş û Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê etîket kir û ev peyam parve kir: “Pirsa me gelek hesan e. Çima ji bo malbata me edalet nîne? Qanûn li gor kesan tê pêkanîn? Hovên ku bavê min li nexweşxaneyê bi lînckirinê qetilkirin di nava civakê de ne. Têkoşîna me ya edaletê li pêş qesrê di roja 149’emîn de di bin zilmê de didome.”