Berxwedana 5 mehan a Sûrê

Li taxên Alîpaşa û Lalebey ên navçeya Sûrê, rejîma AKP'ê bi rengekî bê navber xaniyên welatiyan xera dike. Berxwedana gel a li dijî vê dagirkeriyê jî didome.

Di sala 2009’an bi hevkariya TOKÎ, wezareta hawirdor û bajarvaniyê û şaredariya bajarê Amedê ve veguhestina bajarî hat destpêkirin û li Lalebey û Alîpaşa ji bilî avahiyên tescîlî biryara hilweşandina 850 avahiyan hate dayin.  Ji ber beşeke wan a mezin ji ber parên piranî pêk dihat hejmara xwediyên maf 10 hezar û 25 bû.  Li Sûrê di 2'ê Qanûna 2015’an de derketina derve hate qedexekirin û ev qedexe hê jî didome. Dewletê berê xwe vê carê da Lalebey û Alîpaşayê.  Li van taxan biryara hilweşandinê girt. Di 23’ê Gulana 2017’an de  maşîneyên kar ketin nava taxan. Av û ceyran hate birîn. Di mizgeftan de anons hat kirin ku welatî taxan vala bikin.

GEL LI BER XWE DA

Her rojê gefek li welatiyan hate xwarin. Ewil tax hatin dorpêçkirin.  Di meha Remezanê de av û ceyran li ser wan hate birîn. Welatiyan da zanîn ku tevî her cureyê zilmê wê dest ji berxwedana xwe bernedin û ji cih û warên xwe dernekevin.

Welatiyan bi armanca piştevaniyê di meha Remezanê de li Sûrê sifreyên rûyê erdê ava kirin.  Ji gelek sazî û aliyên cuda serdan ji bo Sûrê pêk hatin. Di meha Remezanê de kepçe dîsa ketin nava taxan. Di 28'ê Tebaxê de di çarçoveya projeya veguhestina bajarvanî de hilweşînê dewam kir û  av û ceyran hat birîn.  Endamên Platforma 'Na ji hilweşandina Sûrê re' li dozgeriyê gilî kirin.

Li taxan her roj xaniyek dihat hilweşandin û Mala Şînê ya Alîpaşayê jî di rojên bihurî de hate hilweşandin. Welatiyan diyar kirin ku êdî kes dengê wan nabihîze, nade bihîstin û gotin, zerara îro li wan tê kirin wê sibe bigihêje her kesî. Banga welatiyan ya 'Bêdeng nemînin. Wê ev we jî bişewitîne' jî piştgiriyek têrker nedît.

RAPORA ÎHD'Ê

Li taxê niha xanî tên hilweşandin. Ligel vê yekê sala nû ya perwerdeyê jî dest pê kir. Li Dibistana Seretayî ya Alîpaşayê dibistan venebû û nayê zanîn ku wê xwendekar biçin ku derê.

Li gel vê jinan diyar kirin, ku ji ber toza hilweşînê ew nexweş dikevin.

Rapora ÎHD'ê ya der barê Sûrê de wiha ye:

*Ji 22'ê Gulanê heta niha hatiye dîtin ku ava hemû mizgeft, dibistan, saziyên din û xaniyan hatiye birîn.

*Ji ber av nehatiye bi tanker, bîdonan av hatiye kişandin. Dîsa ji ber ceyran jî hatiye birîn bi rê û rêbazên berê welatiyan hewl dane bêyî ceyranê jiyana xwe bidomînin.

*Li dibistana seretayî ya Alîpaşa, mizgefta Alîpaşa û mizgefta Çakal jî av hatiye birîn.

*Ji heyetê re hat ragihandin ku şêniyên taxê di dema hilweşandina xaniyan de bi hinceta ewlehiyê, gef li wan hatiye xwarin û zext li wan hatiye kirin.

*Bi heyetê re hat parvekirin ku ji ber ava tankêrê nexweşî der bûye.

*Her wiha gotin ku ji ber tinebûna ceyranê nexweşên KOAH û astimê gelek zehmetî kişandine.