‘Berpirsê qetilkirina zarokan midûrê emniyetê ye’

Polîsan di rûniştina qetilkirina zarokan a bi panzerê ya li Silopyayê de gotin, berpirs Midûrê Eniyeta Navçeyê ye. Rûniştin hate taloqkirin.

Di 3'yê Gulana 2017'an de li Taxa Karşiyakayê ya navçeya Silopiya Şirnexê, polîsan bi panzerê di nîveka şevê de, li xaniyê malbata Yildirim qeliband û panzêr ket hundirê xanî. Di bûyerê de du biyarên hev Furkan ê 6 salî û Muhammedê 7 ê salî di bin panzêrê de hiştin û qetil kirin. 4'emîn danişina doza Di derbarê polîsê ajokar Omer Yegît û amîrê wî Murat Maden de li 2'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê hatibû vekirin, destpê kir.

Bavê bira yên Yildirim Mesût Yildirim, parêzerên girêdayî Bûroya Şirnexê, Parlemetera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û gelek rêveberên HDP’yî û BDP’yî di rûniştinê de amade bûn.

‘MIDÛRÊ EMNIYETÊ YÊ NAVÇEYÊ SÛCDAR E’

Polîs Tuncay Taşdemîr ê weke kesê ferman dayî tê nîşandan, anî ziman ku ji bûyerê Midûrê Emniyetê yê Navçeyê Selçûk Erdogan berpirs e.

Piştî Taşdemîr Polîs Ferhat Taş jî îfade da. Taş ê ji amiriya boroyê ya parasatina Midûryeta Emniyetê ya Silopiyayê erkdar e, îfadeya Tûncay Taşdermî pejirand û erê kir.

Bersûc Mûrat Maden jî îfadeya xwe ya berê dubare kir, daxwaza berdanê kir. Heyeta dadgehê jî daxwaza derbaskirina kêmaniyan kir.

Parêzer birayên Yildirim Rojhat Dîlsiz jî , di parastina xwe de di dosyayê de li ser îfadeyên aliyan derdikeve holê ku berpirsê bûyerê Midûrê Emniyetê Selçûk Erdogan e û got: “Lê ev kes weke bersûc di dosyayê de nehatine bicihkirin.” Dîlsîz anî ziman ku divê ev kes li dosyayê navê wan bê bicihkirin.

DAXWAZ HATIN REDKIRIN

Heyeta dadgehê piştî parastinê navberek kurt da rûniştinê, biryar hate girtin ku 19’ê Îlonê cihê bûyerê ya ku berê 3 caran hatibû plankirin ku bê kifşkirin. Heyeta dadgehê bi hinceta ku li gorî tedbîrên kontrola edlî bersûc tevger dikin, biryara girtinê red kir. Rûniştin taloqî 25’ê Cotmehê hate kirin.