Beriya serdana Erdogan li Wanê terora polîsan

Beriya ku Erdogan biçe Wanê polîsên Tirk bajar dorpêç kirin, bi ser malên gel de girtin.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp li Wanê piştî ku tevlî kongreya partiya xwe bû, wê avahiya Midûriyeta Emniyatê ya Wanê û avahiya xizmetê ya Şaredariya Tûşbayê veke.  

Beriya ku Erdogan were Wanê, terora wî hat. Polîsên Tirk gel seh dikin, li nasnameyê mirovan dipirsin, tim helîkoptêr diçe û tê. 

Li hemû deverên bajêr wêneyê Erdogna hatine daleqandin, ku piraniya şêniyên bajêr ji vê aciz in û gel dibêje, ew naxwazin Erdogan li bajarê xwe bibînin.

Polîsên Tirk beriya ku Erdogan were Wanê bi ser 50 malî de girtin, bi hinceta ku 'li malên we endamên rêxistinê' hene. Balkêş e, malên ku bi ser de girtin, malên wan kesan bûn ku dengê xwe didin HDP'ê.