Beriya mîtînga Colemêrgê Meşa Demokrasiyê destpê kir

Beriya mîtînga li Colemêrgê 'Meşa Demokrasiyê' destpê kir. Bang li gel hate kirin ku tevlî mîtîngê bibe.

Li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê wê di 13'ê Hezîranê de li Colemêrgê bi dirûşma 'Şaredarî yên gel e, em ê destûrê nedin desteserkirin' mîtîngek bê lidarxistin. Beriya mîtîngê li navçeya Şemzînanê Meşa Demokrasiyê destpê kir.

Destpêkê li ber avahiya DEM Partiyê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin. Tevî parlamenteran gelek kes tevlî bûn û meşvanan dest bi çalakiyê kirin. Meş wê 3 rojan dewam bike û li navenda Colemêrgê bi dawî bibe.

Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armût bang li her kesî kir ku tevlî mîtînga 13'ê Hezîranê bibe.

Parlamenterê DEM Partiyê Sarûhan Olûç jî got, "Ev têkoşîna edalet, azadî û demokrasiyê ye. Ev têkoşîn li her derê dewam dike. Têkoşîna me ya li dijî dijminatiya li gelê Kurd û desteserkirina îradeyê dewam dike. Ev yek têkoşîna demokrasî û demokratîkbûnê ye. Ev desthilatdarî desthilatdariyeke ku hez ji qeyûm dike. Ji 8 salan ve qeyûman tayîn dike û dest datîne ser îradeya gel. Qeyûm tê wateya talanê, diziyê, tinehesibandina îradeya gelê Kurd. Em ê vê ti carî qebûl nekin. Li her derê em ê têkoşîna xwe bi biryardarî dewam bikin. Ji bo mîtînga xwe ya 13'ê Hezîranê em startê didin. Ev têkoşîn wê dewam bike. Ev têkoşîn wê li her devera Kurdistan û Tirkiyeyê dewam bike. Em ê têkoşîna xwe bi berxwedêran, bi mirovên xwedî wijdan mezin bikin. Me di hilbijartinê de bersiv dan vê desthilatdariyê, em ê li kolanan jî bersivê bidin desthilatdariyê."