Berfê bandoreke giran li Kurdistanê kir

Berfa ku li Kurdistanê dibare, bi taybetî ya li herêma Serhedê, bandoreke giran li liv û tevgera mirovan dike. Ji ber berf û zîpikê, rêya bi sedan gund û gundikan hatin girtin.

Berf û zîpika ku li gelek bajarên Kurdistanê didê, kir ku mirov nema karibin xwe ji şûna xwe bilivînin. Ev du roj in berf bê navber didê. Lewma rêy abi sedan gundan hatin girtin. Gelek qeza ji ber berfê çêbûn û bi dehan kes birîndar bûn.

Bi taybetî li Wan, Colemêrg, Mûş, Bedlîs, Qers, Erdexan û Agiriyê, li gelek bajarên Kurdistanê berf gelekî dibare. Li gundan berfê bi qasî metreyekê erd girtiye. Rêya bi sedan gund û gundikan hatin girtin. Ji ber vê yekê jî mirov li gundan asê man û gelek nexweş nekarîn xwe bigihînin nexweşxaneyê.

Di dema şaredariyên DBP'yî de, rêyên ku ji ber berfê dihatin kirin, di demeke kin de ji aliyê tîmên şaredariyê ve dihatin vekirin. Lê belê li Wan, Colemêrg, Mûş, Agirî û li navçeyên wan ku şaredarî ji aliyê qeyûman ve hatine desteserkirin, ji bo vekirina rê ti kar nehatiye kirin. Li bajarên Kurdistanê hem qeyûm, hem jî ekîbên rêyên bejahî di vî warî de karekî nakin. Lewma gelek qeza çêbûn û rêya bi sedan gund û gundikan hîn girtî ne.

Ji ber berfê û qeşayê, li rêya navbera Wan-Erdîşê qeza bû. Ji ber qezayê 16 kes birîndar bûn. Şahidan gotin, di qezayê de 6 wesayit li hev qelibîne. Şahidan diyar kirin, ku berf 2 roj in dibare, lê ekîbên rêyên bejahî rê paqij nakin, xwê li rê nareşînin, lewma qeza çêdibin.