Bereya Piştevaniya Rojava li ser komkujiya Cindirêsê bang li qada navneteweyî kir

Bereya Piştevaniya Bi Rojavayê Kurdistanê re komkujiya Cindirêsê şermezar kir û got: “Êdî gelê Kurd vê rewşê qebûl nake, divê hêzên hevpeyman, welatên Rojava, hemû azadîxwaz piştgirî bide xelkê Rojavayê û komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike derxîne.”

Li Navenda Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Silêmanî Bereya Piştevaniya bi Rojavayê Kurdistanê re li ser komkujiya Cindirêsê bi tevlîbûna dehan kesî û nûnerên saziyên Rojava û welatiyan daxuyaniyek da.

Bereya Piştevaniya Bi Rojavayê Kurdistanê li ser komkujiya Cindirêsê ya 21’ê Adarê ya Newrozê bang li Welatparêzên Kurdistan, Saziyên Mafê Mirovan ên Navnetweyî, Parlementoya Kurdistan, Parlementoya Iraq, Hikûmeta Federal a Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Daxuyanî ji aliyê çalakvanê siyasî Îbrahîm Mihemd ve hate xwendin. Mihemd komkujiya li Cindirêsê şermezar kir û piştevaniya xwe ya ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan da.

Mihemd anî ziman ku şehîdkirina van çar welatiyên Kurd a li Cindirês a Efrîn a dagirkirî û got: “Peyameke reş û tarî ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ku piştgirî û hevkariyê dike ye. Ji ber ku dijmin û dagirker ji peyamî netewî, demokrasî û mirovahiyê ditirisn, rê nadin welatî li ser erdê xwe bijîn û rê nadin li taxa xwe jî agirê Newrozê dadin.”

Mihemd bal kişand ser dijminahiya dewleta Tirk a zêdetirî 5 sal in piştî dagirkirina Rojavayê Kurdistan û bi taybet Efrînê û wiha domand: “Li Rojava û Efrîn rojane bûyerên kuştin, revandin û talanê tê kirin.

Li gorî rapora mafê mirovan a 300 hezar mal koç kirine. Ji derveyî guherîna demografî 400 hezar malên Ereb li mal û milên Kurdan bicih bûne. Her wiha 500 mal ji Filistînê anîne. Zêdetirî 20 wargeh ji aliyê dewleta Tirk, Qeter u Kuwêt ve ji bo wan hatiye bicihkirin. Dîsa 64 dibistanên herêmên Kurdî hatine hilweşandin. 50 hezar xwendekar ji xwendinê mane. Li gorî rapora mafê mirovan di nava 5 salan de 8695 kesên sivîl hatine revandin, daristan û baxçe hatine talankirin. Dîsa 372500 darên zeytûnê hatine birîn. 13,500 darên bi berhem hatine şewitandin. Zêdetirî 12 hezar zeviyên çandiniyê hatine dagirkirin, 75 navendên çandî û dîrokî hatine talankirin û wêrankirin.”

Herî dawî Mihemd ev bang kir: “Êdî gelê Kurd vê rewşê qebûl nake, divê hêzên hevpeyman, welatên Rojava, hemû azadîxwaz piştgirî xwe ya ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê nîşan bide. Ew komên ku Tirkiye piştevaniya wan dike ji wir derxînin.”