Berê Çemê Dîcleyê tê guhertin

Ji ber çêkirina pira ji kevir a li ser Çemê Dîcleyê berê çem guherî. Ev yek bû sedem ku gelek masî bimirin.

Şaredariya Cizîrê ku ji aliyê qeyûmê AKP'î ve hatiye desteserkirin, li ser Çemê Dîcleyê dest bi çêkirina pireke ji kevir a ji bo peyatiyê kir. Pir wê 327 metre dirêj be û 11 çavên wê hebin. Proje bi telîmata qeyûm Faîk Arican dest pê kir. Bi vê projeyê re xweza tê talankirin.

Tê payin ku pir bi 25 milyon lîreyî di nava sal û nîvekê de bê çêkirin. Lê belê ekolojîst dibêjin, xisara li xwezayê dibe, wê salên dûr û dirêj bidome.

Ev çend hefte ne karê ji bo çêkirina pirê dest pê kiriye. Ji niha ve heriya li nava çem zêde bûye û masî dimirin. Ji ber ku xîz ji nava çem tê derxistin, lin deverên çem kûrtir dibin û ev jî rê li ber metirsiyê vedike ku mirov dikarin tê de bifetisin. Toz û gemara ku ji ber makîneyên kar derdikeve, li Cizîra ku pileya germê digihêje 40'î, bêhnê li mirovan diçikîne.

Ekolojîst Guner  Yanliç diyar kir ku bi vî karî re wê taybetmendiya xwezayî ya Çemê Dîcleyê xera bibe, herikîna avê wê biguhere û şênkatiya li dora çem wê ji holê rabe. Yanliç got, "Çem ekosîstem in û xwediyê mala zindiyên nava avê ne. Zilê li wir hatine tinekirin û ev yek ji xisarên herî mezin ên li wir e."

EKOLOJÎST YANLIÇ: JI BO ÇI Û JI BO KÊ TÊ ÇÊKIRIN?

Yanliç işaret bi pirsên li ser projeyê kir û got, "Der barê vê projeyê de em van pirsan dikin: Ji bo çi û ji bo kê tê çêkirin? Eger ji bo pirê, di çarçoveya pêdiviyên gel de malzemeyên xwezayî û xwecihî tê bikaranîn û li gorî şertên ÇED'ê tê çêkirin em ne li dij in. Lê belê eger xizmetê ji sermayeyê dike ya jî ji bo xwedîderketina sermayeyê tê çêkirin, em hingî li dij in. Em biryarên navendîparêz û kêfî qebûl nakin."

Yanliç got, ji ber ku xîz ji nava çem tê derxistin, herî zêde bûye û wiha pê daket: "Ji ber ku kortên ji ber ocaxên xîzê rû dane bi malzemeyên hemta nayên dagirtin, kortên mirinê derdikevin holê. Ewqas pereyê zêde yê ji bo çêkirina pirê tê bikaranîn, li şûna pirê dikarîbû ji bo parastina çem bihata xerckirin. Ji bo kargehên talanker ên li dora çem ji herêmê bên derxistin, girîng e ku pir ji bo peyayan bi malzemeyên xwezayî (kevir) were çêkirin. Lê belê ev proje ji bo zêdekirina sermayeya alîgirên AKP'ê ye."

'DIVÊ PROJE PÊŞKÊKÎ GEL WERE KIRIN'

Yanliç destnîşan kir ku yek ji sedemên bingehîn ên guhertina berê çem, ocaxên xîzê ne û got, "Yanî ji bo çêkirina pirê divê rapora ÇED'ê bê girtin û li gorî rapora ÇED'ê di çarçoveya pêwîstiyê de divê bê çêkirin. Beriya her tiştî projeyên bi vî rengî divê pêşkêşî gel bên kirin û destûra gelê xwecihî bê girtin."

Yanliç careke din diyar kir ku pira bê çêkirin divê bi kêrî cemaweriyê bê û got, "Eger pir wê were çêkirin, pêwîste xizmetê ji kargeh û kafeyan re neke. Divê qiraxa çem pêşkêşî bazirganiyê neyê kirin. Girîng e qiraxa çem bê tespîtkirin û heta 100 metreyî nêzî çem divê avahî neyê lêkirin."