Berdana Yuksekbag ê 30 sal in girtî ye 9 meh hat taloqkirin

Berdana girtî Seracettîn Yuksekbag ê 30 sal in girtî ye 9 meh hat taloqkirin.

BERDAN HAT TALOQKIRIN

Girtî Seracettîn Yuksekbag (55) ê ku ji sala 1993’yan ve ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Amedê ve hat girtin û cezayê muebedê lê hat birîn, dîsa nehat berdan. Bi îdiaya “halê nebaş” berdana Yuksekbag bo 9 mehan hat taloqkirin. Divê ew di 29’ê Mijdara 2023’yan de bi şert bihata berdan lê 6 meh û 2 roj berdana wî hatibû taloqkirin. Ev 6 mehên taloqkirî temam bû û dîsa berdana wî hat nirxandin û vê carê 9 meh û rojek hat taloqkirin. 

Yuksekbag niha li Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa T a Rihayê girtî ye. Desteya Îdare û Çavdêriyê ya girtîgehê bi hinceta cezayên disiplînê li Yuksekbag hatiye birîn berdana wî taloq kir. 

Wê berdana Yuksekbag di 25’ê Adara 2025’n de carek din were nirxandin.