Berçem Cizîr: Gerîla di sekvaniyê de şareza bûye

Gerîla Berçem Cizîr destnîşan kir ku gerîla di sekvaniyê de şareza bûye û got, "Em bi derfetên kêm rêbazên dû diafirînin û encamên mezin bi dest dixin."

Gerîlaya HPG û YJA Starê Berçem Cizîr ku sekvan e, qala branşa xwe û rola sekvaniyê di têkoşîna gerîla de kir.

Berçem Cizîr got, "Di demekê de ku êrişên dijmin ên li ser gel û gerîla di asta herî bilind de bû, tevlî nava refên têkoşînê bûm. Ji bo hilanîna tola gelê xwe, ji her alî ve gerîla bala min kişand. Min giranî da ser branşa sekvaniyê. Lewma dema ku tevlî bûm, min yekser pêşniyar kir ku tevlî perwerdeya sekvaniyê bibim. Ji hingî ve hewl didim ji aliyê pisporiyê ve xwe bi pêş bixim û derbên mezin li dijmin bixim. Bêguman ji bo serxistina vî karî pêwîstî bi hezkirin û daxwaza vî karî heye. Di sala 2014'an de min perwerdeya sekvaniyê dît. Bêguman rola hevalên ku perwerde didan gelekî zêde bû."

Gerîla Berçem Cizîr bal kişand ser taybetmendiyên sekvaniyê û got, "Ji bo sekvaniyê pêwîstî bi hesasiyet û dilsoziyê heye. Divê hem mirov di branşa xwe de xwe bi pêş bixinin hem jî kesayetiya xwe. Her ku te rahişt çekê divê ew kelecana te timî hebe. Mirov çiqasî li ser çekê serwer be, çiqasî kesayet û çek xwe bigihîne hev, ewqasî jî bi ser dikeve. Tu çiqasî ji çeka xwe hez bike, ewqasî jî tê encamê bi dest bixe.

Yek ji xalên girîng ku divê mirov li ser bisekine jî mijara kamûflajê ye. Divê kes nizanibe ku sekvan li ku ye. Sekvan û çeka sekvaniyê pêwîste bi bejahiyê re di nava hevsengiyê de bin. Weke ku yek wêne ye divê bê amadekirin.

Taybetmendiya vê branşê ew e ku tenê hemleyeke te heye, divê tu wê baş pêk bîne. Ji ber ev gav wê encama şer diyar bike. Ev taybetmendiya nepenîtiyê tirsê dixe dilê dijmin."

'ÇALAKIYA YEKEM HESTEKE CUDA YE'

Gerîla Berçem Cizîr qala çalakiya xwe ya yekemîn kir: "Çalakiya min a destpêkê ji bîra min naçe. Dema çalakî pêk hat, weke ku mirov difire hestek bi mirovan dikeve. Her çalakiya ku pêk dihat kelecan û dilsoziya mirovan a bi sekvaniyê zêde dikir. Di hin çalakiyan de gelek hevalên sekvan cihê xwe digirtin ku diketin pêşbaziyê bê kî dikare herî zêde derbê li dijmin bixe."

'SEKVANÊN PKK'Ê BÎRDOZÎ NE'

Gerîla Berçem Cizîr diyar kir ku di nava PKK'ê de sekvanî pîşeyekî cuda ye û got, "PKK di kesayetiya mirovan de têgihiştina bikaranîna çekê diafirîne. Çima em şer dikin, çima em vê branşê bi pêş dixin, vê têgihiştinê dide mirovan. Ev têgihiştin jî dike ku girêdanek bi çekê re çêbibe. Lê di nava artêşên din de ev zanebûn tune ye. Sekvaniya li nava artêşên din ji bo qetilkirin û tespiandina serhildanên gel tê bikaranîn. Gelek artêş jî bi pereyan kesayetên wiha ava dike, ew ne sekvanin, ji bo berjewendiyên xwe ew mirovan dikujin. Sekvan ew kes e ku bi bîrdozî û doza gelê xwe ve girêdayî ye. Dibe ku derfetên artêşên din pir zêde be û derfetên me kêm bin. Lê belê gerîla ji xwe bi vî rengî dibe gerîla. Bi derfetên kêm rêbazên nû diafirîne, encamên mezin bi dest dixe."