Ber bi rastiya gelê şerker ve
Tevî ku pêvajo bi dijwarî derbas dibû jî PKK hatibû avakirin û têkoşîn her ku diçû ber bi rastiya gelê berxwedêr ve diçû, yanî ber bi şerê gel ê şoreşgerî ve diçû.
Tevî ku pêvajo bi dijwarî derbas dibû jî PKK hatibû avakirin û têkoşîn her ku diçû ber bi rastiya gelê berxwedêr ve diçû, yanî ber bi şerê gel ê şoreşgerî ve diçû.
Piştî civîna 6 kesî ya li Bendava Çûbûk a Enqereyê ya bi pêşengtiya Rêber Apo, pêvajo bi dijwarî derbas bûbû. Di serdemeke zextê û despotîk de gotina ‘’Kurdistan Dagirkirî ye’’ a ji bo gelê Kurd û tevgerên şoreşger, pêngaveke dijwar bû û gelekî wêrektî hewce dikir. Bi gotina Rêber Apo, zorbetî ne ji hêza zêde ye, ji cewhera faşîzma Tirkên Spî û ji derdora wê ya psîkolojîk-çandî ya fetsîner e.
Rêber Apo, vejîna tevgera neteweyî ya Kurd a di serdema ku dewleta Tirk di warê komkujiya çandî xwe gihandiye astên herî jor de, dişibîne vejandina miriyan. Rêber Apo diyar kiribû ku di atmosfera cûntaya 12’ê Îlonê de ji bo vejîn û pêngaveke xurt Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ne guncav in û divê ji bo demekê derkeve derveyî welat. Ji bo ku pêngavên şoreşgerî yên Ewropayî ne guncav bûn, îfade dike ku Rojhilata Navîn ji bo armancê guncavtir e. Ji ber vê yekê Rêber Apo, weke kesên din Ewropayê weke qada xebata navendî ya stratejîk hilnabijêre.
BÊYÎ ŞER NABE
Rêber Apo diyar dike ku şert û merc hewce dikin ku li hundir PKK’ya şoreşger ya şer dike û derve jî tifaqa li gel rêxistinên din û dewletên reel sosyalîst werin pêşxistin û têkildarî şerê nasnameya azad van yekan tîne ziman: ‘’PKK’ê bi têra xwe hêviya jiyana azad dida lê belê gotinên îdeolojîk ji bo jiyana azad tu carî têrê nedikirin. Ji bo vê jî avakirina PKK’ya ku şer dike, qonaxeke mecbûrî bû. Bêyî faktora şer tu azadî nedihat bidestxistin; dev ji jiyana azad berdin, me nedikarî em nasnameya xwe ya xweser jî bi dest bixin. Tişta ku li Enqereyê xeyala wê dihat kirin, dûrî jiyana azad bû; tişta ku xeyala wê dihat kirin belkî jî bidestxistina navekî têkildarî nasnameya xweser bû. Gelek metirsiyên vê jî hebûn. Di encam de her çend metirsiyên wê hebûn jî, Nasnameya xweser a Kurd weke nav hatibû bidestxistin. Nedibû ku pêngava duyem a mezin, dubarekirina tişta ku hatibû bidestxistin bû. Dê şerê ji bo azadiya nasnameyê bihata kirin.
Ger tu azadiyê bixwazî tu yê hebûnê bi dest bixî û ger tu hebûnê bixwazî tu yê azadbûnê bibî. Heya ku rastiyên hêza fîzkî li ber çavan neyên girtin, têkildarî wan çalakiyek neyê lidarxistin û têkoşînek neyê meşandin, ne hebûn û nasname û ne jî azadî tên bidestxistin. Rewşa çalakbûna PKK’ê di nava gel de piştgiriyeke mezin girtibû. Her çend di nav de nediyarî hebin jî, stratejiya şerê rizgariya neteweyî ê antî-kolonyalîst ê di destpêkê de di nava xwede rastiyên girîng dihewand û ji ber vê yekê jî piştgiriya wê dihat kirin. Dîsa girêdayî vê stratejiyê hin çalakiyên sînordar bi eleqe û piştgiriyeke mezin hatibûn pêşwazîkirin. Dema me berê xwe dida Rojhilata Navîn me didît ku têkildarî pirsgirêka hebûn û azadiyê nîqaş dihatin kirin.’’
ŞERÊ LI HEMBERÎ DAGIRKERIYÊ YÊ TEQEZ
Rêber Apo destnîşan dike ku ew ji hewcedariya Şerê Gel ê Şoreşgerî bi biryar in û îfade dike ku li hemberî zîhniyetên zordest ên xwe dispêrin ‘’yek welat’, ‘yek ziman’, ‘yek çand’, yek al’ û hwd. bes bi xweparastina bi rê rêbazên dijwar pêkan e. Rêber Apo van nirxandinên girîng dike: ‘’Şerên gelêên şoreşgerî yên serdemê hatibûn lêkolînkirin. Esasgirtina ev modela şerê rizgariya neteweyî bivênevê bû. Modeleke şerî ya wisa bû ku ji qonaxa komê heya amadekariyên li Rojhilata Navîn mohra xwe li pêvajoyê dida. Şerê gel ê şoreşgerî hemû perwerde û civînên wê, di konferans û belgeyên kongreyê de dihat lêkolînkirin, nîqaşkirin û girêdayî biryaran mijara seke bû.
Pêkanînên derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê, di serî de Girtîgeha Amedê, êşkenceyên hovane yên li girtiyan dihat kirin û qadên jiyana civakî yên bi temamî veguherandibûm kampên komkirinê tavilê destpêkina pêngava stratejîk ya nû hewce dikir. Darvekirin di dewrê de bûn. Rojiyên mirinê dest pê kiribûn. Dema kirina tişta hewce bû. Dîrok derengman efû nedikir. Jixwe çalakiyên têkildarî xweparastinê qet nesekinîn. Pêngava 15’ê Tebaxê di terzeke gelekî derengmayî, zêde serneketî û bi awayê ku li hemberî amadekariyên me nebû bersiv, hatibû destpêkirin. Ji çalakiyê wêdetir wateya wê ya dîrokî û rojane girîng bû.
Ji sala 1987’an û heya 9’ê Cotmeha 1998’an heya ji Sûriyeyê derketim, min bi xwe pêngavên nuwaze û domdar amade kirin û hewl da ku oportunîzma dihat ferzkirin û JITEM û kontrgerîlayên ku ev yek gelekî baş bikar dianîn, pûç bikim. Di dawiya sala 1998’an de jî pêngava me ya şerê gel ê şoreşgerî yê dîrokî nehatibû tasfiyekirin. Lê belê em gelekî dûrî serkeftina ku dihat hêvîkirin jî bûn.’’
NÊZÎKATIYÊN TESFIYEKER, RÊBERTIYA TAKTÎKÎ YA KÊM
Rêber Apo, her çend xwestibû di pêvajoya ji 1987’an heya 1988’an de serkeftinekê bi dest bixe jî ev yek zêde pêş neketibû. Ji ber tasfiyeker, îxanet û kontrgerîlayên di nava PKK’ê de ev yek pêk nehatibû. Gelek zirar û jirêderketinên îdeolojîk pêk hatibûn. Di pêvajoya 2002-2004’an de di revên ku hejmara wan ji hezarî derbas dibû de, hê di destpêkê de derbasbûna ber bi rastgirêyê ve bandoreke xwe ya mezin hebû. Bi taybetî jî di bin navê Çeteya Çaran (Zekî, Cemalê Terzî, Cemalê Kor û Hogir) de ku em ‘sîxuran tespît dikin’ bi sedan gerîla hatibûn qetilkirin. Gelek sergerde li şûna ku vî şerê gel pêş bixin, veguherîbûn kontrgerîla, çete û tasfiyekerên ku li hemberî vî şerî dibûn asteng.
Gerîla jî hêza xwe ya lêdana taktîkî winda kiribû, bi çavtarî êrîşî qereqolan kir û gelek windahî dan. Şerê gel ê şoreşgerî bi plan pêş nexist û li dijî êrîşên dijmin tedbîr negirtibûn. Rêber Apo dibêje, di nîşaneyên heyî de ezezîtî, ji rê derketin û xiyanet eger çênebiba, dibe xweseriya neteweyî tam çênebiba jî lê çareseriyeke guncaw wê bi hêsanî pêk bihata. Lê belê tam berevajî vê çêbû û di encamê de hemû barê şoreşgeriyê ket ser milê Rêber Apo û bi vê yekê re jî Komploya Navneteweyî ya 1998’an ket dewrê.
Di nava PKK’ê de her çendî ku pirsgirêkên pir cidî yên mîna vê qewimîbin jî, Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hate xurtkirin. Şoreşa ku dihat xwestin pêk nehat, lê di nava şoreşê de şoreş hatibûn kirin. Têkildarî cejna vejînê, rastiya gel û milîtanên ku ji bo azadiyê şer dikin û şoreşa jinên azad di jiyana civakî ya pratîkî de û di aliyê zihniyetê de şoreşên mezin pêk hatin. Bi vî rengî zemînê pêşketina Netewa Demokratîk jî çêdibû.
EGER SIYASETA DEMOKRATÎK NEBE
Rêber Apo di Parêznameya xwe ya 5’emîn de tespît kir ku eger li ser bingehê siyaseta demokratîk çareseriyek pêş nekeve, divê weke nasnameya stratejiya şerê gel ê şoreşgerî û amûra esas a bidestxistina azadiyê were ceribandin; diyar kir ku ew bawer dike çareserî wê bi siyaseta demokratîk pêk were û helwesta xwe wiha diyar kir: “Ji bo vê yekane şertê esas ê pêwîst ew e ku hikûmetên Tirkiye, Sûriye û Îran (hêzên diyarker ên desthilatdariyê) di aliyê siyasetê de ji bo çareseriyê îrade nîşan bidin. Di rewşeke berevajî de ya bikeve rojevê, çalakiya şerê gel ê şoreşgerî ya kevin lê nûbûna xwe hîn diparêze û şêwazê vê yê herî pêşketî şerê gel ê şoreşgerî ye.”
Rêber Apo destnîşan kir ku ji xeynî nirxandinên girîng, siyaset û zihniyeta qirker encam nagire û ev tişt anî ziman: “Berê dema bi taktîkên jirêzê dihat ceribandin, şerê gel ê şoreşgerî serketina xwe îspat kir. Nabe ku piştî evqas tecrubeyan encamê negire. Qirkirin pêk bên jî encam nayê guhertin. Piştî evqas teşhîr û tecrîdê, domandina rêbazên qirkirina çandî nayê hêvîkirin. Wê hin hêz hebin ku di van rêbazan de israr bikin, encam wê bi şêwazeke hîn nerênîtir ji wan re nebaş be. Li vir pirsgirêka esas ew e ku pêdiviyên şerê gel ên berê nehatine biserxistin, bi rengekî rast û têrker bên bicihanîn.”
Wê dewam bike...