NÛ BÛ

Li dijî tecrîda li Îmraliyê wê 18'ê Mijdarê ber bi Gemlîkê ve meş bê lidarxistin

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk diyar kir ku di 18'ê Mijdarê de wê ber bi Gemlîkê ve 'Meşa Azadiyê' bê lidarxistin.

Konferansa Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) a li Amedê bi axaftinan dewam dike. Piştî Hevserokên Giştî yên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk axivî. Ozturk beşdar silav kir û bi bîr xist ku Peymana Lozanê 100 sal li pey xwe hiştiye û got, li Lozanê Kurd tune hatin hesibandin. Ozturk ragihand ku di vê demê de li hemberî komkujî û êrîşan berxwedan hate kirin.

Ozturk anî ziman ku mejiyê 'Kurd nîne, hebe jî ji bo xizmetê ji Tirkan re bike heye' di vê demê de bi 'Plana têkbirinê' dewam kiriye û ragihand ku hewl tê dayin ku Kurd bê îrade û bê statu bê hiştin. Ozturk diyar kir ku êrîşên li ser cografya Kurdistanê hemû bi vê armancê hatine kirin û got, "We her tişt kirin. Beriya 10 salan gotin 'em ê biqedînin'. Lê belê nekarîn biqedînin. Ev salon vê peyamê dide we. Em jiyaneke bi rûmet dixwazin. Em azadiyê dixwazin. Ne tenê ji bo xwe, em ji bo hemû gelên bindest ên li Rojhilata Navîn azadiyê dixwazin. Em îro dibînin ku li Fîlîstînê gel çawa tê qetilkirin. Em zanin bê kî li hemberî sivîlan, jinan û zarokan komkujiyê dikin. Sedema vê jî mejiyê netewe dewlet e. Em destnîşan dikin ku ev yek çareserî nîne."

MEŞA BER BI GEMLÎKÊ VE

Ozturk nerazîbûn nîşanî tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û got, "Abdullah Ocalan her tim bû dengê aştî û azadiyê. Ji sala 1993'an û vir ve gelek hevdîtin hatin kirin. Her kesî encamên van hevdîtinan tecrûbe kirin. Di van hevdîtinan de me dît ku ji bilî netewe dewletê çareseriyek dikare bê peydakirin. Lê belê ji 5'ê Nîsana 2021'ê û vir ve li ser Birêz Ocalan tecrîdeke giran heye. Ev tecrîd li dijî demokrasî, jiyana wekhev û azadiyê ye. Ji ber vê yekê di 18'ê Mijdarê de em ê ji her devera Tirkiyeyê ber bi Gemlîkê ve dest bi 'Meşa Azadiyê' bikin. Yên ku aştî, demokrasî û azadiyê dixwazin divê tevlî vê meşê bibin. Ev tecrîd ne ya qebûlkirinê ye. Tecrîd li dijî demokrasî, azadiyê ye. Heta ku tecrîd dewam bike em ê li ber xwe bidin. Ji bo azadiya Birêz Ocalan têkoşîna me wê dewam bike. Bi vê meşê em ê sekna xwe ya têkildarî vê yekê nîşanî tevahiya cîhanê bidin."