Hikumeta AKP’ê ku beriya hemû hilbijartinan soza çareserkirina kêşeya bêkariyê dide, niha jî soza heman tiştî da. Lê bêkarên li Wanê dibêjin, ev 15 sal in ku AKP nikare kêşeya bêkariyê çareser bike û êdî baweriyê bi vî tiştî naynin.
ANF
WAN
sêşem, 14 adarê 2017, 09:48
Hikumeta AKP’ê beriya referandûma 16’ê Nîsanê îddîa dike ku wê kêşeya bêkariyê ya ku her roj mezintir dibe 'çareser' bike. Wekî gelek kêşeyên din kêşeya bêkariyê jî wekî veberhênana hilbijartinê tîne ziman. Li Wanê ya ku hejmara bêkarên tomarkirî digihêje 46 hezarî, bêkar diyar dikin ku hikumeta AKP’ê beriya her hilbijartinê gel dixapîneç Bêkar dibêjin, "êdî em bawer nakin ku kêşeya bêkariyê bibe û beriya her tiştî heke aştiyek pêk were, encax wê çaxê wê hemû kêşe çareser bibin."
Her roj bi sedan bêkar tên qehwexaneyên karkeran ên li Kolana Mehmet Efendî ya li Bajaroka Rêya Armûşê ya Wanê. Mehmet Aşkan diyar kir ku ji sala 1994’an heta niha her dem tê qehwexaneya karkeran û ragihand ku, di pêvajoya aştiyê de karên wan baştir bûn lê ji ber şer van salên dawî êdî kar nemane. Aşkan bi bîr xist ku, her hefte zemeke nû çêdibe û ji bo qirkirin û xela neyê jiyîn di referandûma destûra bingehîn a nû de divê her kes bibêje 'na'.
'EM JI AKP’Ê BAWER NAKIN'
Serhat Yalçin jî diyar dike, bêkariya li Wanê hingî zêde ye ku mirov nikare bi hejmarên fermî qal bike û dibêjê, bi hêviya ku karekî bibîne her roj tên qehwexaneyê û destvala vedigerin. Yalçin diyar kir ku, her çiqas ne li xema rêveberan be jî mirov li jêr sînorê birçîbûnê dijîn û got, "AKP her carê dibêje em ê kêşeya bêkariyê çareser bikin lê em jê bawer nakin. Ji ber ku bi salan e li ser hikum e û ev kêşeyên hanê çareser nekiriye. Em ne bawer in ku ji îro şûnde jî karibe çareser bike."
'AKP KARKERAN BI BERTÎLAN LI SAZIYAN BI CIH DIKE'
Suleyman Cindan ê ku li qehwexaneya karkeran li benda kar e got, "Em li welatekî wisa ne ku mirov bi rihetî nikare fikrên xwe derbibire û ji ber ku fikra mirovên li bajarên herêmê cihê ne, jiyana wan di xetereyê de ye." Cindan got ku, rêveberên welat di televîzyonan de diyar dikin ku, kesên yekser dibêjin 'na' terorîst in û zextê li wan dikin. Cindan gazin kir ku îradeya wan a azad tê binpêkirin û pirsî, "Kesên li ser vî welatî ne, a niha nikarin mafê vî gelî bidin, gelo piştî ku 'erê' derkeve wê çawa bide?" Cindan bal bir ser vê yekê ku, li Wanê AKP bi torpîlê kesan dixe kar û ji ber ku AKP bi 2 hezar lîreyan ji wan distîne nerazîbûn nîşan da. Cindan got, "Li Wanê milyonek însan hene. Ma ew ê hemûyan bi bertîlan têxin kar? Yên dikevin kar piştî 2 mehan ji kar tên derxistin. Divê vê pergala ku mirovan dixapîne êdî hilweşe. Ez ê di referandûmê de bibêjim 'na'."
'ISRARA DI ŞER DE, JI BO GEL XISAR E'
Jimêryar Orhan Bayram jî da xuyakirin, ku bi taybetî ciwan betal in û heta niha tekane tişta ku dewletê kiriye, avakirina nêvenga şer e. Bayram got, "Hikumeta AKP’ê ev serê 13 salan e ku dibêje ez ê kêşeya bêkariyê çareser bikim lê hemû jî vala derketin. Xwendekarên Zanîngehan hemû betal in û roj bi roj asta perwerdehiyê jî dikeve. Heke îro awayê rêveberiyê baş bûya wê kêşeya bêkariyê jî nebûya. Kêşeya sereke ev e ku, ji dêvila çareseriyê di şer de israr tê kirin. Nexwe şer tê hesabê wan. Divê gel vê carê nerazîbûna xwe bi awayekî xurt derxe holê û bibêje 'na'. Divê gel bi culhet diyar bike ku, dewlet ji aliyê kesekî ve nayê birêvebirin."
'ÇI DIBE BILA BIBE, BILA AŞTÎ PÊK WERE'
Alî Ozdemîr ê ku bi ereboka hemalan a sê teker bar diguhêzîne got ku, betalî rewşeke dijwar e û mirov êdî nikarin nan bibin mala xwe. Ozdemîr got, "Tekane çareseriya kêşeya bêkariyê, aştî ye" û diyar kir ku, êdî ew naxwaze li xerîbiyê bixebite û bi vekirina fabrîqeyên li Wanê divê qadên kar jî werin vekirin. Ozdemîr da zanîn, gelekî zehmet e ku mirov bi ereboka hemalan debara xwe bike û got, "Referandûm li ser derewan hatiye ava kirin, hilbijartineke wisa ye ku tenê ji bo berjewendiya takekesî ya kesekî tê amade kirin. Ji bo berjewendiya xwe ye. Berjewendiya gel tê de tune. Di warê dengdanê de tercîha mirovan cihê ye, bila ya min ji min re bimîne lê çi dibe bila bibe, divê aştî pêk were."