Bedrettîn li rêberê dilê xwe guhdarî kir

Bedrettîn ku yekane zarokê malbata Beyret e û bavê wî li girtîgehên Tirk tê girtin, li nava refên YPS'ê şehîd dibe. Dayik Narinç Beyret, di meha Adarê de encamên DNA'yê digire, lê cenaze nadin wê. Dayikê qala kurê xwe yê pê serbilind e kir.

Hê du mehî bû bavê wî hate binçavkirin û girtin. Bavê xwe li girtîgehên Tirkiyeyê nas kir, ku ev 25 sal in girtî ye. Zarokê yekane yê malbatê bû, hê di 16 salî bû ku wî jî ew girtîgeh nas kir. Bi dayika xwe re mezin bû, qet nexwest dilê wê bihêle, lê belê dema berxwedanê li Nisêbînê dest pê kir, destûr ji dayika xwe xwest, ku ji bo xatirê wê leşkeriya Tirk jî kiribû. Bedrettîn Beyret (Rêber Yadîgar) bû endamekî YPS'ê, tevlî berxwedanê bû. Dayika wî bajar neterikand. Bi şehadeta wî hesiya, lê bawer nekir. Endamên testa DNA'yê beriya sê mehan zelal bû. Dayika 47 salî Narinç Beyret hê cenazeyê kurê xwe negirtiye. Dibêje, "Her çend canê min dişewite jî, gelekî bêriya wî dikim jî, ez pê serbilind im. Bedrettîn di rêya şeref û rûmetê de berdêl da. Bavê wî jî mîna min difikire. Ew û rêya wî jê bawer dikir, wê her tim di dilê min de bin."

Malbata Beyret, ku bi eslê xwe ji Botanê ne, ji ber zexta dewletê li Nisêbînê bi cih dibe. Dema ku bavê wî hate girtin, hê du  mehî bû. Dayika Bedettîn Narinç Beyret ji ANF'ê re qala kurê xwe yê di nava refên YPS'ê de şehîd bû, kir.

HER TIM XWEST ZÛ MEZIN BIBE

Bedrettîn di 15'ê Tîrmeha sala 1994'an de li Nisêbînê ji dayik bû. Hê du mehî bû, bavê wî hate binçavkirin û girtin. Cezayê girtina heta bi hetayê li bavê wî hate birîn. Ev 25 sal in li girtîgehên Tirk dîl tê girtin. 7 car in sirgûnî girtîgehên cuda tê kirin. Mezinbûn ji bo Bedrettîn, ku bavê xwe qet li cem xwe nedît, ne hêsan e. Di nava jiyaneke gelekî giran de mezin dibe. Dayika wî jê re hem dibe dê hem jî bav. Hê di zarokatiya xwe de dest bi lêpirsîna li rewşa bavê xwe dike. Dayika Narinç destnîşan dike ku wê di nava pirsgirêkên giran ê madî de yekane kurê xwe mezin kiriye û dibêje, "Ji ber vê yekê kurê min bêyî zarokatiya xwe bijî mezin bû, xwest zû mezin bibe."

PERWERDE NEXWEST

Dema derfetê dibîne diçe serdana bavê xwe û wî li wir nas dike. Piştî pola 7. ji sîstema perwerdeyê ya Tirk qut dibe. Ji diya xwe re dibêje, ku ew dixwaze êdî bixebite. Tevî dayika xwe dest bi karê demsalî dike. Dema ev kar diqede jî li înşaetan dixebite. Mirovekî karker û hestyar e.

DI 16 SALIYA XWE DE HATE GIRTIN

Di nava jiyana xwe ya ji rêzê de her tim dikeve nava lêgerînan. Ya di dilê wî de ew e, ku biçe serê çiyê. Bi vê lêgerînê, cihê xwe di nava karên siyasî de digire. Bi hinceta ku tevlî cejna Newrozê û hin çalakiyan bûye, hê di 16 salî de tê binçavkirin û girtin. 3 mehan li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê tê hiştin.

NAXWAZE DILÊ DAYIKA XWE BIHÊLE

Gava ku dema leşkeriyê tê, dibêje ku naxwaze biçe leşkeriya Tirk. Dayika wî digirî, tenêbûn û bêçaretiya xwe nîşan dide û zorê dide wî. Naxwaze dilê dayika xwe bihêle û diçe. Dayik Narinç qala vê rewşê dike: "Piştî ku çû dixwaze jê bireve. Hewl da min qanih bike, lê min her carê israr kir û jê xwest, ku biqedîne û piştre bê. Ji ber ku bi min ve girêdayî bû, dilê min nehişt û ji bo min kir."

HEZKIRIYA WÎ HEBÛ, HURMET NÎŞAN DIDA

Tevî ku qala zewacê nake jî, hezkiriya wî hebû. Ji ber hurmeta dida hezkiriya xwe, dixwest bizewice. Ji xwe re kincê zavatiyê jî amade dike. Qîmetê nade pere, helwesta dayika xwe ya di vî warî de jî rexne dike. Dayika wî jî dibêje, hemû hewldana wê ji bo wî û bavê wî yê li girtîgehên Tirkiyeyê ye.

PIŞTÎ LEŞKERIYÊ BERÊ XWE DIDE NAVA REFÊN YPS'Ê

Çend meh piştî vegera ji leşkeriya bi zorê, li Nisêbînê xwerêveberî tê ragihandin û berxwedana li dijî êrîşên hêzên dewletê dest pê dike. Narinç Beyret wê demê qet ji bîr nake: "Kurê min hate malê, tiştek xwar, xwe şuşt û derket. Piştî ku ew derket, bavê wî bi telefonê geriya û li rewşa me pirsî. Ji ber ku min dizanîbû pêwîstiya wî bi pere heye, min jê re got, ku beriya ragihandina 'qedexeya derketina derve' ez ê biçim postayê û hinekî pere bişînim. Min kurê xwe li aliyê sûkê dît. Min jê xwest vegere malê. Dema vedigeriyam malê apê wî li min geriya û got, derketina derve hatiye qedexekirin û ji min xwest, ku em neçin malê, lê biçin cem wan. Ez jî çûm mala apê wî. Di rê de bi telefonê lê geriyam, lê min nekarî xwe bigihînim wî. Piştî ku gihîştim malê apê wî gelek caran bi telefonê lê geriya, lê telefona wî girtî bû."

DAYIKA WÎ JI BAJÊR DERNAKEVE

Dayika Narınç êdî bi her tiştî dihese û hîn dibe ku kurê wê di nava berxwedanê de ye. Tevî ku nikare xwe bigihîne wî jî, bi vê dihese. Heta dawiya şerê li Nisêbînê jî ji bajêr dernakeve û bi hêviya ku karibe rojekê wî bibîne, dimîne. Di dema qedexeya derketina derve de agahî jê re tê ku şehîd bûye. Naxwaze bawer bike. Dayik Narinç dewam dike: "Piştî demeke dirêj a berxwedanê û destpêkirina teşxîsa otopsiyê, min jî ji bo testa DNA xwîna xwe da. Li bajarê hate hilweşandin, şehadet çêbûn. Tevî ku taxa xaniyê me lê bû jî serûbin bû, ne xema min bû. Min her tim digot, bila tiştek bi serê kurê min Bedrettîn û hevalên wî neyê, cehnema mal, eşya û malê cîhanê kiriye. Ji bo tiştek bi serê wan ve neyê, min her tim dia dikir."

LI BENDA ENCAMA DNA DIMÎNE

Dayika 47 salî, tevî bajar û xaniyê xwe yê wêranbûyî naxwaze ji Nisêbînê derkeve. Zehmet jî be, li bajêr malekê kirê dike û li vir dimîne. Bala wê timî li ser encama xwîna xwe ye. Û dibêje: "Piştî çend mehan ji dozgeriyê agahî hat. Di Adara 2017'an de agahî dan min ku kurê min di berxwedana Nisêbînê de şehîd bûye. Di demeke nêz de agahî ji min re hat ku cenazeyê kurê min li Stenbolê ye. Hîn bûm ku kurê min Bedrettîn (Rêber Yadîgar) di Nîsana 2016'an de li Nisêbînê di berxwedanê de şehîd bûye."

NEKARÎ CENAZEYÊ KURÊ XWE BIGIRE

Dayik Narinç Beyret ku hê nekariye cenazeyê kurê xwe werbigire û li benda vê ye, wiha dewam kir: "Kurê min ji bo min mirovekî gelekî girîng û taybet bû. Min bi wî nefes digirt û dijiyam. Ji xwe ji bilî wî kesekî min tine bû. Her çend canê min dişewite jî, gelekî bêriya wî dikim jî, ez pê serbilind im. Bedrettîn di rêya şeref û rûmetê de berdêl da. Bavê wî jî mîna min difikire. Mîna bi sedan hevalên xwe, wî jî ji bo gelê xwe, ji bo axa xwe canê xwe feda kir. Li pêşberî neheqî û zilmê bêdeng nema û li ber xwe da. Ew û rêya wî jê bawer dikir, wê her tim di dilê min de bin."