'Bê çareserkirina pirsgirêka Kurd, Rojhilata Navîn aram nabe'

Cûdî: Bê Kurd ne Rojhilata Navîn aram dibe ne jî ava dibe, bê Kurdan wê ti tişt birêve neçe, eger di asta cîhan de dixwazin bi aramî bijîn divê pirsgirêka Kurd çareser bikin.

Nivîskar û rojnamevan Hesen Cûdî derbarê pirsgirêk û aloziyên Rojhilata Navîn û bi taybetî pirsgirêka Kurd a li herêmê ji ajansa me re axivî û got: “Em gel, rexmî ku xwedî dîrokekî kevnar in lê di sedsala bihurî de bi hemû awayî înkar û qirkirin li ser me hatiye ferzkirin û hewl hatiye dayîn ku di nava wê sedsalê de me ji holê rakin. Kurdan jî bi dirêjahiya wê sedsalê her tim bi dirûşmeya ‘Ey reqîb meye qewmê Kurd ziman’ bersiv dida dijminan ku rexmî wan hemû kuştin û komkujiyan waye em mane û nemirîne. Di wê sedsalê de bi rêya gelek peymannameyên wekî Lozan, Seidabad, Bexda, Cezayîr, her wiha Wasîngton û gelek peymannameyên din ve hewl dane Kurdan ji nav bibin. Pergala sermayeya cîhanî li Rojhilata Navîn li ser bingeha înkarkirina me ji dayik bû û damezra. Îro û piştî sedsalê ne tenê em ji holê ranebûn ber ku em di asta cîhanî de ji bo azadî û jiyanekî bi rûmet û hurmet bûne xwedî dengekî mezin.”

‘ME QONAXA MIRINÊ DERBAS KIRIYE, GIHIŞTINE ASTA AVAKIRINA PERGALÊ’

Cûdî derbarê şoreşa Kurd a li Rojavayê Kurdistanê ev nirxandin kir: “Piştî şoreşa Rojava stratejiya me ya niha ne tenê man e, ji ber ku jiyanekî azad û birûmet e. Êdî niha em ji dijminên xwe daxwaz nakin ku me nekujin, ji ber ku dijminê me vaye hildiweşin. Dijminên me niha di qonaxa hilweşîn û rizînê de ne. Erdogan bi hemû çeteyên xwe hewl dide Kurdan biqedîne, hewl dide wê atmosfera li Rojavayê Kurdistan çêbûyî ji holê rake lê nikare, ne tenê nikare beku mirina xwe jî nêzîk dike. Rêber Ocalan di pirtûka xwe ya bi navê Parastina Gelekê de dibêje ‘Eger Kurd bikare xwe be dikare rizgar bibe û her wiha hem dikare gelên dîtir jî bi xwe re rizgar bike hem jî pergala nû ava bike û pergala sermayedariya cîhanî jî hilweşîne.’ Me niha rewşa man û nemanê derbas kiriye û gihiştine rewşekî ku pergala xwe ava dikin.”

‘KURD WÊ FAŞÎZMÊ TÊK BIBE’

Cûdî wiha domand: “Wekî gelê Kurd, dîrokê ew erke sipartiye me ku hemû kevneperest bi destê me bêne têkbirin. Weke mînak tenê gelê Kurd karî DAÎŞ’ê bişkîne û îro jî faşîzm mehkûm e ku bi destê gelê Kurd têk biçe. Eger faşîzma dewletê Tirk neşikê wê DAÎŞ û terorîzm her bimîne. Erkê têkbirina faşîzmê ji gelê Kurd re hatî hiştin û Kurd jî ji bo azadiya xwe şerê faşîzmê dike. Kurd li tevahiya cîhanê bûye navenda şoreşgerî û navenda parastina nirxên mirovatiyê. Ji ber wê ye ku di heman demê de hemû kevneperestên cîhanê xwe dispêrin faşîzma Tirkî û hemû azadîxwazên cîhanê jî têne Rojavayê Kurdistanê û li gel me cihê xwe digirin.”

‘GELÊ KURD YEK DENG Û YEK HELWEST E’

Nivîskar û rojnamevan Hesen Cûdî di berdewamiya nirxandinên xwe de derbarê helwesta Kurdan ya di vê pêvajoyê de mînaka Başûrê Kurdistanê da û got: “Îro li Başûrê Kurdistanê pêngavekî mezin a boykotkirina malên Tirkî heye û di heman demê de alîkarya ji bo Rojavayê Kurdistanê bi awayekî çalak birêvediçe. Ev yek îspata wê rastiyê ye ku Kurd ji niha de yek deng û yek helwest e. Li Rojhilatê Kurdistanê jî bi heman rengî çalakiyên berfireh hene. Bi wê yêke re ew ên ku berjewendiya xwe di mana dewleta Tirkiyê û dagirkeriya wê de dibînin, çînekî talankar û girêdayî dijmin û çeş in. Ji bilî wê çînê jî piraniya Kurdan li gel xebat û berxwedaniyê de cihê xwe digire. Ew jî di dîroka Kurdistanê de ji bo cara yekem e ku gelê Kurd di wê astê de tevlî dibe.”

‘BÊ KURDAN TIŞTEK ÇARESER NABE Û CÎHAN JÎ ARAM NABE’

Cûdî di dawiya axaftinên xwe de behsa girîngiya çareseriya pirsgirêka Kurd kir û got: “Niha di asta hemû cîhanê de em bûne navendekî cuda. Me mînakekî cuda pêşkêş kiriye û wekî gelê Kurd û Têkoşîna azadiyê me ew qonaxa xeter a man û nemanê derbas kiriye û niha jî pirojeya xwe ji gelên cîhanê re eşkere dikin. Bê Kurd ne Rojhilata Navîn aram dibe ne jî ava dibe, bê Kurdan wê ti tişt birêve neçe, eger di asta cîhan de dixwazin bi aramî bijîn divê pirsgirêka Kurd çareser bikin.

Gelê Kurd bi berxwedanî û parastina ku li Rojavayê Kurdistanê nîşan da wêneyê Kurdê mezlûm û bindest ku tenê dizanî şer bike û yan jî xwe biparêze ji wê rewşê derxist. Kurd niha tenê şerker nîne beku siyasetmedar û dîplomate jî. Ji niha ve di destpêkekî mezin û baş de ne. Guhertin û pêşketinên mezin di rê de ne, ji bo azadî û damezrandina pergalekî biheybet û bi hev re jiyanekî dadperwerane gav diavêjin. Ji ber wê tekez Rojava serdikeve. Rojava dikare bi vîna gel bibe mînakekî ciwan ji bo gelên herêm û cîhanê.”