Bayindir: Êdî dema azadiyê ye
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, wê Kurdistan azad dibe û demokrasî were Rojhilata Navîn. Bayindir got, “Êdî dema azadiyê ye.”
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, wê Kurdistan azad dibe û demokrasî were Rojhilata Navîn. Bayindir got, “Êdî dema azadiyê ye.”
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir di konferansa partiya xwe ya li Amedê de axivî û hemû beşdar silav kir. Bayindir, got ku pergala Modernîteya Kapîtalîst a ku hewl dide bi komkujî û qirkirinan xwe li ser pêyan bigire li ber hilweşînê ye û ev tişt anî ziman: “Êdî tu hêz nikarin pêşî li vê têkçûnê bigirin. Rewşa şer a ku îro li Rojhilata Navîn didome jî encamên vê yekê ye. Hêzên hegemonîk ên navnetewî, Rojhilata Navîn kirine qada şer.”
Bayindir, di berdewamê de wiha got: “Şerê cîhanê yê Sêyemîn êdî rasterast destpê kiriye û li dijî nirxên mirovahiyê, bi berdêlên mezin didome. Di serî de Kurdistan, tevahiya Rojhilata Navîn bûye qada xwînê. Di sedsaliya salvegera Lozanê de hewldanên parvekirina Rojhilata Navîn ji nû ve ketine meriyetê. Rewşa Kurdistan, Afganîstan, Ermenistan, Azerbaycan, Iraq, Sûriye û Fîlîstînê jî vê rastiyê li ber çavan radixe. Bi şer û dagirkeriyê dixwazin pêşeroja gelan desteser bikin. Mixabin ev rewş îro gefên mezin li Rojhilata Navîn dixwe. Em dikarin bibêjin ku; Modernîteya Kapîtalîst herî zêde jî Kurdistanê dike hedef. Lewre baş dizanin ku Kurdistan û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd di têkoşîna li dijberî Modernîteya Kapîtalîst de xwedî têkoşîneke bi çi rengî ye. Ji ber vê yekê jî di sêrî de dixwaze tevî planên xwe yên mêtingeriyê li Kurdistanê bide destpêkirin.
Feraseta “perçe bike, parve bike û birêvebibe” ya netewe dewletiyê dibe sedema şer, krîz, alozî û kurbûna pirsgirêkan. Heya ku nasname û statuya gelan neyê qebulkirin wê tu caran xwîna li Rojhilata Navîn jî nesekine. Heke li dijberî feraseta “perçe bike, parve bike û birêvebibe” têkoşîneke mayînde nemeşe, dê tu pirsgirêk jî çareser nebin. Rêya çareseriyê bi têkbirina feraseta Netewe dewletiyê mimkun e. Di vî warî de, heke muxatabê pirsgirêkan esas neyê girtin, di çareseriyeke mayînde jî pêk neyê. Lewre, netewe dewletî bi gotineke din modernîteya kapîtalîst li ser “înkarkirina gelan” hebûna xwe diparêze.
Netewe dewlet, qirkirin û bişavtina çandî ye, înkara bawerî û kêmnetewan e, qirkirina nasnameya jinê ye, talan û hilweşandina xwazayê ye, yekperestî ye, nijadperestî ye û olperestî ye, perestiya pere û sermayayê ye, bi kurt û kurmancî netewe dewlet têkçûyîn e.
ÇARESERÎ WÊ BI CIVAKA RÊXISTINKIRÎ PÊK WERE
Ji ber vê yekê jî; ne li Rojhilata Navîn û ne jî li tu deverên din netewe dewletî tu caran nikare ji qeyranan re bibe çareserî. Modela Netewe dewletiyê nikare ji birîna Rojhilata Navîn re bibe derman. Ev yek pir zelal e. Em vê rastiyê îro di şerê navbera Fîlîstîn û Îsraîlê de jî baş dibînin. Li hemberî vê rewşê jî pirsek derdikeve pêş. “Navnîşana çareseriyê çi ye? Çareserî wê çawa pêk bê?” Tekane rêya çareseriyê Modernîteya Demokratîk e. Çareserî, li Kurdistanê azadî, li Rojhilata Navîn jî bi pêşxistina demokrasiyê mimkûn e. Di rêya pêşxistina demokrasî û azadiyê de civaka rêxistinkirî xwedî cihekî girîng e. Lewre azadî û xwerêxistinkirin bi hev re girêdayî ye. Ji ber vê yekê jî, li dijberî modernîteya kapîtalîst çareserî wê bi civaka rêxistinkirî pêk bê.
Modernîteya Demokratîk, li hemberî Netewe dewletiyê çarenûsa netewa demokratîk e. Di bin baskê vê formê de tevî bawerî, nasname û gelên bindest dikarin xwe bi azad îfade bikin. Modernîteya Demokratîk, jiyana komînal e. Û ev pergal ne dûrê me ye, ne jî xeyal e. Di vî warî de Rojava navnîşaneke girîng e. Li Rojava bi têkoşîneke dîrokî û bi kedeke mezin Modernîteya Demokratîk hat sazkirin. Encamên vê modelê jî em bi hev re baş dîbînin. Li gel tevî êrîşan, Rojava ji çand, bawerî û nasnameyên ji hev cuda re wargehî dike. Gelên Rojava îro bi hev re tovên azadiyê diçînin. Rojava nîşan da ku Modernîteya Demokratîk ne xeyal e. Di bin baskê civaka biexlaq û polîtîk de em ê li her deverê vê modelê bixin meriyetê.
PARASTINA MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK, PARASTINA MIROVAHIYÊ YE
Ji ber vê yekê divê em bi baldarî li ser pirgirêkên esasî bisekinin. Herî zêde jî divê li ser pirgirêka Kurd bê sekinandin. Lewre, heke pirgirêka Kurd çareser bibe, wê li Rojhilata Navîn aştî jî bi pêş bikeve. Ji bo jinan, kedkaran, bawerî û nasnameyan avakirina jiyaneke azad ne xeyal e. Me qala modela Rojava kir. Jiyana azad li Rojava pêk hat. Bi heman rengî, ji bo Fîlîstînê jî, ji bo Qerebax û Afganîstanê jî rêya çareseriyê Konfederalîzma Demokratîk e. Lli gel vê rastiyê, hêzên netewe dewlet bi hesabên qirêj nêzî pirgirêkan dibin. Çareseriya du dewletî ya ku ji bo Fîlîstînê tînin rojevê mînaka vê yekê ye. Em dikarin bêjin ku; navika Fîlîstîn û Rojava bi hev re girêdayî ye. A ku wê Fîlîstînê rizgar bike bi tenê Konfederalîzma Demokratîk e! Ji ber vê jî divê Modernîteya Demokratîk li her deverê bê parastin. DBP jî îro bi vê armancê rêwitiya xwe didomîne. Ji bo me, parastina modernîteya demokratîk parastina mirovahiyê ye.
Gelê me yê hêja, wekî ku hûn jî dizanin çend roj beriya niha Komara Tirk sedsala xwe tije kir. Di vê sedsalê de gelek geşedanên girîng pêk hatin. “Lê, ji bo gelê Kurd ev sed sal çawa derbas bû?” Mixabin di bersiva vê pirsê de “mêtîngerî û dagirkeriyeke mezin” derdikeve pêş. Sedsala Komara Tirk ji bo gelê Kurd bû sedsala mêtingerî û dagirkeriyê.
GELÊ KURD TI CARÎ SERÎ NETEWAND
Di yekemîn sedsala Komara Tirk de hêzên netewe dewlet raste rast statuya gelê Kurd hedef girtin. Ji bo gelê Kurd tune bikin di Lozanê de peywireke girîng dan dewleta Tirk. Bi destê dewleta Tirk hewl dan gelê Kurd bê statu bihêlin. Dewleta Tirk jî, ji bo gelê Kurd bê satatu bihêle Kurdistan kir qada dagirkeriyê, serî li îmha û înkara Kurdan da. Di vê çarçoveyê de, Dewleta Tirk polîtîkayên qetlîamê, bişavtinê meşand. Planên çokşikandinê xist meriyetê. Gelê Kurd qetil kir, xwezaya Kurdistanê talan kir, zimanê gelê Kurd qedexe kir, nasnameya Kurd înkar kir. Li dijî gelê Kurd jenosîd pêk anî. Ji Geliyê Zîlan heya Dêrsimê, ji Mereşê heya Roboskî û jêrzemînên Cizîrê me şahidiya vê rastiyê kir. Di makezagona darbeyê jî hewl da tevî sûcên xwe rewa bibîne. Lê belê, li hemberî tevî van kiryaran gelê Kurd serî netewand. Li dijberî mêtingeriyê serhildanên dîrokî pêk anî. Di vî warî de Şêx Saîd, Seyît Riza, Elîşer û Zarîfe û gelek kesayetên din bûn pêşengên kevneşopiya berxwedanê. Bi kurtasî; di vê sedsalê de ne hewldanên mêtingeriyê qediyan, ne jî berxwedan gelê Kurd bi dawî bû. Ev yek bi xwe re pirgirêka Kurd jî afirand û mezintir kir. Li hember vê rewşê Birêz Ocalan, heya niha hewldanên giranbû meşand û tespîtên girîng kir. Çi dibeje Birêz Ocalan? Dibêje “divê pirgirêka Kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin.” Bi vê tespîta xwe Birêz Ocalan bal kişand li ser makezagoneke demokratîk û niqaşên demokratik. DBP jî di vê baweriyê de ye.
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ MÊTINGERÎ Û ÎXANETÊ DESTÛRA ME YA BINGEHÎN E
Hevalên hêja, îro gelê Kurd li Rojava pêşengtiya pergaleke demokratîk dike. Ev pergal ji cîhanê re dibe hêvî. Lê belê, dewleta Tirk hem li dijberî vê pergalê şer dimeşîne û hem jî li Bakur û Başûr polîtîkayên xwe yên mêtingeriyê didomîne. Binêrin; îro li Başûr herî kêm 58 baregehên leşkerî, li Bakur jî bi sedan “kalekol” cih digrin. Divê ev her du rewş ji hev cuda neyên nirxandin. Bi polîtîkayên şer, bi înkar û îmhayê hewl didin feraseta netewe dewletiyê bihêz bikin. Sedsala yekemîn a Komarê jî di vî warî de wek serdemeke qirêj di mêjiyê civakê cih digre. Bîra civaka Kurd ku ji Heskîfê heya Sûrê hat tunekirin, xwezaya Kurdistanê hat talankirin, nasnameya jinê di her qadê rastî qirkirinê hat, polîtîkayên şerê taybet di her serdemê de dewam kirin. Bi qeyûman vîna gelê Kurd hat desteserkirin. Û roj hat cenazayên zarokên Kurd di qûtiyan de radestî malabatên wan hat kirin. Tabloya ku bi van pêkanînan derket holê jî kurteçîroka Komarê vedibêje. Bi kurtasî, Komara Tirkiyê di sedsaliya xwe ya yekemîn de hebûna xwe li ser mêtingeriya Kurdistanê saz kir. Di vê çarçoveyê de; têkoşîna li dijî mêtingeriyê û têkoşîna li dijî xeta îxanetê destûra me ya bingehîn e. Em tevî feraset û nêzikatiyên ku dixwazin Kurdistanê di bin mêtingerî û dagirkeriyê de bihêlin bi tundî red dikin.
Bi saya vê konferansê em dibêjin: Statûya Rojava, divê ji aliyê dinyayê ve bê qebûl kirin! Divê Tirkiye jî vê fermîyetê qebul bike.
Gelê me yê hêja, bi armanca sazkirina civaka biexlaq û polîtîk me dest bi rêwitiya xwe kir. Di vê rêwitiyê de, em dikin ku têkoşînê geş bikin û ji bo tevî gelên bindest jiyaneke azad ava bikin. Ev armanc peywira me ya sereke ye. Ji ber vê jî, di destpêka serdema duyemîn a komarê de em israra xwe ya makezagoneke demokratîk didomînin. Divê mafê siyasî yên gelê Kurd demildest bi makezagoneke demokratîk bê parastin. Ji bo avakirina komareke demokratîk em ê bi tevî hêza xwe têbikoşin. Li ser vê esasê em ê rêwitiya xwe ya “Ji Kurdistanê re azadî, ji Rojhilata Navîn re demokrasî” bênavber bidomînin.
Li dijberî şer û dagirkeriyê, çarenûs; rêxistinkirina jin, ciwan, kedkar û civakê ye. Li dijberî Modernîteya Kapîtalîst a ku li ser perçekirina civakê xwe saz dike, rêya çareseriyê civaka rêxistinkirî ye. Gelê Kurd di ferqa vê yekê de ye. Heya niha gelê Kurd bi rêxistinî xwe ji tevî êrîşan parast. Lê, ji bo çareseriyeke mayînde û azadiyê divê rêxistinkirina civakê berfireh bibe.
Ji ber vê yekê em binê vê yekê xêz dikin û dibêjin; azadî ew e ku gel qedera xwe, pêşeroja xwe bi xwe saz bike. Azadî, mafê gotin û biryargirtinê ya gel e. Azadî, bidestxistina derfetên avakirina civaka biehlaq û polîtîk e. Azadî, esasgirtina daxwaza gelê xwe!
DIVÊ ZAROKÊN KURD PÊŞEROJA XWE BI ZIMANÊ XWE BIJÎN
Em dibêjin; azadî ew e ku, bi zimanê dayika xwe axaftine. Yek ji zimanê herî kevnar ê Rojhilata Navîn zimanê Kurdî ev sedsale tê qedexekirin. Xeleqa dawîn a vê sîyaseta înkar û qedexeyê jî desthilatdariya AKP’ê ye. Rêveberiya AKP û MHP’ê, li ser televîzyonên dewletê li aliyekê zimanê Kurdî wek amûreke propagandayê bikar tîne, li aliyê din ji dibistanê seretayî heya zanîngehan, di her qadên perwerdeyê de zimanê Kurdî qedexe dike. Nahêle zimanê Kurdî bibe perçeyê perwerdeyê. Li gel vê yekê, tevî xebatên çand û hunerî yên bi zimanê Kurdî jî bi destê qeyûm û walîtiyan tên qedexekirin. Bi van polîtîkayan dixwazin zimanê Kurdî ji holê rakin. Em car din ji bir tînin ziman; perwerdeya bi zimanê dayikê daxwaza me ya herî bingehîn e û xeta me ya sor e. Bê şert û merc, em vê yekê diparêzin; divê perwerdeya bi zimanê Kurdî li tevî qadên jiyanê bi awayekê azad bikeve meriyetê. Ji bo ev yek pêk bê, em ê bi tevî hêza xwe têkoşîneke mezin bimeşînin! Di vê têkoşînê de heya niha malbatên Kurd roleke girîng lîstîn. Têkoşîna ku meşiya tevî hewldanên bişavtinê vala derxistin. Lê ev ne bes e! Divê zarokên Kurd pêşeroja xwe bi zimanê xwe bijîn. Sazkirina vê yekê jî peywira me ye! Em ê teqez jiyaneke bi zimanê Kurdî ava bikin.
Ne wek bersiv lê ji ber mijarek guncav e, dixwazim tiştekî bêjim. Yên kesên ku feraseta wan faşîzm e, nikarin behsa zimanê me bikin û bêjin ew dizanin an jî nizanin Kurdî biaxivin. Hûn ne zimanmetre ne, li karê xwe binêrin. Hedê xwe bizanibin.
EM Ê ŞAREDARIYÊN XWE BI GELÊ XWE RE BI RÊ VE BIBIN
Me, bi bawerî û vîna gelê xwe di bin rêveberiyên şaredariyan de, li ser esasên rêveberiya xwecihî û li ser esasaên daxwaza gelê xwe rêveberiyên herêmî meşand. Rast e; em nikarin bêjin ku “me tevî peywirên paradîgmaya xwe bi cih anî” Lê belê, ji bo guhertina feraseta qlasîk ya rêveberiyên herêmî hewldanên me yên giranbûha çê bûn. Lê belê, tevî hewldanên me rastî êrîşên dewletê hatin. Bêguman, li gel tevî êrîşan meşa me bidawî nebû. Ji vir şûnde jî ev têkoşîna me wê xwe mezintir bike û bi vî rengî bidome. Wekî ku hûn jî dizanin, dê di sala 2024’an de hilbijartinên herêmî bên lidarxistin. Di van hilbijartinan de armanca me ew e ku; em li Kurdistan û Tirkiyê hejmara şaredariyên xwe zêde bikin. Her wiha em ê talana civakî, çandî, civaknasî û talana li ser nasnameyan a ku bi destê qeyûman pêk hat ji holê rakin. Ji şûna rewşa talanker em ê di qada rêveberiyên herêmî de car din pergaleke nû ava bikin. Ev pergal wê li ser nirxên gel û esasên civakê bimeşe. Di vê pergalê de em ê cih nedin dagirkeran. Em ê wan kesên ku dizîya gelê Kurd dikin, dîsa bi vîna xwe ji bajarên xwe derbixin. Li ser sindoqan em ê car din bersiv bidin polîtîkayên qeyûman. Ji ber vê yekê jî di pêvajoya hilbijartinê de barê me giran e. Divê, her kes li gund, li tax, navçe û bajarên xwe bi rêxistinî xwe ji bo hilbijartina herêmî amade bike. Em ê şaredariyên xwe bi gelê xwe re bi rê ve bibin.
Em dîsa dibêjin: Eyy qeyyumên dizek, talankar; baş bizabin ku hûn ê yek yek bi herin.
JI BO AVAKIRINA JIYANEKE AZAD EM XWEDÎ HÊZEKE MEZIN IN
Hevalên hêja, ev sed salin, bi pergala yekperestî, netewperestî, nijadperestî û zayendperestîyê ve du rejîmên hegemonîk gelên Tirkiyê û Kurdistanê dorpêç dikin. Her du ferasetên sîyasî çavkaniya xwe ji dewletperestiyê digrin. Her du feraset jî li ser dijmintiya Kurdan hatine avakirin. Gelê Kurdistanê hewcaderê van ferasetan nîne. Li hemberî van her du rejîman, DBP hêz û parazvanê “Rêya Sêyemîn e.” Divê baş bê zanîn ku; Rêya Sêyemîn tifaqa hilbijartinê nîne. Ne demî ye û ne jî taqtîkek e. Rêya Sêyemîn navê xeta mayînde ye! Rêya Sêyemîn, paradîgmaya “Demokratîk, Ekolojîk û azadiya Jinê” esas digre. Li ser vê esasê di warê aborî, ekolojî û zayenda civakî de îradeya avakirina jiyaneke nû dimeşîne. Ji bo avakirina jiyaneke azad em xwedî hêzeke mezin in. Ev hêz li Rojava bûye pêşeng. Divê li tevahiya Kurdistanê jî bi heman bîr û baweriyê ev hêz bi ser bikeve.
Bila herkes bizanibe, DBP bi xwe bawer e. Em li vir in. Têkoşîn didome.
DI TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ DE ROLA ME, WÊ PÊŞEROJA ME DIYAR BIKE
Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bi stratejiya “Rêya Sêyemîn” ve di siyaseta Tirkiyê de serkêşiyê dikin. Di vî warî de em xwedî tecrubeyeke civakî û hêzeke mezin in. Di sêrî de pirgirêka Kurd, ji bo çareserkirina tevî pirsgirêkan em ê vê hêz û tecrubeya xwe bikar bînin. Ji xeynî pêşxistina azadî û demokrasiyê, wê gelê Kurd tu caran nebe perçeyên siyaseta qirêj. Sazkirina Rêya Sêyemîn, li ser bingeha civakî bi mezinkirina tifaqa demokratîk mimkun e. Di sazkirina Tifaqa Demokratîk de, Tifaqa Demokrasiyê jî xwedî cihekî girîng e. Divê tevî hewldanên ku berjewendiyên gelan diparêze di bin baskê Tifaqa Demokrasiyê de xeteke bi hêz ava bikin. Di vê çarçoveyê de em wek DBP, bi tevî hêza xwe tifaqa demokratîk diparêzin. Hêjayê gotinêye ku, em vê di rêya demokrasiyê de bi tifaqa Kurdistanê re dimeşin. Bi armanca parastina destkeftiyên xwe, bi armanca bihêzkirina yekitiya netewî, her wiha bi armanca bidestxistina statuyê em bi gelek dost û hêzên hêja re îro li gel hev in. Em tevî van dost û hêzan silav dikin. Di têkoşîna demokrasiyê de rola ku em ê bi hev re bilîzîn wê pêşeroja me diyar bike. Heya niha me bi hev re gelek xebatên taybet meşand. Lê wekî ku hûn jî dizanin ev ne bes e. Di rêwitiya azadiyê de qelsbûna tifaqa demokratîk divê neyê qebûlkirin.
Gelê me yê hêja, wekî ku tê zanîn di 15’ê Cotmehê de HEDEP hat damezrandin. Wekî HDP’ê, gelên ku rastî qirkirina rejîma komarê hatine di bin baskê HEDEP’ê de li hev civiyan. HEDEP wê li dijberî her du rejîmên netewperest, jinadperest û yekperest di sazkirina Rêya Sêyemîn de bibe xwedî roleke pêşeng. Li dijberî şer, dagirkirina kedê, nijadperestiyê, faşîzm û feraseta serdest a zilam mezinkirina têkoşîna HEDEP’ê peywira me ye. Em wek DBP baş dizanin ku, parastina Rêya Sêyemîn peywire dîrokî ye. Ji ber vê yekê her hêzên ku Rêya Sêyemîn esas digrin wê serkêşiya siyasetê bikin. HEDEP jî bi vê rola xwe dest bi rêwitiya xwe ya siyasetê kir. Mixabin, îro qirkirineke siyasî li dijî siyaseta Kurd pêk tê. Lê, siyaseta Kurd li gel tevî êrîşan têkoşîna xwe ya demokrasiyê didomîne. Di vê têkoşînê de parastina HEDEP’ê jî ji bo me peywireke jêneger e.
DIVÊ OCALAN AZAD BIBE
Tespîtên ku birêz Ocalan dike, îro yek bi yek li Rojhilata Navîn tên jiyîn. Li dijberî rewşa şer û qeyranan, hem ji bo gelên Rojhilata Navîn û hem jî ji bo tevahiya gelên bindest hêvi modernîteya demokratîk e. Mîmarê modernîteya demokratîk jî Birêz Ocalan e. Dewleta Tirk jî di nav de tevî hêzên modernîteya kapîtalîst, ji bo pêşî li rêyên çareseriyê bigrin serî li komploya navnetewî dan. Lê, ji ber negihîştin armanca xwe li dijî birêz Ocalan tecrîdeke giran xistin meriyetê. Tecrîda ku îro jî didome tevî nirxên hiqûqî û mirovî binpê dike û li cîhanê jî tu mînakê wê nîne. Tecrîd, înkarkirina gelan, qirqirina nasnameya jinê, kûrkirina qeyrana aborî ye. Tecrîd; talankirina çavkaniyên welat e, bêhiqûqî, bê edaletî û şer e. Ji ber vê jî di lêgerîna çareseriyê de rola birêz Ocalan wek mifteyê ye. Heke ev rola birêz Ocalan a çareseriyê ber biçav neyê girtin, wê şer û qeyranên ku Rojhilata Navîn dijî kûrtir bibin! Îro di şexsê birêz Ocalan de tevahiya civakê di bin tecrîdê de tê girtin, civak tê fetisandin. Tecrîda ku li Îmraliyê destpêdike her ku diçe li tevî girtîgehan dikeve meriyetê. Bi taybetî bi hezaran Kurdên dîl girtî rastî pêkanînên dermirovî yên tecrîdê tên. Di kûrbûna pirsgirêka Kurd de rola tecrîdê mezin e. Ji bo pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, divê gelê Kurd di şert û mercên azad de siyaseta xwe bimeşîne. Di vê çarçoveyê de em car din ji vir dibêjin; tevî kesayetên siyasî yên ku di zindanan de dîl tên girtin divê demildest serbest bên berdan! Divê azadiya birêz Ocalan demildest pêk bê! Divê neyê jibîrkirin; di bingeha tevî qeyranan de tecrîda Îmraliyê cih digre. Dîl girtina Birêz Ocalan tevî qeyranan mezintir dike!
Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û niqaşên demokratîk îro li pêşiya me rê û çareseriyek tenê heye. Rê; Makezagona Demokratîk e, çareserî jî Birêz Ocalan e. Lihevkirina Dolmabahçeyê, di lêgerîna çareseriya pirgirêka Kurd de gaveke dîrokî bû. Lê belê, desthilatdariya AKP’ê bi hêzên ku ji şeran sûd digrin re tifaqên nû ava kir. Piştre jî car din serî li polîtîkayên şer da. Di çarçoveya konsepta nû ya şer de jî pêvajoya çareseriyê bi dawî kir. Baş tê xuyakirin ku, siyaseta şer, ne li welatê me ne jî li cîhanê ji pirsgirêkan re nabe çareserî. Agirê ku îro li Rojhilata Navîn belav dibe mînak vê rastiyê ye. Siyaseta şer a ku bi gelan dide wendakirin, ji sedî yekê civakê re xizmetê dike, bêrika serdestan tije dike. Ji ber vê yekê jî, pergala faşîst, yekperest û xwedî feraseta serdest a zilam bi tenê ji serdestan re xizmetê dike. Di vê çarçoveyê de, em car din tînin ziman; Lihevkirina Dolmabahçeyê li dijberî şer û talanê temînata aştiya mayînde ye.
DEM DEMA AZADIYÊ YE
Heke îro tecrîd û şer gihiştibe vê astê, sedema herî bingehîn a vê yekê perçebûna nav Kurdan de ye. Ango, pêknehatina Yekitiya Netewî ye. Rêxistinkirina civakê peywira DBP’ê ya esasî ye. Her wiha peywira DBP’ê sazkirina yekitiya netewî ye. Ji bo destkeftiyên Kurdan bi statuyeke mayînde bi encam bibin, Yekitiya Netewî wek temînateke jêneger derdikeve pêş. Di çarçoveya vê heqîqetê de divê tevî kesayet û hêzên berpirsyar peywira xwe bi cih bînin û Yekitiya Netewî bi pêş bixin. Divê pêşeroj û destkeftiyên gelê Kurdistanê nebin amûrên berjewendiyên şexsan. Li hemberî tevî hevkarî û hewldanên ku pêşeroja gelê Kurd dixin xetereyê sekna me zelal e. Tevî kesayet û partiyên siyasî yên berpirsyar, divê hêza xwe ji bo yekitiya netewî bikar bînin. Avakirina têkoşîn û yekitiyeke xurt ku gelê Kurd her tim pê serbilind be peywira me ya sereke ye.
Roj roja xwe rêxistinkirin û mezinbûnê ye. Navnîşana çareseriya tevî pirsgirêkên civakî DBP ye. Teqez em ê çareseriyê pêk bînin! Em ê bi kesayet, partî û civaka rêxistinkirî hebin! Ev sedsal wê bibe sedsala Kurdan. Di rêwitiya azadî û serkeftinê de tu hêz wê nikaribe gelê Kurd asteng bike. Gelê Kurd wê erdnîgariya xwe demokratîk bike û li Kurdistanê jiyaneke azad saz bike. Niha dem dema li Kurdistanê serkeftineke mezin, azadiya jin û gelan e. Niha dem dema azadiyê ye. Niha dem dema li Kurdistanê avakirina jiyaneke ekolojîk û demokratîk e. Bi vê bîr û baweriyê, her wiha bi baweriya aştî û jiyaneke azad ez we silav dikim. An azadî, an azadî, an azadî.”