Bayik: Yekîtî wê rê li ber serketineke mezin veke

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir, ku yekîtiya Kurdan wê rê li ber serketineke mezin veke. Bayik got, divê şêwra hatiye civandin bi konferansê were tacîdarkirin.

Di beşa îro ya hevpeyvîna ligel Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik de, em li ser têkiliya navbera Kurdan, kongreya neteweyî û û daxuyaniya KCK'ê ya dema nêz li ser yekîtiya neteweyî bike, axivîn.

Bayik diyar kir, Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya KNK'ê, ku meha Tîrmehê li dar xist deng veda û ji çar parçeyên Kurdistanê partiyên siyasî, kom, tevger, rewşenbîr, nivîskar, jin û ciwan bi sedan kes beşdar bûn.

Bayik bal kişand ser hesreta civaka Kurd a ji bo yekîtiya neteweyî û destnîşan kir, ku vê şêwrê deng veda.

Bayik diyar kir, ji ber hebûna Şerê Sêyemîn ê Cîhanê ku li Rojhilata Navîn diqewime, yekîtiya Kurdan gelekî girîng e û ji bo çareserkirina pirsgirêka demokrasî û azadiyê ya li hemû parçeyan, vê komxebatê bal kişandiye.

Cemîl Bayik anî ziman, rewşa parçebûyî ya Kurdan êşeke gelekî giran e û destnîşan kir, ku li ser vî gelê qedîm ê Rojhilata Navîn, li her çar parçeyan polîtîkaya qirkirinê hatiye meşandin.

YEKÎTIYA NETEWEYÎ HESRETEKE GELÊ KURD E

Bayik destnîşan kir, ku di rewşeke bi vî rengî de civaka Kurd girîngiya yekîtiyê baş dibîne û wiha dewam kir: "Ev yek hesreta civaka Kurd e. Çawa ku jiyana demokratîk û azad a bi nasname û çanda xwe hesretek be, ev jî hesretek e. Ji ber ku ev rewş pêwendiya xwe bi jiyana demokratîk û azad heye. Ji ber vê yekê, raya giştî ya Kurd bi baldarî li her hewldaneke di vî warî de tê kirin dinere, dişopîne, hêja dibîne, watedar dibîne û piştgiriyê dide. Dema ku hewldaneke bi vî rengî tê kirin civaka Kurd, raya giştî ya Kurd kêfxweş dibe. Dikeve nava hêviyeke mezin. Lewma, dema ku KNK'ê gaveke ku bandorê li piraniya Kurdan dike avêt, dema ku têkildarî vê mijarê karekî serketî kir, deng veda. Ev yek bi tena serê xwe nîşan dide bê xebatên ji bo yekîtiyê, karê ji bo kongreya neteweyî çiqasî rast û pêwîst e. Peyama vê şêwrê ji bo hemû partiyên siyasî ev bû; li hev bicivin û bi hev re tevbigerin."

ELEQEYA GELÊ KURD A LI ŞÊWRA YEKÎTIYA NETEWEYÎ, PEYAMEK JI BO HER KESÎ YE

Di dewama axaftina xwe de Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir, ku baldarî û eleqeya gelê Kurd a li vê şêwra yekîtiya neteweyî, peyamek ji bo her kesî ye û got, "Eger li holê welatparêziyek hebe, berpirsyariyek li pêşberî gelê Kurd hebe, divê kom û partiyên siyasî yên Kurd encamekê ji vê eleqeyê derxînin. Pêwîste fêhm bikin bê ev eleqe tê çi wateyê û li gorî wê tevbigerin. Ev eleqe bi propaganda hêzeke derve, komeke siyasî ya jî komeke berjewendiyan, derneketiye holê. Ev eleqe bi hesreta Kurdan derketiye holê, bi pêwîstiya yekîtiyê ya di nava şert û mercên Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de derketiye holê, ev eleqe ji ber mecbûriyetê derketiye holê. Ne tenê hêzên siyasî, tevahiya civaka Kurd dizane ku li Rojhilata Navîn a hevsengiyên nû xera dibin, lêgerîn li hevsengiyên nû tên kirin û têkoşîna statukoyên nû tê meşandin de, parçebûn wê bi Kurdan bide windakirin, lê yekîtî wê rê li ber serketineke mezin veke. Civaka Kurd vê yekê baş dibîne û fêhm dike."

Bayik anî ziman, hemû partiyên siyasî jî vê rastiyê dibînin, lê belê ji ber berjewendiyên xwe yên biçûk û hevrikiyê, hin hêz mijareke bi vî rengî ya girîng ji nedîtî ve tên, ya jî bi hin hincetan red dikin, li ber radibin, tevlî nabin û yên tevlî dibin jî asteng dikin.

Bayik got, "Ev rastî ji bo Kurdan rewşeke bi êş e. Ji bo Kurdan rewşeke trajîk e. Hem wê wate û girîngiya kongreya neteweyî fêhm bike û di vî warî de şik û guman pê re nebe, hem jî tevlî wê tevlî nebe û yên tevlî dibin asteng bike. Ev yek bi rastî jî ne ya qebûlkirinê ye. Rewşeke ku wê ji aliyê dîrokê ve bê darizandin. Lê belê ji ber helwestên neyînî yên hin hêzên derve û tirsa yekîtiya neteweyî ya Kurdan nêzîkatiyeke bi vî rengî tê nîşandan. Ji ber ku di rastiya Kurdan de, hin kom li şûna ku ji gel bawer bike, gel bi rêxistin bike û hêza xwe ji gel bigire, radibin têkiliya bi filan û bêvan hêza derve re girîngtir dibîne. Lewma, nêzîkatiyatiyên teng ên partîtiyê, nêzîkatiya xwe spartina li hin hêzan, di vê demê de ku pêwîstiyeke zêde bi yekîtiya Kurdan heye, nêzîkatiyên ku herî zêde zerarê didin vê yekîtiyê ne. Ev yek jî bêguman bandoreke neyînî li xebatên yekîtiyê dike."

ŞÊWRA KNK'Ê HESRETA YEKÎTIYA NETEWEYÎ YA GELÊ KURD ŞÊNBER KIRIYE

Bayik da zanîn, ku xebatên KNK'ê rê li ber serketinên mezin vekiriye û got, "Ya rast, div ê şêwrê de hesreta yekîtiya neteweyî ya Kurdan şênber bûye. Dibe ku partiyek du partiyên siyasî tevlî nebûne, lê belê ev şêwr bû pêkhatina hesreta piraniya gelê Kurd. Ji xwe partiyên siyasî, kesayet, rêxistin û saziyên ku piraniya Kurdan temsîl digirin, cihê xwe di nava vê komxebatê de girtin."

Bayik bibîr xist, ku kengî qala yekîtiya neteweyî bê kirin, kengî ji bo yekîtiya neteweyî karek were kirin gel û raya giştî ya Kurd dikeve nava kelecaneke mezin û got, "Karê ku 3-4 sal berê bi banga Rêber Apo dest pê kir û piştre ji ber nêzîkatiya PDK'ê encam jê derneket, rê li ber kelecaneke mezin vekiribû. Îro li gorî 3-4 sal beriya niha rewşeke hê cidî heye. Şerê Sêyemîn ê Cîhanê li gelemperiya Rojhilata Navîn bi lez belav dibe û êdî her kes di nava vî şerî de ji xwe re tifaq û hevsengiyên nû ava dike. Ji serdema şer derbasî serdema lêgerîna li hevsengiyên nû, avakirina statukoyên nû bûye. Bêguman nayê payin ku şer di demeke kin de biqedin. Şer ji xwe têkoşîna afirandina hevsengiyên nû yên hêzê ye. Dema ku hevsengiyên kevn hilweşiyan, hingî têkoşîna avakirina hevsengiyên nû dest pê dike. Yên xurt qels bûne, yên berê qels bûn niha xurt bûne."

YEKÎTIYA NETEWEYÎ BI NIRXÊN KU HER KES PÊ VE NE, DIKARE PÊK WERE

Bayik diyar kir, ku di rewşeke bi vî rengî de yekîtiya neteweyî hê girîng bûye û destnîşan kir, ku eger yekîtiya neteweyî bibe, Kurd bibin yek wê ev rewş cihê Kurdan ê di nava hevsengiyên nû de diyar bike. Bayik got, "Di demeke bi vî rengî ya krîtîk de, yekîtiya neteweyî wê ji bo Kurdan rê li ber serketineke mezin veke, derketiyên mezin biafirîne."

Bayik ragihand, ku xeteriya windakirineke mezin hê heye û got, "Lê belê Kurdan bi têkoşîna xwe ya dehan salan, bi hêzên xwe yên siyasî û leşkerî re derfet afirandine ku dikarin serketineke mezin bi dest bixin."

Bayik da xuyakirin, ku yekîtiya neteweyî ne mijareke ku her kes li gorî kêfa dilê xwe binirxîne û bi vî rengî helwestê nîşan bide. Bayik got, "Di vê mijarê de pêwîste nirxên ku her kes pê ve ne hebin. Divê em hemû xwe ji berjewendiyên şexsî û komî rizgar bikin û nêrîn, hest û helwesteke li temamiya Kurdan difikire, li paşeroja gelê Kurd difikire, nîşan bidin. Dîrokê niha berpirsyariyeke bi vî rengî daniye ser milê me. Lewma divê her kes, em hemû, partiyên siyasî, civak, kesayet û sazî bi baldarî nêzî vê mijarê bigirin. Eger di serdema îro de mijarek hebe ku divê mirov bi baldarî nêz bibe, ew jî mijara yekîtiya neteweyî ye. Di komxebat, konferans û kongreyên ji bo yekîtiya neteweyî de, lazime em bi berpirsyarî rabin."

Bayik diyar kir, ku divê ev kar bê xurtkirin û her kes ji bo encamgirtinê ya ji destê xwe tê bike.

PÊWÎSTÎ BI KOMXEBATÊN KU HEMÛ BEŞÊN CIVAKÊ LI HEV DICIVÎNE HEYE

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir, ne tenê civîn û komxebatên ku partiyên siyasî û rêxistin li ser yekîtiya neteweyî li hev civin, lê divê civîn û komxebatên hemû beşên civakê li hev dicivînin jî bên lidarxistin.

Bayik di vê der barê de got, "Pêwîste ev yek li hemû parçeyan bi konferans û civînên li ser yekîtiya neteweyî bê nîqaşkirin, ji her alî ve xebatên yekîtiya neteweyî bên geşkirin û dûre bi komxebateke din, bi konferansekê were tacîdarkirin. Eger bi vî rengî be wê amadekariya wê xurt be. Wê rêbaz û armanca konferans û yekîtiya neteweyî bi vî rengî zelal bibe. Li hemû parçeyan divê civak li hev bicive, di çarçoveya pîvanên yekîtiya neteweyî de nîqaşê bikin, pîvanên bingehîn ên yekîtiya neteweyî û nuqteyên hevpar destnîşan bikin. Ev yek jî wê ji bo serketina kongreyeke neteweyî bibe bingehek."

EM JÎ DIXWAZIN NEXŞERÊYA XWE PÊŞKÊŞ BIKIN

Bayik bal kişand ser hewldan û bangên KNK'ê yên di vî warî de û got, "Em jî dixwazin destekê bidin van hewldan û bangawaziyan. Em dixwazin van hewldanan û bangan temam bikin. Li ser bingeha hewldan û bangên KNK'ê em dixwazin nexşerêya xwe, nêrîna xwe pêşkêş bikin. Di vî warî de em dixwazin destekê bidin xebatên yekîtiya neteweyî. Ji ber ku ev yek hesreta gelê Kurd e. Şerê Sêyemîn ê Cîhanê ku niha li Rojhilata Navîn dewam dike, vê yekê li ser me ferz dike."

Bayik diyar kir, di demeke nêz de bi navê KCK'ê wê nêrînên xwe eşkere bikin, ku dixwazin kongreya neteweyî li ser bingeha kîjan pîvan û nirxan bê komkirin û bi kîjan rêbazê pêk were.

Bayik anî ziman, ew ê çarçoveya ku niha daniye şênber bikin, naveroka wê hê bêhtir vekin, pêşkêşî raya giştî ya Kurd bikin û destnîşan kir, ku ew dixwazin bi rengekî çalak cihê xwe di nava vî karî de bigirin."

Di dawiya axaftina xwe de Bayik bibîr xist, ku meşandina karê yekîtiya neteweyî fermanek û perspektîfeke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, "Em dixwazin xebatên ji bo yekîtiya neteweyî xurt bikin û bi vî rengî hêjayî hewldanên Rêber Apo bin."