BI DÎMEN

Bayik: Parastina Şengalê erka me ya exlaqî, însanî û neteweyî ye

Bayik: Divê bê zanîn ku gelê me yê Êzidî bi tenê nîne. Çawa ku me ew li dijî êrîşên DAIŞ'ê parast, ji niha û pê ve jî êrîş ji kê tê bila bê, em ê gelê Êzidî biparêzin. Ev yek wezîfeya me ya exlaqî, însanî û neteweyî ye.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik: Divê bê zanîn ku gelê me yê Êzidî bi tenê nîne. Çawa ku me ew li dijî êrîşên DAIŞ'ê parast, ji niha û pê ve jî êrîş ji kê tê bila bê, em ê gelê Êzidî biparêzin. Ev yek wezîfeya me ya exlaqî, însanî û neteweyî ye.

Bayik, li ser êrîşa çeteyên PDK'ê ya li Şengalê ji ANF'ê re axivî û got, "Îro li Rojhilata Navîn şerekî mezin diqewime. Ew statu, dengeyên berê çêbûn, xera bûn. Hê denge û statuyên nû jî çênebûne. Ji bo çêbibe, her kes li ser berjewendiyên xwe têdikoşin."

Bayik diyar kir, di wan denge, statuyên xerabûne de cihê Kurdan nebû, li ser Kurdan înkar, îmha dihate meşandin û wiha dewam kir: "Ji ber vê yekê xerabûna wan denge û statuyan baş bû, ket xizmeta gelê Kurd. Ji ber ku gelê Kurd ji her kesî zêdetir zerar ji van denga dît

'GELÊ KURD HER ROJ TÊKOŞÎNA XWE MEZIN DIKE'

Ji ber ku ev xera bû, ji bo Kurdan firsendeke dîrokî derket holê. Kurd ji bo ji vê firsenda dîrokî feydeyê bibîne, ku karibin di denge, statuya nû de cih bigirin, têdikoşin û her roj vê têkoşînê bi pêş ve dixin. Her ku diçe Kurd li Rojhilata Navîn dibe hêzeke esasî, pêşeng.

Çiqasî têkoşîna Kurdan mezin dibe, bi pêş dikeve dibe hêzeke pêşeng, hinde ji bo Kurdan xeterî jî pêş dikeve. Tehlûkeyên ku rû didin, li ser firsendên dîrokî ku Kurd karibin encamê werbigirin, ji bo xwe û gelên herêmê mezin qezenç bikin, ew tehlûke zehîf in, kêmtir in. Van tehlûkeyan jî, eger dijminê Kurdan, dagirker pêş dixin, ji neyekîtiya gelê Kurd feydeyê dibînin. Yanî eger Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî bi pêş bixin, kongreya neteweyî pêk bînin, dagirker nikarin weke tehlûke ji bo Kurdan çêbike. 

Kurd di nava firsendên dîrokî de, bi nebûna yekîtiya xwe rê li ber van tehlûkeyan vedikin. Lazim e vê yekê ji holê rakin. Wê wextê kes nikare ji bo Kurdan tehlûkeyê çêbikin. Kurd wê li herêmê pêşengiya xwe bi pê bixin, wê li hemû beşan azadiyê bi pêş bixin û ji bo gelên herêmê jî rola xwe ya dîrokî pêk bîne. Ji ber ku tevgera Kurd bi pêş dikeve, ji ber ku dibe hêzeke esas, pêşengiyê dike, dewleta dagirker a faşîst a Tirk ji bo pêşî li Kurdan bigire ku Kurd nebin yek, nebin hêzek ku nikaribin pêşengiyê bikin kar dike.

Ji ber vê yekê, wê çawa karibe yekîtiya Kurdan xera bike, wê çawa di nava Kurdan de dijminê bafirîne, wê çawa bike ku Kurd ne li dijî dagirkeran-dijminê xwe bisekinin ku li dijî hevdu bisekinin, ji bo vê têdikoşin. Temamiya siyaseta xwe ya li hundir û derve li ser dijminatiya li Kurdan bi pêş xistiye. Vê jî her roj, eşkere eşkere daxivin. Û ne tenê daxive, bi her şêwazî êrîşî Kurdan dike.

Li hemû beşan. Wê çawa di nava Kurdan de parçebûnê bi pêş bixîne, di nava Kurdan de şer, dijminatiyê bafirînin, wê çawa Kurdan tine bikin ku Kurd ji wê firsenda dîrokî feydeyê nebînin, ku careke din karibin li ser Kurdan dagirkeriya xwe pêş bixin. Ji ber vê yekê êrîşî Rojava, Başûr, Bakur dike. Eger li Bakur li ser HDP zext kirin, li parlamentê qels kirin, heta dixwaze ji parlamentê derxîne; ku parlamenterên wan girtin, xistin zîndanan, ku şaredarî desteser kirin, girtin xistin zîndanan; ku waliyê xwe, qeymeqamê xwe li şaredaran bi cih kirin; ku Kurdan ji şaredariyan derdixin; ku Kurdan koçber dikin; ku bajarên wan xera dikin, talan dikin dişewitînin; ku dest didin ser erd, xanî, milkên wan; ku însana digirin, dikujin, îşkenceyê li wan dikin; ku ji wezîfeyan davêjin; ku ragihandinan digirin; ku akademîsyenan ji wezîfeyê dûr dixînin hemû ji bo wê ye. Tam jî ku bikaribin bi vê siyasetê qirkirina Kurdan temam bikin Rewşa Awarte ragihandin û berdewam dikin."

'DIVIYABÛ MESÛD BARZANÎ DI VÊ PÊVAJOYÊ DE NEÇÛBÛYA TIRKIYEYÊ'

Bayik da xuyakirin, ku dewleta Tirk ji bo qirkirina Kurdan temam bike, qanûn ji holê rakiriye, li gorî daxwaz û kêfa xwe tevdigere û got, "Ji bo dewamkirina desthilatdariya xwe, referandûmê pêk tînin. Ji bo di wê referandûmê de bi ser bikevin hemû derfetên xwe bi kar tînin. Di nava pêvajoya referandûmê de ew siyaseta li ser Kurdan dimeşînin, girêdayî vê li ser demokratên Tirkiyeyê dimeşînin hê berfireh û kûrtir dikin û pêş dixin.

Tam jî di vê wextê de Kek Mesûd çû Tirkiyeyê. Halbûkî, lazim e di vê wextê de neçûya Tirkiyeyê. Ji ber ku di vê wextê de çûyîna Tirkiyeyê dibe alîkariyek ji bo Erdogan-Bahçelî. Xizmeta wê dike. Em ne li dijî çûyîna Kek Mesûd a Tirkiyeyê ne. Ne li dijî hevdîtinên wî yên li Tirkiyeyê ne. Lê belê Tirkiye di qonaxeke nazik de ye. Di vê qonaxê de çûyîn, Erdogan-AKP dîtin, hatta berî ku biçe pesnê Erdogan dayîn ne rast e. Nakeve xizmeta gelê Kurd. Dikeve xizmeta Erdogan-Bahçelî ku karibin referandûmê qezenç bikin. Qezençkirina referandûmê tê wateya xurtkirina siyaseta li dijî Kurdan e. Ev xizmetê ji vê re dike. Çawa Kek Mesûd di vê wextê de diçe Tirkiyeyê, piştgiriya vê siyasetê dike? 

Çûyîna Kek Mesûd, ew nerazîbûna di nava gelê Kurd de li dijî Erdogan-Bahçelî bi pêş ketiye nerm dike. Tiştên ku li dijî Kurdan kirin, meşrû dike. Xizmetê ji vê re dike. Ji ber vê yekê me nedixwest ku Kek Mesûd di vê wextê de biçûya Tirkiyeyê. 

Çû, piştî ku zîrivî jî, pir wext di ser re derbas nebû Tirkiyeyê li Minbicê êrîşî Kurdan kir, êrîşî Rojava kir. Û li Şengalê jî, yên ku Tirkiye û PDK'ê ew perwerde kir, maeş da wan, çek û wesayîtên bi zirx da wan çûn li Xanesorê şer derxistin. Êrîş kirin. Li wir şehîd çêbûn. Yanî ev êrîş, piştî ku Kek Mesûd çû Enqereyê, bi Erdogan re hevdîtin çêkir û pê ve rû dan. Vê yekê hem di nava Kurdan de, hem li qada navneteweyî dîtinek çêkir, gumanek çêkir. Ku ew êrîş li Enqereyê hatiye plankirin. Ku planek li ser Kurdan tê meşandin. Rê li ber vê gumanê vekir. Eger Kek Mesûd, PDK dibêjin 'çûyîna me ya Enqereyê ne tevlî plana Tirkiye bûyîne', wê wextê lazim e wan hêzên ku şandin Şengalê derhal paşve bikişîne.

Eger paş ve kişandin, wê wextê em jî, hemû Kurd jî, yên li qada navneteweyî di nava gumanan de jî wê bawer bikin ku rast e Kek Mesûd wexta ku çû Enqereyê planek çênebûye, li gorî wê planê ew êrîş nehatiye kirin. Ji ber ku em jî, hemû Kurdên xwedî wijdan, yên ku dilsozên rastiya neteweyî ne, yên xwedî exlaq dixwazin vê yekê li gel Kek Mesûd-PDK'ê bibînin. 

Banga wan li ser vê esasê ye. Hêzên navneteweyî yên ku gumana xwe heye, dixwazin vê bibînin, hêviya wan li ser vî esasî ye. Eger ew hêz neyê kişandin, wê wextê wê her kes wer fêhm bike ku ew planeke li ser Kurdan tê meşandin û ew plan li Enqereyê hatiye amadekirin. PDK jî di nava vî planî de ye."

Bayik anî ziman, rewşeke bi vî rengî de hem PDK hem jî tevahiya gelê Kurd wê zerarê bibînin û destnîşa kir, ji ber ku dewleta Tirk a faşîst-dagirker dixwaze Kurd vê firsenda dîrokî bi kar nîne û encamekê bi dest nexin.

'DEWLETA TIRK DIXWAZE GELÊ KURD LI DIJÎ HEV ŞER BIKE, NE LI DIJÎ DIJMINÊN XWE'

Bayik ragihand, dewleta Tirk naxwaze Kurd bibin yek, dixwaze Kurd li dijî hev şer bikin, ne li dijî dijminên xwe.

Cemîl Bayik destnîşan kir, ku dewleta Tirk dixwaze bi vê yekê re bi Kurdan bide windakirin û wiha dewam kir: "Ji bo vê kar dikin. Ji ber vê yekê lazim e hemû Kurd, li kîjan beşî dibe bila bibe, bi taybetî jî li Başûr PDK lazime plana dewleta dagirker û faşîst a Tirk li ser Kurdan dimeşîne bibîne, di nava wê planê de cih negire, li dijî wê planê bisekine, li gel gelê xwe, li gel azadiya gelê xwe têbikoşe. Ji bo Yekîtiya Neteweyî ya Kurd, ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd kar bike. Ji ber vê jî, lazim e wê hêza ku şandin Şengalê, yên ku çûne ser Xanesorê, yên ku şehîd xistin lazim e paş de bikişîne.

Hem jî derhal paş de bikişîne. Eger paş de bikişînin em ê bawer bikin ku PDK di nava planek li ser Êzidiyan, li ser Rojava, li ser PKK'ê de tê meşandin cih nagire. Wê wextê dikare li Şengalê bi Êzidiyan re rûnê, bi saziyên wan re, bi rêveberên wan re rûnê û pirsgirêkan çareser bike. Em ê jî wê wextê alîkariyê bikin. Eger vê neke, diyare di nava planê li Enqereyê cih girtiye, diyare ku şer dixwaze, diyare ku naxwaze Êzidî bi îradeya xwe, bi nasnameya xwe, bi nirxên xwe bi kerameta xwe li Şengalê bijîn, xwe bi rê ve bibin. Dixwaze statuya ku Êzidî ji bo xwe ava dike ji holê rake.

Dixwaze li gel Tirkiyeyê dijminatiyê li Şoreşa Rojava bike. Wê wextê, PDK wê ji vê siyasetê zerarê bibîne. Kurd nikarin vê qebûl bikin. Ji ber ku Kurd yekîtiya Kurdan dixwazin, yekîtiya neteweyî, kongreya neteweyî dixwazin.

Ku karibin xeteriya heyî ji holê rabikin, firsenda dîrokî ji bo Kurdan bi kar bînin, encamê werbigirin. Kurd li benda vê ye, vê dixwaze. Lazim e hemû Kurd jî guh bidin vê, vê hêviyê ji bo xwe esas bigirin, vê pêk bînin. Yê ku vê pêk nîne, diyare ku li dijî yekîtiya Kurdan disekine, dixwaze xizmetê ji dagirkeran re bike. Kurd wê vê çawa qebûl bike? Kurd nikarin vê qebûl bikin.

Lazim e gelê me yê Êzidî zanibe, ku ew ne bi tenê ye. Em li gel wan in. Çawa ku me li dijî DAIŞ'ê ew parastin, ji vir û pê ve jî kî êrîşî Êzidiyan bike, em ê gelê xwe yê Êzidî biparêzin. Ev wezîfeyeke me ya neteweyî ye, exlaqî ye, însanî ye. Lazim e hemû Kurd li Êzidiyan xwedî derkevin. Xwedîderketina li Êzidiyan xwedîderketina li xwe, xwedîderketina li însaniyetê ye. Êrîşa li dijî Êzidiyan, tinekirina Êzidiyan tê wateya tinekirina Kurdan. Êzidî koka Kurdan e. Eger Kurd dixwazin xwedî li xwe derkevin, xwedî li pêşeroja xwedî derkevin, azadiya xwe bi dest bixin, bigihêjin jiyaneke azad û demokratîk, lazim e bizanibe ku ew rêya vê xwedîderketina li Êzidiyan e. 

Ji Êzidiyan mezlûmtir kes nîne. Êzidî ne li dijî kesekî ye. Êzidî tiştekî zêde ji kesekî naxwazin, tiştekî ji kesekî nastînin. Êzidî di 3'ê Tebaxê de netîceyeke dîrokî jiyan kirin. Ne Iraq, ne hikûmeta başûr ew neparastin. Li holê hiştin, li ber komkujiyan hiştin. Eger PKK nebûya, YPG nebûya Kurd wê di komkujiyeke mezin re derbas bûna.

DAIŞ wê Şengal bi temamî xistibûya destê xwe. Ev ji bo Kurdan dibû şermeke mezin. Careke din wê Kurd nekarîbû gav bavêtina Şengalê. Ji ber ku PKK li dijî DAIŞ'ê sekinî, nehişt ku Şengalê bi temamî bi destê xwe bixe, nehişt ku komkujî li Êzidiyan bê kirin, Êzidî parast, îro Êzidî li Şengalê li ser îradeya xwe, nasnameya xwe, nirxên xwe careke din xwe ava dikin. Kurd careke din li Şengalê xwe ava dikin. Ji ber vê yekê, wezîfeya her kesî ye ku li Êzidiyan xwedî derkevin. 

Êzidî ji bo xwe çi dixwazin, li wê xwedî derkevin, wê biparêzin. A rast ew e. Ne ku li ser Êzidiyan, li ser Şengalê hikumdariya xwe ava bikin. Meseleya Şengal-Êzidiyan, ne meseleya partiyekê ye, ya hinek partiyan e, ya Başûr tenê ye. Meseleya Êzidiyan li ser meseleya partiyan e. Meseleya hemû beşên Kurdistanê ye, meseleya însaniyetê ye. Ji ber vê yekê lazim e hemû Kurd, însaniyet li Êzidiyan xwedî derkevin ku Êzidî karibin xwe bi rê ve bibin û xwe biparêzin. Ev dikeve xizmeta PDK, Başûr, beşên din, dikeve xizmeta însaniyetê. 

Bi vê munasebetê banga min ew e, ku PDK derhal ew hêza ku şand wê derê derhal paş de bikişîne û Kurd hemû vê yekê ji PDK'ê bixwazin. Bêjin; 'wê hêzê paş de bikişîne'. Em naxwzin şer rû bide, parçebûn çêbibe. Em dixwazin netewebûna Kurd, yekîtiya Kurd, kongreya Kurd bi pêş bikeve. Em nahêlin êrîş li Êzidiyan bê kirin. Qada navneteweyî, saziyên navneteweyî jî lazim e xwedî li Êzidiyan derkevin, xwedî li statuya wan derkevin. Em jî ji PDK'ê re bêjin 'ew hêza we şandin wê derê bikişînin'. Eger Kurd li qada navneteweyî li ser wezîfeyên xwe yên însanî, exlaqî bisekinin, baweriya min ew e ku PDK jî wê dest ji vê berde, wê wan paş de bikişîne.

Wê wextê wê pirsgirêk bi rêya çareseriyê bê çareserkirin. Li ser van esasan, ez gelê me yê Êzidî silav dikim. Ez dibêjim; bizanibin ku hûn ne bi tenê ne, lazim e hûn serê xwe li ber kesekî netewînin, hûn li xweseriya xwe, li pêşeroja xwe, li nasnameya xwe, li kerameta xwe, li nirxên xwe, li ola xwe xwedî derkevin. Eger hûn xwedî derkevin kes nikare we têk bibe, li ser we hesabê xwe bimeşîne. Ew şehîdên ku we daye, ez bejna xwe li pêş wan ditewînim, hurmeta xwe ji bo wan diyar dikim."