Bayik: Heta ku Rêberê Gelê Kurd azad nebe, çareserî pêk nayê -17

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir, heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe, Kurd nabin xwedî jiyaneke azad û demokratîk û got, "Di pirsgirêka Kurd de nîşaneya guhertina zîhniyetê, azadiya Rêber Apo ye."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bal kişand ser diyalektîka navbera azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya gelê Kurd û destnîşan kir, xwedîderketina li Ocalan hem berpirsyariya civakî û siyasî ye, hem jî mecbûriyeta exlaqî û wijdanî ye.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku yek ji armancên herî girîng ên pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' pêkanîna azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, têkoşîna ku vê yekê neke armanca xwe ya sereke, wê nikaribe bi ser bikeve.

Bayik got, "Li Kurdistanê, Tirkiye û Rojhilata Navîn, têkoşîna ku azadiya Rêber Apo nede ber xwe, wê ji aliyê ruhê azadiyê, ruhê şoreşgeriyê, îrade û biryardariya têkoşînê ve lawaz bimîne" û wiha dewam kir: "Gel û tevgereke ku xwedî li Rêberê xwe dernekeve, yê ku emrê xwe daye têkoşîna azadiya gelê xwe, wê nikaribe têkoşîneke xurt a azadiyê bimeşîne. Di rewşeke wiha de gel û tevgereke bi vî rengî wê li nirxê xwe yê herî girîng xwedî derneketibe ku wê demê jî têkoşîna xwe wê ne xurt be. Pêwîstî pê nîne ku ev yek bi dûr û dirêjî bê vegotin. Yên ku xwedî li nirxên gel, welat û têkoşîna xwe xwedî derkevin, dikarin bi xurtî têkoşîna azadiyê bimeşînin û bi ser bikevin. Ji bo her gelî, ji bo her civakê qanûna bingehîn a serketinê ev e."

BERPIRSYARIYA MEZIN

Bayik diyar kir ku piştî fikrê azadkirina gelê Kurd kete dil û mejiyê Rêberê Gelê Kurd, li ser şêweyê serketina vê têkoşînê kûr bû û got, "Ji bo vê jî bi feraseta; divê ev gel destpêkê lawaziyên xwe têk bibe û ji holê rake, tevgeriya. Lewma dîroka Kurdan, rastiya dewleta Tirk ku serkêşiyê ji dijminatiya li Kurdan re dike, bi hûr û kûr lêkolîn kir. Li ser bingeha îdeolojiya sosyalîst û felsefeya civakîparêz, ku wê demê li gel kêmasiyan jî rastiyên civakî û siyasî bi rengekî nêzî rastiyê analîz dikir, li ser fêhmkirina pirsgirêka Kurd û peydakirina rêyên çareseriyê difikirî, kûr dibû. Rojek, katjimêrek tune ye ku Rêber Apo li ser rê û rêbazên afirîner nefikiriye. Di nava jiyanê de her tim bi berpirsyarî û cidiyet nêzî her pirsgirêkê bûye. Ti mijar nîne ku ev Rêbertî bi berpirsyariyeke mezin, bi cidiyeteke bilind nêz nabe. Ji hemû rêberên şoreşger bêhtir di asta berpirsyarî û cidiyeteke mezin de nêzî pirsgirêkên gel û mirovahiyê, rêxistinbûn û pirsgirêkên têkoşînê bûye.
Taybetmendiya bingehîn a vî Rêberî ew e ku çi bê gotin, dikare bersiva vê yekê weke hest û cidiyeta berpirsyariyê bide. Ji ber ku sekn bi vî rengî ye, di nirxandina hemû pirsgirêkan û peydakirina çareseriyê de teqez bi ser dikeve. Ji xwe di bingeha serketina Rêbertî ya di her mijarê de ev rastî heye. Rêbertî bi vî rengî nêzî rêxistina ku ava kiriye, gelê ku ji bo azadiyê têdikoşe, dibe. Xwedîderketina li Rêberekî bi vî rengî ne tenê berpirsyariyeke siyasî û civakî ye, di heman demê de exlaq û wijdan jî xwedîderketineke mezin a li vî Rêbertî ferz dike."

KURD LI BER MIRINÊ BÛN

Bayik anî ziman ku sedsala 20'an wê ji bo dîroka mirovahiyê weke sedsaleke cihê şermê cihê xwe di nava dîrokê de bigire û wiha dewam kir: "Sedsala 20'an sedsala qirkirinan e. Yê ku ev afirand jî feraseta netewe dewletê ya tekperest a kapîtalîzmê ye. Vê zîhniyetê di her qada siyasî, civakî û çandî de xwe nîşan daye. Kurd yek ji wan gelan e ku êşa herî giran ji ber vê zîhniyetê kişandiye. Di salên 1970'î de Kurd bi înkarkirineke mezin li her parçeyên Kurdistanê di nava qirkirineke giran de bûn. Salên ku Rêber Apo derket ser dika dîrokê, ew sal bûn ku Kurd li ber mirinê bûn. Di bihara 1973'an de Rêber Apo ji 5 hevalên xwe re got; Kurdistan mêtingeh e, dewleta Tirk dixwaze Kurdistanê bike qada belavbûna netewetiya Tirk, divê ev gel û ev welat ji mêtingeriyê bê rizgarkirin, azad û  serbixwe bibe. Ji wê rojê heta îro her kêlî, her hilmstandina wî ji bo azadiya vî gelî, azadiya gelan bûye. Rêber Apo bi vê gava xwe ya li bihara 1973'an ne tenê li ber mêtingeriya qirker a li Bakurê Kurdistanê rabû, di heman demê de li dijî polîtîkayên tunekirin û tepisandina Kurdan a li hemû parçeyên Kurdistanê helwest nîşan da.

HÊZA HERÎ MEZIN A KURDAN

Bi têkoşîna xwe ya bi dehan salan, li nava Kurdan, li tevahiya Kurdistanê têkoşîneke vejînê afirandiye. Li Bakurê Kurdistanê ya li ber mirinê bû, bi têkoşîna gerîla û serhildanan şoreşeke mezin a demokratîk afirand, gelê Kurd kir gelê herî demokratîk şoreşger ê li Rojhilata Navîn. Şoreşa azadiya Kurdistanê ya li ser xeta azadiya jinê, eger Kurd îro li cîhanê kiribe gelê herî hurmetdar, em vê yekê deyndarê Rêber Apo ne. Ev rastiya Kurdan a ji aliyê Rêber Apo ve hate afirandin, veguheriye hêza herî mezin a Kurdan. Qedir û qîmetê Kurdan ji her demê bêhtir li pêş çavên gelên cîhanê û hêzên siyasî demokratîk bilind bûye.

DEYNÊ ME YE KU RÊBERTÎ AZAD BIKIN

Azadkirina Rêberekî ku xizmetên mezin ji gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn re kiriye, ji bo me û gelê me veguheriye barekî mezin. Eger em xwe azadîparêz û demokrat dibînin, eger xwe weke xwediyê edalet, maf û wijdan dibînin, eger em xwe demokrat dibînin; eger bi navê gel em pê bawer in ku wî nirxên mezin tevlî nirxên me kiriye, wê demê azadkirina vî Rêberî jî deynê me ye. Em ê timî bêjin; vî Rêbertî filan destketî da me, lê ji bo azadiya wî em ê tiştekî nekin; ev nabe. Em dibêjin, bê Rêbertî nabe, bi can bi xwîn em bi te re ne; wê demê divê armanca me azadiya Rêbertî be. Ne bi vî rengî be bawerî bi gotina me nayê û wê bê bandor be. Qelsbûna bi bawerî û bandora me, ji bo me wê bibe qelsiya herî mezin.

DI HEMAN DEMÊ DE AZADIYA KURDAN E

Berpirsyariya me ye ku em Rêbertî azad bikin, ku Tevgera Azadiyê ya Kurd afirand, bi pêş ve bir, gelê Kurd li her devera cîhanê kiriye hêz. Ji ber vê sedemê, armanca pêngava me ye. Li gel vê berpirsyariya me, azadiya Rêber Apo ne tenê azadiya rêberekî, demokratekî, sosyalîstekî, şoreşerekî, zanyarekî civakî, fîlozofekî ye. Di heman demê de azadiya gelê Kurd e. Li ser bingeha demokratîkbûna Tirkiyeyê demokratîkbûna Rojhilata Navîn e. Têkoşîna me ya ji bo azadiya Rêbertî wê ji bo xwegihandina armancên pêngavê xwedî roleke girîng be.

DIVÊ TÊKILIYA DIYALEKTÎK BÊ FÊHMKIRIN

Eger têkiliya diyalektîk a navbera azadiya Rêber Apo û azadiya gelê Kurd nayê dîtin, nayê fêhmkirin, hingî ev yek lawaziya di hişmendî û siyasî de ye. Ji bo rêberên siyasî û neteweyî yên her gelî ev rewş derbas dibe. Lê belê ev rastî ji bo Kurdan herî kêm bi deh qatî bêhtir derbasdar e. Heta ku Rêberekî ji her alî ve pêşengî ji gelekî re kiriye neyê naskirin, nepêkane ku hebûna wê neteweyê, wî gelî û hêza siyasî bê naskirin. Îradeya gelan her tim ji aliyê rêberekî û tevgera wê ya siyasî ve hatiye temsîlkirin. Dema ku nasnameya siyasî û hebûna wî gelê, wê neteweyê hate qebûlkirin, hingî Rêberê wî gelî jî tê qebûlkirin. Qebûlkirina wî Rêbertî jî tê wateya qebûlkirina daxwaz û hebûna wê neteweyî, wî gelî. Dijminatiya li Rêberê gelekî bê kirin jî tê wateya dijminatiya li wî gelî.

GIHÎŞT WÊ ASTÊ KU XWEDÎ LI MAFÊN XWE DERKEVE

Dijminatiya ku dewleta Tirk li Rêberê Gelê Kurd dike li ti welatî, li nava ti dewletê nehatiye dîtin. Di dema têkoşîna azadiyê de ku gelê Kurd bi dehan salan meşand, daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk û yên di çapemeniyê de hatin nivîsandin dema li ber çavan bên girtin, wê ev rastî bê dîtin. Armanca wan a bingehîn qirkirina Kurdan bû, Rêber Apo jî ev armanca wan pûç kir. Gelê Kurd ê ku serî tewandibû, îradeya xwe têk çûbû rakir ser piyan. Gelê Kurd ji bo jiyana azad û demokratîk bi rêxistin kir, xist nava têkoşînê. Rêber Apo digot, ji ber ku min gelê Kurd anî wê astê ku daxwaza mafên xwe bike, yanî xwedî li mafê xwe derkeve, dijminatiyeke mezin li min dikin. Sedema zexta giran, tecrîd û êşkenceyê ya li ser Rêber Apo ev e. Dixwazin tola asta ku gelê Kurd gihîştiye ji Rêber Apo hilînin. Ev rastî bi xwe nîşan dide ku dijminatî û êrişa li dijî Rêber Apo, dijminatî û êrişa li ser gelê Kurd e.

HETA KU RÊBERÊ GELÊ KURD ABDULLAH OCALAN AZAD NEBE, KES AZAD NABE

Ev hemû nîşan didin ku heta Rêber Apo azad nebe, nepêkane ku gelê Kurd azad bibe û Tirkiye demokratîk bibe. Heta ku Rêber Apo azad nebe her tiştên bi navê çareseriya pirsgirêka Kurd bên gotin wê tenê demagojî bin. Nêzîkatiyek ku nirx û hurmetê nîşanî Rêber Apo nade, wê hurmetê nîşanî gelê Kurd, hesret û daxwazên gelê Kurd nede. Lewma heta ku Rêber Apo azad nebe, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê baweriya bi azadiya Kurdan û jiyana azad wê xefleteke mezin be. Çawa ku dewleta Tirk a ku pirsgirêka Kurd a li nava xwe çareser nekiriye dijminatiyê li têkoşîna demokrasî û azadiyê ya li parçeyên din ên Kurdistanê dike, heta ku nêzîkatiya li Rêber Apo neyê guhertin, nepêkane ku pirsgirêka Kurd çareser bibe. Ji ber vê yekê heta ku di zîhniyeta çareseriya pirsgirêka Kurd de guhertin nebe, azadiya Rêber Apo pêk nayê. Nîşaneya guhertina zîhniyeta di pirsgirêka Kurd de wê azadiya Rêber Apo be. Lewma çawa ku divê têkoşîna ji bo azadiya gelê Kurd û demorkatîkbûna Tirkiyeyê di zikhev de bên meşandin, têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo û azadiya gelê Kurd jî divê di zikhev de bên meşandin.

PÊWÎSTE TÊKOŞÎN LI SER XETA RAST BÊ MEŞANDIN

Rêber Apo ji ber ku zane azadiya wî û têkoşîna azadiya gelê Kurd di zikhev de dikare pêk were, diyar kir ku rabûna tecrîdê û pêkhatina azadiya wî wê bi têkoşîna li derve diyar bibe. Cudakirina azadiya Rêber Apo û azadiya gelê Kurd eger ne ji ber nezantiyê be, hingî nêzîkatiyek bi nêteke xirab e, hewldanek bi bandora dewleta Tirk a qirker mêtinger e. Ji ber ku navenda şerê taybet a qirker zane, ku têkoşîneke Kurd a xwedî li Rêber Apo dernakeve, azadiyê naxwaze, wê lawaz bimîne û bê bandor bibe. Têkoşîneke azadiyê ya Kurd a ku azadiya Rêber Apo nekiriye armanca xwe, têkoşîneke ji rê derketiye û dûrî serketinê ye. Me azadiya Rêber Apo ji xwe re kirine armanceke girîng û bi vê yekê re em hewl didin, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ku hewl tê dayin ji rê bê derxistin, ji nû ve li ser xeta rast bimeşînin.

DAXWAZA RAKIRINA TECRÎDÊ TÊRÊ NAKE

Têkoşîna heta niha bi giranî ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd hate meşandin. Bi bidawîkirina tecrîdê re dihate xwestin ku li ser bingeha tenduristî û ewlehiyê Rêber Apo bi awayekî azad bixebite. Di nava vê pêvajoya têkoşînê de tecrîd dem bi dem hatibe sistkirin jî ti carî ji holê nehate rakirin. Sistkirina tecrîdê jî ya di demên bilindbûna têkoşîna gelê Kurd de pêk hat, yan jî li ser bingeha pêwîstiyên şerê taybet kete rojevê. Têkoşîna polîtîk a navbera têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û mêtingeriya qirker, li Îmraliyê jî dewam kir. Sistkirina tecrîda li Îmraliyê ya dem bi dem, ne ji ber gav û guhertina zîhniyetê ya di pirsgirêka Kurd de bû. Sistbûna ku dem bi dem li Îmraliyê hate kirin, di çarçoveya şerê taybet de yanî di çarçoveya mijûlkirina civakê de hate kirin.

Di asta heyî de daxwaza rakirina tecrîdê hem daxwazeke kêm û paşdemayî ye, hem jî li karakterê têkoşîna heyî nayê. Eger em dixwazin faşîzmê hilweşînin, demokrasiyê pêk bînin û pirsgirêka Kurd çareser bikin, daxwaza rakirina tecrîdê têrê nake. Li dijî tecrîdê têkoşîneke têrker hate meşandin. Berxwedêrên zindanan, dayikên me yên laçik spî, gelê Kurd û hêzên demokrasiyê, nîşan dan ku tecrîd sîstemeke êşkenceyê ya nerewa ye. Ti aliyên tecrîdê yê ku ji aliyê dewleta Tirk ve bê parastin nemaye. CPT pêkanînên li Îmraliyê weke sîstemeke êşkenceyê pênase kir. Tecrîda li ser bingeha dijminatiya li Kurdan tê meşandin, bi têkoşînê hate hejandin, her wiha hate hilweşandin. Ji aliyê hiqûqî û siyasî ve ti qîmetê dewamkirina wê nemaye. Lewma daxwaza ji bo rakirina tecrîdê êdî nabe şêweyekî tecrîdê be; ne ji bo têkoşîna azadiya Rêber Apo ne jî ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd nikare pêşketineke girîng biafirîne. Şert û merc, asta heyî nîşan didin ku dem hatiye ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîn bê meşandin. Têkoşîna ku bi vê armancê were meşandin wê li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê kelecaneke mezintir biafirîne, derdoreke hîn berfireh a civakî bixe nava vê têkoşînê.

'RÊBER APO DIXWAZE BI VÎ RENGÎ BE'

Ji bo Rêber Apo daxwaza rakirina tecrîdê êdî rewşeke paşdemayî ye; ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd jî ne daxwazeke ku tevkariyê lê bike. Ev yek dubarebûneke, bêtêkoşînî û mayina li şûna xwe ye. Eger wê têkoşînek bê meşandin, divê têkoşînek ji bo azadiya gelê Kurd, ji bo demokratîkbûnê be. Rêber Apo dixwaze bi vî rengî be. Rakirina tecrîdê jî ji bo têkoşîna civakî û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd wateyek xwe hebû. Lê belê ev yek têkoşîneke neyekser bû. Têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîna yekser a ji bo azadiya gelê Kurd e; têkoşîna yekser a ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Ji ber ku azadiya Rêber Apo yekser tê wateya azadiya gelê Kurd û demokratîkbûnê, Rêber Apo jî li bendê ye ku têkoşîn di vê çarçoveyê de be. Dema ku Rêber Apo digot, ne ji bo min lê ji bo azadiya xwe têbikoşin, mebesta wî ev bû. Ji ber ku azadiya Rêber Apo yekser azadiya gelê Kurd e. Lewma divê ev cudahiya kûr a navbera têkoşîna li dijî tecrîdê û têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo bê fêhmkirin, bê dîtin û li ser vê bingehê têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo di asta herî xurt de bê bilindkirin.

Xwedîderketina li Rêber Apo di dîroka cîhanê de mînaka xwe nîne, yan jî kêm mînakên xwe heye. Di dema komploya navneteweyî de ku 9'ê Cotmeha 1998'an dest pê kir, her wiha piştî dîlgirtina Rêber Apo ya di 15'ê Sibatê de, di asteke bilind de xwedî li Rêber Apo hate derketin. Şehîdên me li dora Rêber Apo bûn bendek ji êgir. Bi gotina 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' şehîdên me xelekek mezin a berxwedanê li dora Rêber Apo ava kirin. Şehîdên me hemûyan bi minet û rêzdarî bi bîr tînim; gaziyên me û gelê me jî ji ber vê berxwedana wan a dîrokî bi rêzdarî silav dikim.

Di serî de jin û ciwan ku di nava 22 salên dîlgirtina Rêber Apo de weke fedayiyên Rêber Apo tevgeriyan, tevahiya gelê me di asteke bilind de xwedî li Rêber Apo derketin. Dayikên me hemû bi welatparêziyeke mezin, bi dilsoziyeke mezin ji bo Rêber Apo tevlî têkoşînê bûn. Rêber Apo di her kêliyê de di dil û mejiyê gelê Kurd de cih girt. Dostên gelê Kurd û hêzên demokrasiyê jî xwedî li Rêber Apo derketin. Rewşenbîr, nivîskar û entellektuelên li cîhanê ji ber tevkariya wan a li zanistiya civakî, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertî û azadiya wî, ketin nava hewldaneke hêjayî pesindayinê. Hunermendan ku dîtin Rêbertî nûnerê herî girîng ê başî û bedewiyê ye, xwedî li vî Rêbertî derketin. Sendîkayên Îngiliz ku hucreya bingehîn a sendîkavaniya karkeran e, ji bo azadiya Rêber Apo kampanya meşandin. Meseleya azadiya Rêbertî êdî ne tenê ya Kurdan, gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn e, bûye mesele û armanca mirovahiyê.

'ŞERT Û MERCÊN AZADIYÊ AFIRÎNE'

Asta nû ya xwedîderketina li vî Rêberê ku 22 sal in dîl hatiye girtin, êdî divê pêkanîna azadiya wî be. Şert û mercên pêkanîna vê yekê afirîne. Têkoşîna 22 salan derfetên ji bo azadkirina Rêbertî zêde kirine. Ji bo azadiya Rêbertî şert û merc gelekî guncav bûne. Şert û mercên siyasî yên Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê vê yekê ferz dikin. Dema ku têkoşîn ji bo azadiya Rêber Apo bû, em ê vê yekê teqez di demeke nêz de bi cih bînin. Nirx û danheviyên ku bi xwedîderketina 22 salan afirîn, gihîştin wê astê ku Rêber Apo azad bikin. Kesayetî û fikrên Rêber Apo jî vê hêzê xurtir dike. Li hemberî vê hêzê çend derî hebin jî, ti zindan û dîwar nikare li ber raweste. Ti tank, top û çek nekariye bigihêje hêza fikrî. Felsefe, îdeolojî û paradîgmaya Rêber Apo yek ji hêzên herî mezin ên dîroka mirovahiyê derxfistiye holê, wê hîn jî biafirîne. Têkoşîna azadiya Rêbertî wê bi bayê vê hêza fikrî teqez bi ser bikeve.

'TEHEMÛLA GELÊ KURD ÊDÎ NEMAYE'

Komploya 9'ê Cotmehê wê bikeve sala 23'an. Êdî gelê Kurd nikare tehemûl bike ku Rêber Apo li zindanê bimîne. Gelê Kurd di wê baweriyê de ye ku heta Rêber Apo li zindanê be ew jî di zindanê de ye, di bin zexta qirkirinê de ye. Hiştina Rêber Apo di zindanê de li ser milê gelê Kurd, di dil û mejiyê gelê Kurd de barekî mezin e. Gelê Kurd êdî naxwaze ku di binê vî barê giran de bijî. Dixwaze vî barê giran ji ser milê xwe biavêje û ji zexta qirkirinê û zindanê rizgar bibe. Gelê Kurd di nava van 22 salan de baştir fêhm kiriye ku azadiya Rêber Apo azadiya wan bi xwe ye. Ji ber vê yekê naxwazin Rêberê xwe di zindanê de bibînin. Lewma Kurd, dostên Kurdan û hêzên demokrasiyê wê bi hemû hêza xwe tevlî pêngava me ya 'dema azadiyê' bibin û têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo mezin bikin.

'DEM DEMA AZADKIRINÊ YE'

Dem ew dem e ku Rêber Apo bê azadkirin. Ez dixwazim careke din destnîşan bikim, ku Tevgera Azadiyê ya Kurd het azadiya Rêber Apo, yanî heta azadiya gelê Kurd wê vê têkoşînê bidomîne. Di serî de jin û ciwan ez bang li tevahiya gelê Kurd, dostan û hêzên demokrasiyê dikim ku vê têkoşîna tê wateya azadiya wan li her deverê bilind bikin."