Bayik: Berxwedêrên greva birçîbûnê destaneke dîrokî dinivîsînin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir, Leyla Guven, Nasir Yagiz û berxwedêrên din ên greva birçîbûnê destaneke dîrokî dinivîsînin û got, "Ev destan wê bibe bingeh ji destaneke mezintir a siberojê re."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, tevlî bernameya Dilistan a Radyoya Dengê Welat bû. Bayik, bal kişand ser rastiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê ya ku di destpêka avabûna xwe de jî ku xwe ji pirsgirêkên azadî û demokrasiyê yên Kurdistan, Tirkiyê, Rojhilata Navîn û cîhanê tevî berpirsyar dibîne. Bayik got ku “Rêber Apo li ser vî esasî felsefe, bîrdozî pêş xist. Di destpêkê de tesîra reel sosyalîzmê (sosyalîzma pêkhatî) hebû. Wê kir ku di hedefên Rêber Apo dayî pêşiya xwe de daîm wê li berçavan bigire. Lêkolîn dikir. Dît ku reel sosyalîzm armancên wî pêk nayîne. Her ku pratîk pêş xist, ev baştir fêm kir. Dît ku alavên reel sosyalîzmê, zêde xizmeta sosyalîzmê nakin. Heta ji gelek aliyan ve ters e. Çiqas xebatê bike jî him ji bo gelê Kurd û mirovatiyê pêş nakeve. Dema ku ew dît, bi demê re îdeolojî, felsefe, paradîgmaya xwe pêş xist. Piştî ku Sovyet hilweşiya, dît ku vê paradîgmaya ku dixwaze pêş bixe, rast e. Yanî heqîqeta jiyanê Rêber Apo arasteyî rastiyê kir. Di Rêber Apo de fikir û pratîk pêk ve ye. Him difikire, him dike; dema difikire dike, dema dike difikire. Diyalektîkê wer dixe pratîkê. Ji bo vê jî dît ku hedefên dayî pêşiya xwe bi wê paradîgmayê pêk nayê. Her ku ev dîtin, zêdetir baweriya xwe bi xwe û paradîgmaya xwe anî. Li ser wî esasî jî bîrdozî, siyaset, xeta xwe ya têkoşînê, şêwazê xwe zêdetir pêş xist. Hêja Sovyet xirab nebûyî jî got ku, tiştên ku tên meşandin, tu eleqeya wan bi sosyalîzmê re nîn e, lazim e xwe biguherînin. Dema ku ev nirxandin hatin belav kirin, partiyên wê demê yên ku Sovyet esas digirin, gotin; ‘Ev li dijî sosyalîzmê ne’ û êrîşî me kirin. Derket holê ku ew ne sosyalîzm bû. Piştî ku ev dît baweriya xwe û paradîgmaya xwe pêş xist, xizmeteke mezin ji sosyalîzm û mirovahiyê re kir. Tiştên ku qirêj û bi kêrî sosyalîzmê nayên hemû paqij kirin. Sosyalîzm, demokrasî, azadî û wekhevî gihandin he du. Her ku diçe ev hê baştir tên fêmkirin.” Bayik bal kişand ser dualîteya encamên vê rastiyê û got ku “Ev jî hêviyeke mezin ava dike û li dora Rêber Apo çepgir, sosyalîst, ekolojîst, femînîstan kom dike. Di aliyê din de jî ev Rêber Apo dike hedefa dagirker, xayîn û emperyalîstan.”

‘EM MANÎFESTOYEKÊ AMADE DIKIN’

Bayik di dirêjiya axaftina xwe de, li sor rol û mîsyona PKK'ê ya navneteweyî jî got ku: “Çawa ku berê digotin divê Marks, Engels, Lenîn û yên din pêşengtiya sosyalîzmê bikin, hêvî û daxwaziyek ji wan hebû û wan jî li ser vî esasî Enternasyonal a Yekemîn, Duyemîn û Sêyemîn pêş xistin; bi wan Enternasyonalan tevgera sosyalîst xurt bû. Niha jî sosyalîst, demokrat, kesên ku li dinyayê dijî faşîzmê têkoşîn dikin hêviyeke wisa ji Rêber Apo û PKK'ê dikin. Dibêjin divê PKK û Rêber Apo gaveke wisa biavêjin. Bi taybet û zêdetir jî jin vê dixwazin. Lewre Rêber Apo ji bo jinê xebateke pir mezin pêş xist. Niha jin zêdetir li rastiya xwe xwedî derdikevin. Her ku diçe, ew tevgerên jin pêş dikevin. Ev têkoşîn û hêvî bi têkoşîna Rêber Apo pêş ket. Îro jî lazim e PKK li wan hêviyan xwedî derkeve. Lewre lê xwedî dernekeve, li daxwazên azadî û demokrasiyê xwedî dernekeve, wê demê PKK wê xebatên ku heta niha kirî, pûç bike. Lewre bi êş, bi berdelên giran têkoşînek pêş xist. Encam bi dest xistin ji bo mirovahiyê û lazim e li wan jî xwedî derkeve. Hêvî û daxwazên wisa hene. Li ser vî esasî Tevgera me jî karekî wisa dimeşîne, dikarim wê bêjim. Niha em dixwazin Manîfesto û Bernameyekê pêş bixin. Li ser vî esasî mirov dikare rêxistinbûnekê pêş bixe. Ev pêwîst e. Lewre kapîtalîzm gihaştiye asteke global, êdî krîzeke mezin jî dijî. Hê jî ev krîz mezin dibe. Ev jî dike ku hêviyên hêzên demokrasî û azadiyê xurttir bibin. Ji bo wê jî lazim e, li dijî modernîteya kapîtalîst a global, divê Modernîteya Demokratîk a global jî bê pêşxistin. Ya rast jî ew e.

‘PÊŞKETIN ÇÊDIBIN Û EW Ê BIDOMIN’

Li ser pirseke girêdayî daxuyanî û nirxandinên Fermandarê Navenda Parastina Gel Mûrad Karayilan yên wekî “Amadekariyên me berdewam dikin, em ê li Kurdistanê pişta dagirkeriyê li erdê bixin” jî Bayik wiha axivî: “Ew çawa dixwazin PKK tasfiye bikin, Kurdan di qirkirinê de derbas bikin, PKK jî nehêle ku tasfiye bibe, Kurd di qirkirinê de derbas bibe, PKK bi xwe ji bo pêşî li qirkirina Kurdan bigire hatiye avakirin. Ji bo wê têdikoşe. PKK tu caran fersendê nade vê, divê her kes vê bizane. Niha modernîteya kapîtalîst teknîka bilind daye dagirkeriya Tirkiyeyê. Hêviya gelê Kurd gerîla ye. Ger ku gerîla derbê bixwe, ew ê jî bawer bike ku dikare encam bigire. Dema ku reel sosyalîzm hilweşiya, modernîteya kapîtalîst propagandayek kir, got êdî sîstema modernîteya kapîtalîst li dinyayê hakîm e, wê heta dawiyê bimeşe. Bi wî şeklî dixwest ku hêviyên hêzên sosyalîst bişkîne. Da ku kesên têkoşînê dimeşîne ji holê rabike. Lê di dîrokê de gerîla her tim hêza azadiyê ye. Her tim ji bo gelên pir feqîr, zeyîf hêzeke esasî ya azadiyê ye. Piştî ku reel sosyalîzm belav bû û şûnde, dixwaze ku gerîla jî tasfiye bikin. Yanî dixwaze alternatîfan ji holê rake. Niha jî li dinyayê yên ku sosyalîzmê rast temsîl dike û di gelan û hêzên sosyalîzmê de hêviyê ava dike, gerîlayê Kurdistanê ne yên ku Rêber Apo pêş xistiye. Ji bo wê teknîk dane Tirkiyeyê. Xwestin derbê li gerîla bixin da ku bêjin, ‘Êdî gerîla ne hêza azadiyê ye’. Bi vê yekê xwestin gelê Kurd, di şexsê Kurdan de jî Rojhilata Navîn û mirovahiyê bê hêvî bihêlin.

Çawa ku yên li dijî gerîlla tektîkan dimeşînin ji bo hêviyan bişkînin, gerîla jî tektîkan dimeşîne û dixwaze hêviyên gelan xurt bike, guhertinan dike. Bila Erdogan û Bahçelî wer hêviyên xwe xurt nekin, bila nebêjin ‘Balafirên me yê keşfê hene, teknîka me heye, em ê bi vêya encamekê werbigirin’. Xwe dixapînin! Tu caran nikarin gerîla û PKK'ê tasfiye bikin. Nikarin wekî berê gelê Kurd bikin kole. Êdî gelê Kurd, derveyî azadiyê tiştekî qebûl nake. Biryara xwe daye, çi berdêl hebê jî daye pêş xwe, heta niha têkoşîna pêşxistî jî her tiştî diyar dike. Ji sifirê dest pê kir, îro gihandiye asteke pir bilind. Ji tinebûnê ev qas îmkan da çêkirin. Tu caran gelê Kurd ji vir paş de naçe, yê pêş de biçe. Berê dostekî gelê Kurd tine bû, îro gelek dostên wan çêbûn. Ji bo wê jî di destên gelê Kurd, felsefe, îdeolojiyeke pir mezin heye. Ew di destê kesî de nîn e. Bi vê îdeolojî û felsefeyê, ti hêz nikarin li pêşiya PKK'ê û gelê Kurd bisekinin. PKK'ê ji her alî de di xwe de hêzeke mezin û nûbûnek çêkiriye. Kes nikare pêşiya vê hêzê bigire. Ji bo wê jî şerê wan yê psîkolojîk wê bi ser nekeve. Guhertinên ku gerîla di xwe de çêkiriye wê di demên pêş de jî diyar bibe. “

‘PKK JI DESTANAN DESTANAN DIAFIRÎNE’

Li ser pirseke girêdayî salvegera Destana Zapê jî Cemîl Bayik got ku: “Zap girîng e, di dîrokê de ciyekî xwe heye, taybet e. Lê ji bo me ne tenê salvegera Zapê esas e. Di dîroka PKK'ê de gelek destan hene. Salvegerên wan dibe sedema destanên nû. Dîsa her şehadetek dibe sedema ku têkoşîn hinekî din mezin bibe. Ev rastiya Rêber Apo, PKK'ê û mîlîtaniya PKK'ê ye. Îro jî destaneke mezin tê jiyîn di pêşengtiya Leyla Guven, Nasir Yagiz, hevalên zindanan û yên din de. Her kes vêya dibîne. Derveyî Kurdan jî gelek kes hêzê ji vê digirin û tînin ziman jî. Diçin gel Leyla Guven, Nasir û hevalên din û tînin ziman jî. Dibêjin ku, ‘Destana ku tê nivîsandin, rûh dide me, zeyîfî û kêmasiyên me, şerma me dide rûyê me. Em ê çawa xwe ji vê şermê rizgar bikin’ vê dide diyarkirin. Ji bo wê jî li derdora wan ev çalakî mezin dibin. Ev destan jî wê sibe bibe bingeha destaneke mezintir, ev rastiya vê Tevgerê ye.

DIVÊ MALBAT, HEVAL Û DOSTÊN ÇALAKVANAN ZÊDETIR HEWL BIDIN

Ji bo piştgiriya bi çalakvanên grêvê birçîbûnê û bi giştî têkoşînê jî Bayik wiha got: “Lazim e têkiliyên xwe bi hevalên zindanan re xurttir bikin. Dikarin biçin ber deriyê zindanan, bimeşin, kom bibin, çalakiyan bikin. Ev malbat lazim e xîtabî civakê, hêzên demokrasiyê û sosyalîst, humanîst, saziyên mafên mirovan bikin. Li ser wî esasî lazim e malbat nesekinin. Her dem di kar û xebatan de bin. Ya ku ji wan tê xwestin, xwedîderketina li xwe û li zarokên xwe ye. Li têkoşîn, ked, hest û êşên wan xwedî derketin e. Divê bi xwe re civakê jî têxin nav tevgerê. Ger ku malbatên hevalên zindanan xwe baş rêxistin bikin û pêk ve tev bigerin, li zindanan xwedî derkevin, ev malbat ne kêm in. Bi hezaran e. Mirov û nasên wan hene. Dibin hejmareke pir mezin. Dewlet nikare pêşiya vê bigire. Lazim e, bi cesaret, bi bîryar tevbigerin. Hevalên zindanan derfetên wan jî tine ne di bin wan zor û zehmetiyan, di bin îşkencê de, çalakiyeke dîrokî û destanî pêş dixin û vê jî ne ji bo xwe dikin. Ji bo yên derve û azadiyê, gelê Kurdistan û mirovahiyê dikin. Yên li derve şert û mercên wan, îmkanên wan ji yê hevalên zindanê ji her alî ve baştir e. Ger ku hevalên li zindanan her tiştî didin berçavên xwe û di wan bêîmkaniyan de vê çalakiyê pêş dixin, lazim e yên derve hê zêdetir van çalakiyan pêş bixin. Niha Serok Apo li Îmraliyê di berxwedaneke mezin de ye. Gelek heval û welatparêzên li Tirkiye û Kurdistanê di zindanan de di nava berxwedaneke dîrokî de ne. Yên derve lazim e têkiliyên xwe û yên zindanan bikin yek. Her roj dikarin telefonan bikin, li deriyê zindanan bin, her tim di nava têkiliyan de bin û hevalên li zindanan bi tenê nehêlin. Lewre yên zindanê ji bo wan vê çalakiyê pêş dixin. Li ber çavan e, faşîzm zulmeke mezin li ser civakê dimeşîne, ew jî dixwazin vê faşîzmê hilweşînin, bişkînin da ku azadî û demokrasî pêş bikeve. Madem yên ku li zindanê ji bo wan vê çalakiyê pêş dixin, yên derve zêdetir li xwe xwedî derkevin. Di vir de kêmasî hene, divê ev kêmasî ji holê rabin. Dewlet pir ditirse, pir zeyîf e. Dixwaze bi îşkencê û zilmê pêşiya vê çalakiyê û gel bigire.”

GER KU GEL BI HEV RE TEVBIGERE, KES NIKARE PÊŞIYA WAN BIGIRE

Di berdewamiya axaftina xwe de Bayik wiha axivî: “Hinek parlamenter bi tenê dimeşin, helbet wê dijmin êrîşî wan bike. Ev parlementer îradeya vî gelî ne, lazim e li îradeya xwe xwedî derkevin. Dema ku ew dimeşin, lazim e gel jî bi wan re bimeşe. Bi hev re bimeşin, nikarin êrîşî wan bikin. Bike jî nikarin encamekê werbigirin. Lê li ciyekî wekî Amed sed kes bimeşe, helbet wê bikaribin êrîş bikin. Nîvê Amedê jî rabe, ji êrîşê biqerin, ew ê hewil bidin xwe veşêrin. Lazim e mirovên me vê bikin. Êdî di bin vê wahşetê de mirov nikare bijî û mirovahiya xwe biparêze. Lewre êrîşî her tiştê xwe dike. Cîzre Spor çû Entalyayê ku bi gokê bilîze, çûn êrîşî wê kirin. Êrîşî Amed Sporê dikin. Yanî bi navê Kurd çi hebe, dixwazin ji holê rabikin. Dibêjin yan hûnê teslîmî me bibin, yan jî em nahêlin hûn bijîn. Vê aşkere dibêjin. Kurd xwedî şeref û keramet in. Binêrin, di zindanan de ji bo ku şeref û kerametê vî gelî biparêzin, hevalên li zindanan li gel ku şert û mercên wan jî tine ne, îmkanên wan jî nîn in, di bin îşkence û zulmê de jî li kerametê gelê Kurd xwedî derdikevin. Lazim e, gelê me vê bibîne. Divê bêje, ‘Êdî bes e, em vê qebûl nakin! Divê li ser Rêber Apo tecrîd rabe, li ser zindanan îşkence rabe, li ser me ev tecrîd, kuştin, talan, zulum bi dawî bibe.’ Divê vê aşkere bîne ziman û ji bo vê çi berdêl lazim be, bide ber çavên xwe. Wê demê ew dewleta Tirk ya faşîst wê paş de gav bavêje.”

EM DEWLETA TIRK BAŞ NAS DIKIN

Di derbarê karakterî dagirkerî û zilumkariya dewleta faşîst a Tirkiyeyê de jî Bayik ev tesbîtên girîng kirin û wiha pê de çû: “Em dewleta Tirkiyeyê baş nas dikin. Dema ku mirovan zeyîf bibîne, tê ser mirovan. Lê dema ku bibîne mirov xwedî bîryar e, ji mirinê natirse, paş de gav diavêje. Çima berê hevdîtin çêdikirin? Lewre tevgera me xurt bû, her roj gav diavêtin. Ji bo wê mecbûr dibûn ku hevdîtinan çêbikin. Da ku bikaribin xwe amade bikin, ji zeyîfiyetan derkevin, ku bikaribin li dijî tevgera gel bisekinin. Berê jî di zindanan de grêva birçîbûnê pêş ket, pir tengav bûn, çûn bi Rêber Apo re axivîn da ku grev bisekinin ku ji wê tengasiyê derkevin. Berxwedanê ew çêkir. Lazim e mirov li dîrokê jî binêre… Di 12’ê Îlonê de, li zindana Diyarbekir, hemû hovîtî kirin. Dixwestin wir bikin goristana PKK'ê û Kurdan. Hevalê Mazlûm, Xeyrî, Kemal û wan li dijî vê sekinîn. Di encamê de çi bû? Amed ji bo Esat Oktay bû goristan. Yanî daîm berxwedan mirovan bi ser dixe. Ger ku mirov xwe bide alî, bê bila zerar neyê ser min, wê demê dijmin encamê werdigire. Ger ku malbatên hevalên li zindanan, bêjin ev dewlet hemû tiştên me binpê dike, divê em li hemberî wê bisekinin. Wê demê ev dewlet nikare tiştekî bike. Ya rastî ev e, lazim e vê bikin.”

TIŞTEKÎ KU EM WINDA BIKIN, NÎN E

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, di dawiya nirxandinên xwe de ev anîn ziman: “Ew tecrîda li ser Rêber Apo pêş dikeve, ne tenê li ser Rêber Apo ye, li ser me ye, li ser mirovahiyê tevî ye. Heta ku tecrîd li ser Rêber Apo hebe, tu caran li Tirkiyeyê edalet, demokrasî û azadî peş nakeve. Dozan Kurdan çareser nabe. Lewre hedefa tecrîdê dixwaze demokrasî û azadiyê, deskeftiyê Kurdan, heta Kurdan ji holê rabike. Heta ku tecrîd berdewam bike, yê vê siyasetê jî berdewam bikin. Ji bo wê lazim e em tecrîdê bişkînin. Ku me tecrîd şikand, faşîzm hildiweşe, demokrasî û azadî pêş dikeve. Em ji zilmê xilas dibin. Binêr her roj heqaretan dikin, mirovan digirin. Em her roj şehîdan didin. Di vê çalakiyê de jî mumkun e ku em şehîdan bidin. Şehîdên ku em di vê çalakiyê de bidin yê kêmtir bin, destkeftiyên wê zêdetir bin. Lazim e kes hestiyar û bi bertek kes nêz nebe. Lazim e em têkoşîna xwe bi zanebûn, bi biryar û cesaret bimeşînin. Kes bi hestiyarî û bi bertekan qezenc nake. Niha em bi cesaret têkoşîna xwe dimeşînin. Li derve jî dibe, li zindanan, derveyî welat. Li ku be bila be, ev ruh dide her kesî. Lazim e em li dijî xwe tevnegerin. Divê em vê pêngava dîrokî ya ku me dayî destpêkirin xurttir bikin, tiştekî ku em winda bikin nîn e, yê dagirker winda bikin. Me tişta ku windakirî, kiriye, berê me her tişt winda kiribû, bi têkoşînê qezenc kir, em ê bi têkoşînê biparêzin. Leyla Guven beriya her kesî ev fêm kir, her kes jî li dora wê kom bû. Her ku diçe dostên wê jî zêde dibin. Her kesên ku di nava vê têkoşînê de cih digirin, ez wan silav dikim, serketinê ji wan re dixwazim û dibêjim, em ê bi ser bikevin!"