Bayik: Çareseriya pirsgirêkên Fîlîstîn û Kurd wê zemîna komployan ji holê rake

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bal kişand ser paraleliya navbera pirsgirêkên Kurd û Fîlîstînê û got, herdu pirsgirêk bêne çareserkirin wê li Rojhilata Navîn zemîna komplo û operasyonan ji holê rabe.

Bayik diyar kir ku pirsgirêkên Kurd û Fîlîstînê ku du pirsgirêkên herî mezin ên li Rojhilata Navîn e, di heman demê de du dînamîkên herî mezin ên demokratîkbûnê ne û got, "Çareseriya van herdu pirsgirêkan bi mejî û nêzîkatiyeke demokratîk dibe. Lewma wê dawî li neteweperestî, olperestî, neteweperestiya dewletê û her cûre fanaîzmê bîne ku çavkaniya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn e. Çareseriya mayinde ya van herdu pirsgirêkan wê Îran, Iraq, Sûriye, Tirkiye û Îsraîlê ji aliyê demokratîk ve veguherîne, çareseriya van herdu pirsgirêkan gelekî girîng û mezin e. Li aliyê din wê zemîna dîzayn, operasyon û komployên li ser Rojhilata Navîn jî ji holê rake. Çareseriya pirsgirêkên Kurd û Fîlîstînê wê bandoreke erênî li tevahiya cîhanê bike."

Cemîl Bayik diyar kir ku li Xezeyê bi rengekî şênber komkujî tê kirin û bang li Îsraîlê kir ku van êrîşan tavilê bisekinîne. Bayik di heman demê de bang li gelên Kurd û Fîlîstînê jî kir ku çi dibe bila bibe dest ji welatê xwe bernedin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik êrîşa dagirkeriyê ya Îsraîlê ya li ser Xezeyê ji ANF'ê re nirxand, ku piştî êrîşa Hamasê ya 7'ê Cotmehê ya li ser Îsraîlê destpê kir.

Artêşa Îsraîlê piştî 50 salan bi rengekî fermî şer ragihand. Bajarê Xezeyê ku nifûsa xwe du milyon mirov e, ji hewayê bi rengekî giran tê bombekirin. Koçberiyeke mezin heye. Îsraîl kete navenda Xezeyê. Planeke qirkirinê ya Îsraîlê li ser Xezeyê di meriyetê de ye. Tê gotin, xalîkirina Xezeyê ji mirovan, sirgûnkirina Fîlîstîniyan ber bi çola Sînayê yan jî hin welatên din, di rojeva Îsraîlê de ye. Hûn rêveçûna şer çawa dinirxînin?

Şerê li dijî Fîlîstîniyan nû nîne. Bi dehan sal in şer û polîtîkayên qirkirinê tê meşandin. Ya ku niha tê kirin parçeyek ji vê yekê ye, yan jî dewama wê ye. Ragihandina şer dibe ku ji bo wê yekê be ku plana hatibû amadekirin bi cih bê anîn, kiryar bêne rewakirin û ji hundir û derve piştgirî bê wergirtin. Ji bilî vê yekê wateyeke cuda ya ragihandina şer nîne. Ev yek tenê ji bo hêzên hegemonîk ên mîna DYE, NATO, her wiha ji bo hin dewletên herêmî yên li pey hêzê ne dibe ku xwedî wateyekê be. Ji ber ku ev hêzên navborî xwedî nakokiyan e, berjewendiyên wan li ser herêmê hene. Dewleta Îsraîlê jî di nava van hêzan de ye. Lewma yên têne kirin û yên têne xwestin ku bêne kirin ji vê rewşê cuda nîne. Ragihandina şer tenê di vê çarçoveyê de dikare bê nirxandin. Naxwe ji bo Fîlîstînê û ji bo Fîlîstîniyan ti wateyeke xwe nîne. Gelê Fîlîstînê bi dehan sal in li dijî dagirkerî û qikirinê li ber xwe dide, ji bo azadî û rizgariyê têdikoşe. Mîna têkoşîna Kurdan, têkoşîna gelê Fîlîstînê jî sed sal in dewam dike. Sed sal in li Fîlîstînê şer diqewime û ev şer qet neqediya ye. Bêguman niha bûyerên nû diqewimin û ev yek rewşeke nû ye. Li gorî me bi giştî encameke bi vî rengî derketiye holê; bêçareserîhiştin nikare demeke hîn dirêj dewam bike. Çareseriya pirsgirêkê ji her alî ve xwe ferz dike. Nabe ku ev yek ji nedîtî ve bê. Bi ragihandina şer, bi girankirina komkujî û qirkirinê ev rastî ji holê nayê rakirin. Niha di serî de dewleta Îsraîlê hêzên herêmî û global li gorî vê rastiyê tevnagerin. Lewma pirsgirêk çareser nabe. Hêzên modernîteya kapîtalîst pirsgirêkan hîn giran dikin, çareseriyê zehmet dikin. Ji xwe di serî de pirsgirêkên Kurd û Fîlîstînê, di bingeha pirsgirêkên li Rojhilata Navîn de polîtîkayên modernîteya kapîtalîst hene. Armancên kevneşop ên dewleta Îsraîlê diyar in. Dixwaze Fîlîstîniyan li ser xaka Fîlîstînê ya dîrokî ji holê rake. Êrîşên niha li ser Xezeyê têne kirin niha di vê çarçoveyê de ne. Dewleta Îsraîlê heta niha li derveyî vê polîtîkayê tevnegeriya ye. Ji ber ku mejiyê heyî rê nade vê yekê. Hem mejiyê dewletê yê kevneşop hem jî lîstik û destwerdana hêzên herêmî û navneteweyî li pêşiya nêzîkatiyeke nû, li pêşiya çareseriya pirsgirêkê dibe asteng. Ya ku li Xezeyê diqewime encameke vî mejî, vê destwerdan û lîstikê ye. Eger ev nebûya wê di mijara çareseriya pirsgirêkê de gav hatibûya avêtin. Encamên niha wê rû nedabûya. Gelê Fîlîstînê ti carî dijminatî li Yahûdiyan nekiriye. Li hemberî mejî û dewleta ku dagirkerî û qirkeriyê dike têkoşiya, rizgariya xwe di têkbirina vî mejî de dît. Di nava gelê Îsraîlê de jî nêzîkatiyeke demokratîk heye ku rastiyê dibîne. Mirov dikare bibêje ku ev nêzîkatî gelekî xurt bûye. Bi mehan e li dijî rêveberiya Netanyahû û polîtîkayên wê çalakiyên şermezarkirinê dihatin lidarxistin. Ev çalakiyên gelê Fîlîstînê yên ji bo çareseriya pirsgirêka Fîlîstînê gelekî girîng in. Tê zanîn ku ev helwesta gel neguherî ye. Dewleta Îsraîlê yan jî rêveberiya Netanyahû hewl dide ku çalakiyên Hamasê yên li dijî sivîlan ku bûn sedema nerazîbûnan, ji bo guhertina vê helwesta gel bi kar bîne. Lê belê tevî vê yekê jî di nava şer û şerxwaziyê de gel vê helwesta xwe naguherîne, çareseriya demokratîk dixwaze ku ev helwest gelekî girîng e. Li aliyê din ev doza mafdar a gelê Fîlîstînê mîna beriya niha di vê demê de jî ji hemû gelên bindest, sosyalîstan, hêzên demokratîk û azadîparêz piştgiriyê werdigire. Ev hemû ew hêmanin ku têkoşîna demokratîk a gelê Fîlîstînê û çareseriya demokratîk a pirsgirêkê xurt dikin. Lê belê nêzîkatiya dewletan û hêzên di bin bandora wan de ne, berevajî vê yekê ye. Ew pirsgirêkê giran dikin, çareseriyê zehmet dikin. Ji ber ku ne bi nêzîkatiyeke demokratîk lê belê li ser bingeha berjewendiyên siyasî, aborî û berjewendiyên cuda nêzî pirsgirêkê dibin û tevlî dibin. Nêzîkatiya DYE'yê bi vî rengî ye. Nêzîkatiya dewletên Ewropayê jî bi heman rengî ye. Di serî de Tirkiye û Îran nêzîkatiya dewletên herêmê jî bi vî rengî ye. Bi taybetî nêzîkatiya Tirkiyeyê gelekî pragmatîst e. Li ser bingeha dewamkirina polîtîkaya xwe ya qirkirina Kurdan nêzîk dibe. Nêzîkatiya dewletên Ereb jî heta niha çareser nekiriye. Ji ber ku rêveberiyên heyî li gorî berjewendiyên dewletê polîtîkayê dimeşînin. Li Rojhilata Navîn jî dewlet gelekî ji civakê dûr ketiye. Berjewendiyên dewletê bi temamî li ser bingeha dijberiya li civakê ne. Rêber Apo ev rewşa li Rojhilata Navîn bi berfirehî analîz kir. Ji xwe hem dewletên Ereb hem jî dewletên din ên li herêmê xwedî mejiyekî demokratîk nînin. Di rewşeke bi vî rengî de gelo dikarin nêzîkatiyeke rast ji bo pirsgirêka Fîlîstînê nîşan bidin, eleqeyeke rast nîşan bidin û ji bo çareseriya pirsgirêkê îradeyê destnîşan bikin? Bêguman nikarin. Ev yek ne tenê ji bo dewletên Ereb her wiha ji bo hemû hêz û dewletan derbas dibe. Yên ku mejiyê xwe demokratîk nebe nikare bibe hêza çareseriyê.

Bêguman rewşa heyî gelekî bi êş û cihê xemgîniyê ye. Li Xezeyê komkujiyeke gelekî hovane û bi êş tê kirin. Em vê yekê bi tundî rexne dikin, şermezar dikin. Bi şênberî dibêjin; gel wê teqez ji vî mejî û van dewletên qirker hesab bipirsin. Em wan hêzên ku piştgiriyê didin van polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Îsraîlê jî bi tundî rexne û şermezar dikin. Ji bo hêzên ku sekneke sexte nîşan didin û welê nîşan didin ku mîna bi gelê Fîlîstînê re ne, em heman helwestê diyar dikin. Nêzîkatiya hemû hêzên herêmî û global ên navborî ji aliyê cewherî ve mîna hev in. Ew ne dostê gelê Îsraîlê ne, ne jî dostê gelê Fîlîstînê ne. Her yek ji wan ji bo polîtîkayên xwe bimeşînin nêzî meseleyê dibin. Ev nêzîkatî nayê qebûlkirin. Divê her kes bi rengekî rast nêzîk bibe, ti kes li hemberî doza mafdar a gelê Fîlîstînê, gelê Kurd, li hemberî têkoşîna gelan nesekinin, piştgiriyê nedin polîtîkayên qirker. Dewlet û rêveberiya Îsraîlê jî divê nêzîkatiya xwe ya heyî tavilê biguherîne, êrîşan rawestîne. Şer, qirkirin û polîtîkayên komkujiyê divê bêne terikandin. Senaryoyên ku em niha qalê dikin metirsîdar in, ti carî nayên qebûlkirin. Ti gel û civak nabe ji cih û warê xwe bêne kirin. Ev yek qirkirin e. Ti sedem nîne ku vê yekê mafdar nîşan bide. Ya ku heta niha li gelê Fîlîstînê hatiye ferzkirin ev e. Gelê Fîlîstînê ji cih û warê xwe hate kirin, warê wan hate dagirkirin û desteserkirin. Hîn jî bi milyonan Fîlîstînî li sirgûnê ne. Niha heman tişt li ser xelkê Xezeyê tê ferzkirin. Heman tişt li ser gelê Kurd jî tê ferzkirin. Ya ku dewleta Tirk hewl dide li Rojava bike ev e. Ev rewş ti carî nayê qebûlkirin. Tişta ku em ji bo gelê Kurd dixwazin, em ji bo gelê Fîlîstînê jî diyar dikin. Çi dibe bila bibe divê gel li warê xwe bimîne.

Rêxistinên Fîlîstînî ji bo şerê ku dewam dike, xwedî helwestên cuda ne. Nakokiya El Fetih Hamas û rêveberiyeke du alî heta niha mijara gotinê bû. Ev rewş çawa bandorê li ser nakokiyên rêxistinên Fîlîstînî û têkoşîna gelê Fîlîstînê dike? Xisûseke girîng jî şerê di navbera Lubnan Hîzbûllah û Îsraîlê de ye ku 'şerekî bi kontrol' tê pênasekirin. Lîderê Hîzbûllahê Nasrallah ji bo êrîşên 7’ê Cotmehê ev daxuyanî da: “bi temamî Hamasê ev biryar da”, lê piştî êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê, eniyeke nû vekir. Tevlîbûna Hîzbûllahê tê çi wateyê? Wê bandoreke çawa li şer bike? Gelo xeterî heye ku şerê Îsraîl-Hamasê veguhere şerekî herêmî?

Li Rojhilata Navîn ji zû ve şerekî herêmî heye. Ev sedsalek e herêm di nav şer de ye. Ji ber ku hem pirsgirêk gelek in, hem jî bi hev re eleqedar in. Pirsgirêkek tune ye ku encamên herêmî ne afirîne. Her tişt pir di nav hev de ye û bandorê li hev dikin. Ji destpêka sedsala 20’emîn heta navîna wê du şerên mezin li cîhanê qewimîn. Şerên Cîhanê yên Yekemîn û Duyemîn. Piştî van her du şeran, şer li Ewropayê kêm bûn. Lê li hemû cîhanê wiha nebû. Bi taybetî li Rojhilata Navîn şer ti carî neqediyan e. Timî şerê dewletan ê di nav hev de û li dijî gelan dewam kiriye. Li Kurdistanê û Fîlîstînê ev sedsal in şerê qirkirinê heye ku ji aliyê dewletan ve tê ferzkirin. Li dijî vê yekê berxwedan û têkoşîna gel heye. Lewma ya girîng ne nirxandina şerê herêmî yê li Rojhilata Navîn e, ya girîng ew e ku em binîrxînin wê Rojhilata Navîn çawa ji vê yekê derkeve. Li aliyê din heta ku pirsgirêkên heyî dewam bikin, heta ku bi zihniyeta heyî nêzî pirsgirêkan bibin û heta ku pirsgirêk neyên çareserkirin, şer naqede. Rojhilata Navîn ji şerê herêmî rizgar nabe ku wê beşê cîhanê yê mayî jî bikişîne nava xwe.

Hîna rêxistinên Fîlîstînî bi xwe di navbera xwe de yekîtiyeke xurt ava nekirine. Ev yek helbet di aliyê neyînî de bandorê li têkoşîna gelê Fîlîstînê dike. Lê divê mirov bizane û fêm bike ku çima wiha bû û çawa derket holê. Pirsgirêk ne tenê ji ber nakokiyên di navbera Hamas û El Fetihê de ye. Tevgera Fîlîtînê weke giştî lawaz û parçe bûye. El Fetih û komên din jî di nava xwe de parçe bûne û di rewşeke lawaz de ne. Ev rewş ne tenê di encam zexta dewletê de çêbûye. Ji ber sedemên bîrdozî, siyasî û dîrokî ev rewş çêbûye. Tevgera Fîlîstînî tenê bi fêmkirin û çareserkirina van sedeman, dikare rewşa heyî derbas bike. Ji bo ku em jî rewşa gelê Fîlîstînî û tevgera wê fêm bikin, divê vê yekê bizanin.

Weke ku tê zanîn, li gel avabûna dewleta Îsraîlê di navbera dewletên Ereb û Îsraîlê de gelek şer qewimîn. Dewleta Îsraîl bi piştgiriya hêzên modernîteya kapîtalîst, di van şeran de bi bin neket û hebûna xwe parast. Li ser esasê zihniyet û îdeolojiya ku esas digire, li Fîlîstînê polîtîkayên dagirkerî û qirkirinê pêk anî. Di nêzîkatiyên dewletên Ereb de fikra hilweşandina dewleta Îsraîlê, li pêş bû. Rizgariya Fîlîstînê di hilweşandina Îsraîlê de dihat dîtin. Dema ku ev yek çênebû jî, eleqeya xwe ya bi doza Fîlîstînê re qut kirin. Zirara herî mezin vê nêzîkatî û polîtîkayên dewletên Ereb daye doza Fîlîstînê. Tê zanîn ku hin dewletên Ereb çawa nêzî koçberên Fîlîstînî dibin. Niha jî nêzîkatiyeke rast û bi helwest a dewletên Ereb nîne. Dema ku bi zihniyeta dewletparêz nêzî pirsgirêkê dibin, nabin hêza çareseriyê. Ji xwe piştî ku hat fêmkirin, dewletên Ereb nikarin pirsgirêka Fîlîstînê çareser bikin, tevgera Fîlîstînî bi hêz bû û doza gelê Fîlîstînê pêşketin bi dest xistin. Piştî Şerê Şeş Rojan, tevgera Fîlîstînê li ser xeteke serbixwe bi pêş ket û xurt bû. Li Rojhilata Navîn û seranserê cîhanê ji gelan piştevaniyeke girîng wergirt û bi bandor bû. Çareserî û naskirina pirsgirêka Fîlîstînê karî bixe rojevê. Dewletan jî nekarîn bi doza gelê Fîlîstînê re eleqeder nebin. Gelê Fîlîstînê eleqe û piştevaniyeke girîng ji gelên cîhanê dît.

Gelek sedem hene ku tevgera Fîlîstînê roja îro lawaz bûye û parçe bûye. Divê ji vana ya herî girîng diyar bike. Di esasê xurtbûna tevgera Fîlîstînê de, bandor û tevlêkariya bîrdoziya sosyalîst diyarker e. Pêşketina ku tevgera Fîlîstînê di salên 1960 û 70’an de bi dest xistî, girêdayî vê ye. Bê guman hemû komên berxwedanê ne xwedî bîrdoziya sosyalîst bûn. Lê yên ku ne xwedî bîrdoziya sosyalîst jî, hem di bin bandora vê de bûn hem jî xwe dispartin bingehê siyasî û civakî. Derketin û pêşketinên bi heman rengî, li welatên din ên Rojhilata Navîn jî diqewimîn. Yek ji van jî Kurdistan bû. Helbet ev geşedanên ku li cîhan û bi taybetî li Rojhilata Navîn derketin holê, ji bo berjewendiyên modernîteya kapîtalîst bi xeter bû. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji bo ku pêşî li pêşketina sosyalîst bigire, piştgirî da komên ku bîrdoziya olperest diparêzin û komên bi vî rengî ava kir. Di encama vê de li Rojhilata Navîn komên Îslamî yên radîkal derketin holê. Bi van re pêşî li pêşketina sosyalîzmê girt. Piştî ku Sowyet belav bû û bandora xwe ya bîrdoziya sosyalîst a bi kevneşopî winda kir, mîsyona ku ji van komên olperest ên radîkal re hate dayîn jî temam bû. Ev polîtîkaya ku DYE’yê bi pêş xist, ji aliyê NATO’yê ve dihat meşandin. Ji vê re 'Projeya Kembera Kesk' dihate gotin. Mînak Tirkiye girtin nava NATO’yê û piştre li dijî tevgera gel a demokatîk komên terîqet û olperest ava kirin û her yek kirin kontra. Ev yek girêdayî vê armanc û polîtîkayê bû. Îro kadroyên ku Tirkiyeyê bi rê ve dibin, di komeleyên DYE û NATO’yê de perwerde dîtine. Lewma gotinên li dijî DYE, Îsraîl û NATO'yê hatine kirin, tenê di gotin de ne. Armanca vê yekê ew e ku hîn zêdetir xwestekên DYE, Îsraîl û NATO’yê bide qebûlkirin û hîn zêdetir piştgiriyê ji wan bigire.

Mîna gelek rêxistinên olperest Hamas jî weke encameke vê polîtîkayê derketiye holê. Ji bo ku tevgera Fîlîstînê parçe û lawaz bibe, pêşiya Hamasê hate vekirin. Rasterast DYE û Îsraîlê ew teşwîq kir û piştgirî dayê. Armanc ew bû ku bi vê yekê re hem tevgera Fîlîstînê lawaz bibe û hem jî berê doza Fîlîstînê bide guhertin. Bîrdoziya olperest hat pêşxistin, têkoşîna gelê Fîlîstînê ya li dijî dagirkerî û qirkirinê ji rê hate derxistin. Têkoşîna rizgarî û azadiyê veguherî şerê olî. Ji xwe dewleta Îsraîlê xwedî zihniyeteke olperest e. Li dijî vê yekê rêxistina Hamasê ya xwedî zihniyeteke olperest hate afirandin û bi vî rengî doza mafdar a gelê Fîlîstînê ji rê hate derxistin. Niha şerê olan, Armageddon û hwd. tişt tên diyarkirin. Evana derew, şaşitî û tiştên ku ji rê hatine derxistin in. Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû bûyerên ku di Tewratê de têne behskirin mînak dide, beriya wê bi demeke kurt jî serokkomarê Îranê di civîna Neteweyên Yekbûyî de diyar kir ku Mehdî niha li ser rûyê erdê ye û dijî. Ev yek asta ji rê derxistinê, îfade dike.

Di bin van gotin û nêzîkatiyan de, şerê berjwendiyan ên dewletên navborî heye. Mixabin piştî ku Hamas dane pêş û doza Fîlîstînê hate qelskirin, tevgera Fîlîstînê serbixwebûna xwe ji dest da. Di rewşa niha de, giraniya dînamîkên ji derve heye, ne ya tevgera Fîlîstînê.

Rewşeke din jî ku tevgera Fîlîstînê lawaz dike, baweriya bi wê yekê ye ku tenê wê bi dîplomasiyê re pirsgirêk çareser bibe. Tevger şûna ku rêbertiya xwe bispêre têkoşîna hevpar û yekîtiya demokratîk a gelên Fîlîstîn û Îsraîlê, dîplomasiya bi dewletê re esas digire. Ev yek şaşitiyek dîrokî ye. Ev nêzîkatiya şaş bûye sedema berdêlên giran. Eger têkoşîn û tifaqa demokratîk a gelên Îsraîl û Fîlîstînê esas hatiba girtin, hem wê çareseriya pirsgirêka Fîlîstînê pêk bihata, hem jî wê demokratîkbûna Îsraîlê bi cih bihata anîn. Lê ev yek nehat kirin. Bi hevdîtinên Osloyê re tevgera Fîlîstînê hate pasîfîzekirin. Ev yek bû sedem ku dagirkerî û qirkirin hîn kûrtir bibe. Tiştên ku li ser tevgera Fîlîstînê hatin ferzkirin, mîna wê li ser gelê Kurd û tevgera azadiya Kurd jî hatin ferzkirin. Dewleta Tirk ji bo ku pêşî li têkoşîna azadiyê bigire, li Kurdistanê terîqet, rêxistinên kontrayê yên bi navê JÎTEM û cerdevantî bi pêş xist. Yek ji van jî Hîzbûlkontra bû. Îro jî dewlet piştgiriyê dide vê rêxistinê û hewl dide bi destê wan li Kurdistanê serweriya xwe xurt bike. Gotinên wezîrê karên hundir ê berê yên têkildarî vê mijarê, cewherê wê nîşan dide.

Li aliyê din mîna ku li tevgera Fîlîstînê hate kirin, hat xwestin ku di bin navê hevdîtin û diyalogê de Tevgera Azadiyê ya Kurd jî teslîm bigirin. Lê Rêber Apo bi pêş xistina çareseriya neteweya demokratîk, di dema nû de têkoşîn li ser esasê tifaqa demokratîk û têkoşîna hevpar a gelan bi pêş xist û pêşî li vê yekê girt. Bi vî rengî pêşketina têkoşîna azadî û demokrasiyê dewam kir. Li Kurdistan û Rojhilata Navîn hêviya azadiyê bi vê yekê hatiye parastin. Di encama vê de li Tirkiye û Sûriyeyê gavên girîng hatin avêtin. Li Tirkiyeyê tifaqa demokratîk a ku ji aliyê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ve hate afirandin, veguherî çepereke girîng. Şoreşa Rojava pêk hat. Kurd û Ereban li ser bingeha demokratîk têkîliyeke nû ava kirin. Li Rojhilat û Îranê di asta dawî de gavên girîng hatin avêtin.

Em bên ser pirsa we. Ji ber meseleyên li Rojhilata Navîn di nav hev de ne û gelek hêzên herêmî û navneteweyî tevlî vî şerî bûne, şerê ku weke Şerê Îsraîl-Hamasê tê pênasekirin veguheriye şerekî herêmî. Rewşa Hîzbûllaha Lubnanê û tevlîbûna wê ya li meseleyê jî di vê çarçoveyê de ye. Bandora Îranê ya li ser Hîzbûllaha Lubnanê û li ser gelek hêzên din, tê zanîn. Evana ne veşartî ne. Bandora wê ya li ser Hamasê jî tê zanîn. Lewma eger Hîzbûllah û hêzên din bi rengê ku we diyar kir tevbigerin, wê ji Îranê qut nebe. Têkîliyên dewleta Tirk jî bi Hamasê re hene. Desthilatdariya AKP-MHP’ê û Tayyîp Erdogan ji zû ve ye hewl dide Hamasê û doza Fîlîstînê bi kar bîne. Dewleta ku herî zêde doza Fîlîstînê bi kar tîne û îstîsmar dike, Tirkiye ye. Li ser Îsraîlê jî bandora DYE’yê û hêzên din ên modernîteya kapîtalîst heye. Ev hêzane hemû pirsgirêka Îsraîl-Fîlîstînê li ser bingehê berjewendiyên xwe bi kar tînin. Ji vî alî ve îhtimal û xeterî heye ku ev şer bibe şerekî herêmî. Ji xwe tiştên ku çêdibin, di çarçoveya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ne. Di navbera hêzên modernîteya kapîtalîst de, têkoşîna hêzê heye. Têkoşîna ji bo ku bibin xwediyê çavkaniyên enerjiyê, xetên enerjiyê, rêyên bazirganiyê, avê, xakê û hwd. heye. Ji bo ku hevdu lawaz bikin, her cure mijar û pirsgirêkê bi kar tînin.

Tê gotin, DYE hewl dide Îsraîlê 'rawestîne'. Gelo DYE dixwaze çi bike, hêzên hegemonîk bi vî şerî re li pey kîjan armancê ne? Gelo Projeya Rojhilata Navîn a Mezin tê nûkirin?

Di vê mijarê de em dixwazin bi taybetî vê yekê bibêjin. Di serî de DYE nêzîkatiya hemû hêzan divê ji bo kûrkirina şer nebe. Her nêzîkatiya ku dibe sedema şer, wê pirsgirêkê girantir bike, çareseriyê bixitimîne. Eger we hewldan hebe divê ev yek ji bo bidawîkirina şer û pêkanîna çareseriya pirsgirêkê be. Ev yek bi nîşandana îradeyeke siyasî û demokratîk, bi rêbazên demokratîk dibe. Yên ku bi fikara parastina berjewendiyên cîhanî û herêmî, li dijî hev tevgerin an jî mewziyan digirin, xizmeta vê yekê nakin. Li dijî gelê Filistînê qirkirinek tê kirin. Ya ku li Xezeyê tê kirin ev e. Divê ev pêkanîn bi dawî bibe û dest ji dagirkirina axa Filistînê bê berdan. Çareserî bi vê dikare were dîtin. Ji bo misogerkirina vê divê hewldan hebin. Li ser vê yekê çareserî dikare pêş bikeve. Ewlehiya Îsraîlê ya ku pir tê behskirin encax bi vê yekê dikare pêk were. Helbet em dizanin û dibînin ku hêzên modernîteya kapîtalîst bi taybetî jî DYE’yê bi vî rengî nêz nabin, ji bo çareseriya pirsgirêkê xwedî nêzîkatiyeke demokratîk nînin, li gorî berjewendiyên siyasî û aborî nêz dibin û ev yek jî nakokî û xitimandinê kûrtir dike. DYE’yê hêza hegemonîk a modernîteya kapîtalîst e.

Aliyê herî girîng ê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e. Ji ber vê taybetmendiyê ne pêkan e ku DYE’yê bibe parçeyek ji çareseriya demokratîk a pirsgirêkan û ji bo vê hewl bide. Qala pêşîgirtina Îsraîlê tê kirin, lê siyaseta DYE, NATO û hêzên din ên sermaye yên cîhanî ye ku Îsraîl gihandiye vê astê û zemînê pêkanîna polîtîkayên dagirkerî û qirkirinê yên salên dirêj ava kiriye. Ji ber vê yekê, divê li pêşiya DYE ku hêza bingehîn a vê pirsgirêkê ye bê girtin. Eger pergala modernîteya kapîtalîst a ku DYE pêşengiya wê dike bisînor bibe û polîtîkayên li ser berjewendiyên gerdûnî yên modernîteya kapîtalîst werin astengkirin, dewleta Îsraîl jî wê bisînor bibe. Gelo wê demê DYE yan jî rêveberên DYE’yê dikarin tiştek wiha bikin? Li ser vê yekê ne hewce ye ku mirov şîrove bike, ji ber ku nekir û ev yek jî li holê ye. Dewlet û hemû hêzên modernîteya kapîtalîst ne xwedî zihniyet û feraseta çareseriya pirsgirêkan in. Eger ku tê xwestin gav bi dewletan an jî pergala modernîteya kapîtalîst bidin avêtin, ev yek bi pêşxistina têkoşîna civakî dibe. Eger civak nerazîbûneke tund bi pêş bixe, dibe ku Emerîka û hêzên din ên modernîteya kapîtalîst neçar bibin ku gavan bavêjin.

Ji ber vê yekê, ya ku çareseriyê pêk bîne têkoşîna civakî ye. Eşkere ye ku DYE û hemû hêzên din, dewletên Rojhilata Navîn jî di nav de, di çarçoveya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de tevgeriyan. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, şerekî ku di navbera hêzên modernîteya kapîtalîst de, ji bo bibe hêza serdest di asta cîhanê û herêmê de dewam dike, şerekî xwedîkirina qad û xetên enerjiyê, rêyên bazirganiyê û jeopolîtîka stratejîk derdikeve holê. Ev şer di heman demê de kûrbûna krîza pergala modernîteya kapîtalîst radixe ber çavan. Hêzên modernîteya kapîtalîst hewl didin di şerê cîhanê de hebûna xwe bidomînin. Ji ber vê yekê, her çiqas ev şer şerê desthilatdariyê yê navbera dewletan e û ji bo xwedîderketina li çavkaniyên madî derkeve jî, di esasê xwe de li dijî civak û gelan tê meşandin. Eger hûn bala xwe bidinê mexdûrên vî şerî civak û gel in. Şerê ku li Xezeyê dewam dike mînaka herî baş a vê yekê ye. DYE, Tirkiye, Îran, hêzên NATO û gelek dewletên din doza gelê Filistînê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Dewleta Îsraîlê û rêveberên wê jî di nav de ye. Dewleta Îsraîl jî parçeyek ji modernîteya kapîtalîst e û bi zext, tirs û komployên ku li ser gelê Îsraîl bi pêş dixe, di esasê xwe de hewl dide berjewendiyên sîstemê misoger bike. Eşkere ye ku bi van rêbaz û polîtîkayan jiyana azad û ewle ya gelê Cihû nayê misogerkirin. Di dema ku Filistînî tên qetilkirin û Filistîn tê dagirkirin û îlhakkirin, gelê Cihû çawa dikare azad bibe û di ewlehiyê de bijî? Li ser vê bingehê ma welatê Cihûyan pêk tê? Bi awayek zelal diyare ku nabe. Ev tê wê wateyê ku dewleta Îsraîlê û rêveberiyên wê bi fikarên ku gelek caran behsa wan dikin tevnagerin. Em îro di wê baweriyê de ne ku ev rastî ji aliyê gelê Îsraîl ve jî tê fêmkirin û em vê yekê girîng dibînin.

Rojhilata Navîn navendeke girîng e. Ne pêkane ku sîstemek an jî desthilatdariyek ku xwe nespêre Rojhilata Navîn li ser piyan bimîne û bibe xwedî pozîsyoneke serdest. Ev rastî ne di dîrokê de ne jî di roja me ya îro de neguheriye. Wekî ku hinek dibêjin girîngiya Rojhilata Navîn kêm nabe. Berovajiyê vê, girîngiya qadên navendî di warê sîstema modernîteya kapîtalîst de, ku gihaştiye qonaxa civaka serfkariyê, hîn bêhtir zêde bûye. Di roja me ya îro de em bêjin erdnîgariyeke ne girîng nemaye, wê ne şaş be. Rojhilata Navîn xwedî qadeke girîng a jeopolîtîk e. Çavkaniyên wê yên mezin ên enerjiyê hene û xetên enerjiyê û rêyên bazirganiyê jî qut dike. Di nav xwe de çandeke civakî ya xurt jî heye. Helbet cîhekî xwedî taybetmendiyên wiha girîng e. Niha ji bilî DYE’yê eleqe û têkiliyên hêzên weke Rûsya, Çîn û heta Hindistanê jî li herêmê zêde bûne. Îran û Tirkiye bi têkiliyên xwe yên bi hêzên cîhanî re hewl didin li herêmê bibin hêzên xwedî bandor. Sûdî û dewletên mîna wan jî xwedî îdîa û nêzîkatiyeke wiha ne. Îranê di qadeke berfireh de komên girêdayî xwe ava kiriye û li ser vê yekê hewl dide bandora xwe li herêmê zêde bike. Pirsgirêkên xwe yên bi DYE’yê re jî wisa asteng dike ku bandor li hundir neke.

Pergalek wisa ava kiriye ku şerê xwe li derve dide meşandin. Tirkiye bi qirkirina Kurdan hewl dide li herêmê bibe hêzek. Bi şertê ku di derbarê qirkirina Kurdan de destekê werbigire, dikare her cure têkiliyê deyne. Helbet DYE, li Rojhilata Navîn jî weke hemû cîhanê xwedî bandoreke girîng e. DYE ji mêj ve dixwaze Rojhilata Navîn di çarçoveya berjewendiyên xwe de dîzayn bike. Niha bi vê mebestê tevdigere. Li aliyê din di navbera DYE û Çînê de nakokî û pêşbaziyek heye. Nakokî û pêşbaziya ku di nav Asyaya Pasîfîk de dewam dike, tê dîtin ku derbasî herêmên din ên cîhanê jî bûye. Mirov dikare bibêje ku ev yek li Rojhilata Navîn jî xwe dide der. Di demên dawî de têkiliyên Çînê bi herêmê re zêde bûne. Hin gavên stratejîk avêtin. Ji van a herî girîng jî hewldanên wan ên ji bo civandina dewletên Îran û Siûdiyê ku nakokiyên dîrokî di navbera wan de hene û başkirina têkiliyên di navbera her du dewletan de bû. Çînê diyar kir ku ew jî dixwazin bi pirsgirêka Filistînê re mijûl bibe.

Di dema ku li Rojhilata Navîn her tişt ewqasî bi hev ve girêdayî ye û bandorê li ser hev dike, gelo bûyerên ku bi êrîşên Hamasê yên di 7’ê Cotmeha 2023’yan de dest pê kirin û bi êrîşên dewleta Îsraîlê yên li ser Xezeyê kûrtir bûn û niha tê gotin ku wê bibe sedema şerekî herêmî, ji vê rewşê dikare cihê be? Helbet na. Gotina pêkan e tê wateya ku ji rastiya Rojhilata Navîn tiştekî fêm neke. Di lûtkeya G-20 de ku vê dawiyê li Hindistanê hat lidarxistin, biryar hatin girtin ku pergala enerjî û bazirganiyê û rêyên ku Çînê dixwest bi pêş ve bibe pêk neyên. Ji bilî Çîn, Îran, Tirkiye, Rûsya û hêzên hwd. ji ber van biryaran û projeya nû ya enerjî û bazirganiyê ku hatiye çêkirin, tê zanîn ku aciz in. Ev hemû hêzên modernîteya kapîtalîst ku bi vê perspektîfê li cîhanê û jiyanê dinêrin û bi daxwaza madî û desthilatdariyê tevdigerin, wê her tişt ji bo berjewendiyên xwe bikin û bi kar bînin. Ev hêz doza gelê Filistînê dikin qurbana berjewendî, têkiliya hêz û hevrikiya navbera xwe. Ev rewşek pir zelal e. Ew di vê çerçoveyê de nêzî Kurdan jî dibin. Ya girîng ew e ku haya me ji vê heye û em têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê li ser bingeha hêz û yekîtiya gelan bidomînin.

Misir, Erebistana Siûdî, Mîrnişînên Ereb, Iraq, welatên Kendavê... Trafîkeke dîplomasiyê heye ku hemû welatên herêmî di nav de ne. Li welatên Ereb daxwaza 'agirbestê' tê kirin. Gelo nêzîkatiya welatên Ereb li pirsgirêka Fîlîstînê çi ye? Ev nêzîkatî bandoreke çawa li gel û têkoşîna Fîlîstînê dike?

Dewleta Îsraîlê ji berê ve hewl dide ku armanca îdeolojiya Siyonîst pêk bîne. Li gorî vê yekê divê cografya ku weke xaka Yahûdî hatiye diyarkirin ji gelên din ji civakan bê xalîkirin, ev der bibe cihê Yahûdiyan. Ev jî tê wateya dagirkirina Fîlîstînê, qirkirina gelê Fîlîstînê, ku çavkaniya hemû pirsgirêkan ji vê yekê ye. Ev fikir bûye polîtîkaya fermî ya dewlet û rêveberiyên Îsraîlê. Bi giştî nerazîbûn û zexta gelê Ereb, her wiha têkoşîna hin dewletên Ereb, bi taybetî jî berxwedan û têkoşîna rêxistinbûyî ya gelê Fîlîstînê dem bi dem dewleta Îsraîlê neçar hiştiye ku hin çareseriyan bixe rojevê. Lê tevî vê yekê jî ev polîtîka û fikir neguheriye. Siyaset û armanca Îsraîlê jî niha ev e. Li aliyê din ev îdeolojî û polîtîka di serî de DYE ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hatiye piştgirîkirin. Lewma polîtîka û mejiyê delweta Îsraîlê ne tenê encama dînamîkên hundirîn e. Modernîteya kapîtalîst li Rojhilata Navîn rolek daye Îsraîlê û ji Îsraîlê dixwaze ku bi vê rola xwe rabe. Em zanin ku hinek bi vî rengî nafikirin û berevajî vê yekê dibêjin ku Îsraîlê rol daye hinekan. Lê belê rastî bi vî rengî nîne. Dewleta Îsraîlê neçarî polîtîka û îdeolojiya Siyonîzmê hatiye hiştin. Guhertina vê yekê bi têkoşîneke civakî ya navxweyî û guherînê dibe. Ne şaş e ku mirov bibêje, di nava civaka Îsraîlê de hişmendî û tevgereke bi vî rengî bi pêş dikeve. Divê ev yek weke pêşketineke rast û erênî bê dîtin. Ya ku Îsraîlê biguherîne, pirsgirêka Fîlîstînê çareser bike, dawî li şer û nakokiya Ereb-Yahûdiyan bîne wê pêşketinên bi vî rengî be. Lewma divê ev yek girîng bê dîtin û ji bo pêkhatina wê jî hewl bê dayin. Bêyî vê, Îsraîl a ku piştgiriyê ji DYE, NATO û hêzên din ên modernîteya kapîtalîst piştgiriyê werdigire nikare ji polîtîkaya qirkirin û dagirkeriyê bê dûrxistin. Li aliyê din, ev rewş dijberê xwe jî dişibîne xwe. Yên li dijî Îsraîlê û polîtîkayên wê ne, ji bo karibin li dijî Îsraîleke bi vî rengî têbikoşin pêwîstiyê bi DYE, NATO'yê dibînin. Ev yek jî dibe sedem ku bi hêzên welê re têkiliyê deynin ku bi DYE û NATO'yê re xwedî hin nakokiyan e, lê belê ji aliyê cewherî ve dişibin DYE û NATO'yê û li pey berjewendiyên herêmî û global in. Bi dîtina me yek ji girêka kor jî ev e. Mixabin rewşa ku rêxistinên Fîlîstînî ketine navê bi vî rengî ye. Ya bi DYE û NATO'yê ketine nava têkiliyê yan jî bi hêzên ku bi wan re xwedî nakokiyan e di nava têkiliyê de ne.

Em bên ser mijara welatên Ereb. Mirov bibêje hin dewletên Ereb wê bêhtir rast be. Ji ber ku nêzîkatiya gel û dewletan ji hev cuda ne. Di dema damezrandina dewleta Îsraîlê de hin dewletên Ereb hebûn ku bi qraliyetê dihatin birêvebirin. Tê zanîn ku ev dewlet çawa ava bûne. Ev qraliyet ji aliyê Îngilistanê ve hatin avakirin û bi wê ve girêdayî bûn. Îsraîl jî bi destûra Îngilistanê ava bû. Ev qraliyetên ku ji gel qut bûn, nikarîbûn dewleta Îsraîlê rawestînin ku modernîteya kapîtalîst roleke stratejîk da wê. Piştî wê pêvajoyê ku neteweperestiya Ereb xurt bû û li gorî vê îdeolojiyê rejîm hatin guhertin, ev rewş nehate guhertin. Ji xwe bi salên 1970'î re eleqeya dewletên Ereb a li pirsgirêka Fîlîstînê kêm bû. Di nava xwe de nakokî kûr bûn, Îsraîlê û hêzên derve sûd ji van nakokiyan wergirtin. Di asta fermî de nebe jî gelek dewletên Ereb piştî vê demê têkilî bi Îsraîlê re danîn. Piştgiriya ji bo tevgera Fîlîstînê jî heta astekê bû. Berjewendî û hevsengiyên dewletan li pêş bûn. Niha jî heman fikar li pêş in. Li gorî dema derbasbûyî berjewendî û hevsengiyên dewletan hîn bêhtir li pêş in. Beriya ku bûyerên navborî destpê bikin di navbera gelek dewletên Ereb û Îsraîlê de diyalogên fermî hebûn. Bi navê Peymana Abraham-Îbrahîmî di navbera wan de lihevkirin, peyman hatibû kirin. Tê gotin ku ji ber vê rewşê ev pêvajo sekinî ye, lê belê heta niha ti ji dewletên Ereb ên aliyê vê pêvajoyê ne helwesteke ku vê yekê piştrast bikin nîşan nedane. Bêguman ev yek jî tê dîtin; peymana navbera dewletên Ereb û Îsraîlê dûrî çareseriya pirsgirêka Fîlîstînê ye. Ne hêsan e ku peymanek dûrî çareseriya pirsgirêka Fîlîstînê bi ser bikeve. Niha beşeke gelekî girîng a dewletên Ereb bi DYE'yê re xwedî têkiliyan e. Ji aliyekî ve bi DYE û Îsraîlê ve girêdayî ne. Li gorî hevsengiya ku DYE'yê li Rojhilata Navîn ava kiriye, hene û siyasetê dikin. Di rewşa heyî de jî bala hemûyan li ser DYE'yê ye. Ne Yekîtiya Ereb, ne Rêxistina Yekîtiya Îslamê ne jî ti rêxistin bêyî DYE û NATO'yê nikarin tiştekî bikin. Bangên ji bo agirbestê û qaşo nerazîbûnên devkî dûrî ji rastiyê ne. Ji bo nerazîbûna gelê Ereb bitepisînin vê dikin. Hêza ku vê pêvajoyê dimeşîne DYE ye. DYE jî xwedî hesab û planên global û herêmî ye. Li gorî vê yekê tevdigere. Bêguman nerazîbûn û zexteke cidî ya civakî dikare bi DYE, Îsraîlê û dewletên Ereb hin gavan bide avêtin. Dikare di planê de guhertinê bike. Ji bilî vê yekê ya ku pêk bê plana DYE'yê ye.

Îran û Tirkiye bi fermî nebe jî tê gotin ku di pratîkê de di vî şerî de hene. Nêzîkatiya van herdu welatan li meseleya Fîlîstînê çi ye? Meseleya Fîlîstînê bandoreke çawa li têkiliyên van herdu welatan dike. Ev rewş wê bandorê li pozîsyonên wan ên li Sûriye û Iraqê jî bike? Şerê ku diqewime wê bandoreke çawa li pirsgirêka Kurd bike?

Îran û Tirkiye du dewlet in ku hewl didin bandora xwe ya li herêmê zêde bikin. Berjewendiyên xwe cuda jî bin herdu dewlet di vê armancê de digihêjin hev. Ev yek jî dibe sedem ku hem bibin hevrikê hev, hem jî bala xwe li ser hev be. Bêguman dawiya dawî yek hewl dide bandora ya din kêm bike, bixe bin serweriya xwe, yan jî vê yekê dixwaze. Ev yek taybetmendiya bingehîn a dewletan e. Lê belê ev yek her tim pêk nayê. Bi giranî bi têkiliya bi hêzên cuda re hewl didin hevsengiyê çêbikin an jî serweriyê li ser hev çêbikin. Daqurtandin û tunekirina hev, kêm caran dibe. Ev yek bibe jî dikare encama plan û polîtîkayeke demdirêj be. Li gel vê yekê di nava xwe de xwedî nakokî, têkoşîn û têkiliyan e. Yek heta li ser yê din serweriya mutleq pêk nîne nikare yê din ji nedîtî ve bê. Di navbera Îran û Tirkiyeyê de diyalektîkeke bi vî rengî heye. Di navbera wan de hem têkoşîna ji bo bibin hêza herêmî heye, hem jî bi hev re di nava têkiliyê de ne. Ji ber ku yek nikare bi temamî serweriyê li ser yê din bike, polîtîkayeke hevsengiyê dişopînin.

Îran hêzeke li derveyî sîstemê nîne. Ew jî parçeyekî sîstema modernîteya kapîtalîst e û aliyekî têkoşîna hêzê ya li nava sîstemê ye. Lewma hêzeke çalak a Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e. Eger bê kategorîzekirin, di şer û nakokiya DYE-Ewropa-Rûsya-Çînê de li eniya Rûsya-Çînê cih digire û polîtîkayê dimeşîne. Bi cihgirtina li vê eniyê hewl dide zextên siyasî û aborî yên DYE'yê bêbandor bike. Li aliyê din, Îranê li herêmê eniyek ava kiriye ku ew jî weke Hîlala Şîa tê pênasekirin. Li Iraq, Sûriye, Lubnan, Yemen û hin deverên din hin hêz tevlî vê eniyê bûne. Ev hêz di heman demê de rêveberiya dewletên navborî ne. Lê belê ji bo van dewletan qala belavbûnekê jî dikare bê kirin. Ya di nava şerê navxweyî de ne, yan jî belav bûne, parçe bûne. Ji xwe ji ber ku di rewşeke welê de ne Îranê ew ber bi xwe ve kişandiye, yan jî yên nêzî xwe li ser dewletê bi bandor kiriye. Dîsa jî ev hêzên girîng in. Tê zanîn ku Îran xwe dispêre van hêzan, bi vî rengî li herêmê siyasetê dike û hêzê ji wan werdigire. Hewl dide ku li herêmê bi rêya van hêzan li ber siyaseta DYE û Îsraîlê ya li dijî xwe rabe. Ji vê yekê jî hin encaman bi dest jî dixe. Lê belê tevî vê yekê Îranê hîn rewşeke welê neafirandiye ku metirsî ji xwe xwe avêtibe û siyaseta xwe li herêmê bide qebûlkirin. Mîna dewleta Îsraîlê, dewleta Îranê jî metirsiyê li ser hebûna xwe dibîne.

Mîna li her tiştî nêzîkatiya li doza Fîlîstînî jî di vê çarçoveyê de ye. Îran beriya her tiştî weke dewletê li pey parastina hebûna xwe ye. Dema ku zêde bi vê fikarê dikeve, hingî hîn bi baldarî nêzî wan gavan dibe ku metirsiyê zêde bikin. Dewleta Îranê bi esasî bi rewşa xwe û siyaseta xwe dixwaze li herêmê bê qebûlkirin. Têkilî û tifaqên li herêmê jî ji bo vê bi kar tîne. Têkiliyên xwe yên bi Hamasê re jî di vê çarçoveyê de ne. Hamas jî ji ber ku xwedî cewher û xeteke demokratîk nîne, ji bo karibe li hemberî Îsraîlê têbikoşe, bi bandor bibe, yan jî hebûna xwe biparêze pêwîstiyê bi hêzên weke Îran û Tirkiyeyê dibîne. Bi hêzên cuda re têkiliyên xwe hebe jî hewl dide bi esasî bi têkiliyên bi Tirkiye û Îranê re bi bandor bibe. Ev yek jî Hamasê dike parçeyek ji têkoşîna hêz, hevrikî û berjewendiyên herêmî. Bêguman ev yek jî zerarê dide doza Fîlîstînê. Her ku doza Fîlîstînê dibe parçeyek ji nakokiyên herêmî, xeta têkoşîna demokratîk lawaz dibe û ji çareseriyê dûr dikeve. Halbûkî pêşketin bi xeta têkoşînê ya demokratîk û xurtkirina wê dibe. Tevgera Fîlîstînê piştî Şerê Şeş Rojan ku fêhm kir dewletên Ereb hêza çareseriyê nîne, bi pêş ket û xurt bû. Têkoşîna gelê Fîlîstînê bi vê yekê xurt bû. Lê belê niha ev sekna demokratîk û serbixwe winda kiriye. Ji dema berê jî bêhtir li paş maye. Bêguman ev nayê wê wateyê ku tevgera Fîlîstînê divê têkiliyê bi dewletan re neke, ji dewletan piştgiriyê wernegire. Ya girîng ew e ku têkoşîn û berxwedana xwe dispêre gel, esas bê wergirtin. Heta ku ev esas neyê wergirtin, ti piştgirî wê xizmetê ji têkoşînê re neke. Ji xwe piştgiriya ku dewlet didin li gorî siyaseta xwe ye. Îran jî, Tirkiye jî, hemû dewletên Ereb jî li gorî berjewendiyên xwe siyasetê dimeşînin. Ti ji van dewletan bi gelên bindest re têkiliyeke stratejîk danînin. Weke ku tê dîtin, Îran jî di nav de ti dewlet bi şênberî gavekê neavêjin. Îran xelekên li derve ava kiriye, li gorî polîtîkaya xwe bi kar tîne. Piştî ku plana Îsraîlê ya li ser Xezeyê diyar bû, Îranê Hîzbûllah û yên din xist nava liv û tevgerê. Gelek hêz li bendê bû ku ew bi xwe jî bikeve nava tevgerê, lê welê nebû. Ji ber ku ne Îran ne jî hinekî din nikarin helwesteke ku hevsengiyan serûbin bike, nîşan bidin. Bêguman pirsgirêkên li Rojhilata Navîn kûr in û xwedî wê potansiyelê ne ku hevsengiyan dikare bihejîne û biguherîne. Yek ji faktorên ku dikare bibe sedema vê jî bêguman pirsgirêka Îsraîl-Fîlîstînê, şerê wan e.

Nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li bûyerên li herêmê li ser bingeha sûdwergirtinê ye. Sîstema dewleta Tirk ji ber ku dûrî cewhera demokratîk e, yanî bandora civakê li ser dewletê nîne, bi pragmatîzmeke zêde tevdigere. Ji ya ku îro dibêje şaş e, sibe dikare bibêje rast e, yê ku weke dijmin radigihîne sibe dikare hembêz bike. Bêguman dewleta Tirk rewşa xwe ya jeopolîtîk bi kar tîne û siyaseteke bi vî rengî dimeşîne. Eger ev nebûya nikarîbû rêbazeke bi vî rengî dewam bikira. Dewleta Tirk van hemûyan jî di oxira meşandina polîtîkaya qirkirina Kurdan de dike. Polîtîkaya bingehîn a dewleta Tirk polîtîkaya qirkirina Kurdan e. Têkilî û siyaseta xwe hemûyan li gorî vê yekê dimeşîne. Nêzîkatiya li doza Fîlîstînê jî bi vî rengî ye. Xwe welê nîşan dide ku mîna doza Fîlîstînê diparêze, lê belê di rastiyê de dixwaze sûdê ji vê yekê werbigire. Tirkiye bi rastî jî li pey wê yekê ye ku derfetên dewamkirina polîtîkayên qirkirina Kurdan biafirîne û li ser vê bingehê li herêmê hêza xwe zêde bike. Ji ber vê yekê gotinên hişk dike, lê gaveke şênber neavêje. Ji ber ku dewleta Tirk baş zane ku bêyî piştgiriya DYE, Îsraîl, Ewropa û NATO'yê nikare polîtîkayên qirkirina Kurdan bimeşîne. Heta niha bi piştgiriya van hêzan karîbû polîtîkayên qirkirina Kurdan bimeşîne. Lewma ev piştgirî ji bo dewleta Tirk girîng e. Nerazîbûna Tayyîp Erdogan nîşan dide ji bo zêdekirina vê piştgiriyê ye. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ji ber ku heta niha ev piştgirî wergirtiye, di rastiyê de bi doza Fîlîstînê re eleqedar nebûye. Beriya ku ev bûyer biqewimin Tayyîp Erdogan li DYE'yê bi Netanyahû re hevdîtin kir. Dema ku êrîşên li ser Xezeyê destpê kirin Tayyîp Erdogan got, 'Ez ê biçûma Îsraîlê, lê êdî dest jê berdidim'. Dema ku xelkê Xezeyê hate qetilkirin gotina ji devê Tayyîp Erdogan derket ev bû. Halbûkî di navbera Tirkiye û Îsraîlê de bi milyaran dolarî peymanên aborî, bazirganî û leşkerî hene û ev peyman hîn jî weke berê dewam dikin. Tê zanîn ku fîşekên artêşa Îsraîlê ji pola ji Tirkiyeyê diçe têne çêkirin. Artêş, balafir û tankên Îsraîlê li navenda li Konyayê tetbîqatê dikin, hin ji wan jî li Tirkiyeyê têne hilberandin. Tirkiye di vê astê de di nava vî şerî de ye, parçeyek ji vî şerî ye. Ev yek ji raya giştî tê veşartin û hewl tê dayin ku vê durûtiya xwe binixumînin. Lê belê bêyî li ber xwe bikeve li parlamentê îdîa dike ku kirîn û bikaranîna berhemên Îsraîlê wê neyê kirin û nerazîbûnê qaşo li hemberî dewleta Îsraîlê nîşan dide. Halbûkî têkiliyên leşkerî, enerjî û bazirganiyê bi her awayî dixebitin, rojane bi milyonan dolar diçe û tê. Bi rastî jî berevajîkirin, şerê taybet di vê astê de nabe! Lê mixabin ev rewşa ku qaşo muxalîf jî di nav de ne, dibe bingeh ji van lîstikên desthilatdariyê re.

Yek ji sedemên hin gotinên dewleta Tirk ên li dijî Îsraîlê, faktora Îranê ye. Heta ku pirsgirêka Fîlîstînê çareser neke, li nava welatên Ereb û Îslamê wê nerazîbûna li hemberî Îsraîlê bi dawî nebe. Îran dixwaze sûdê ji vê atmosfera nerazîbûnê werbigire. Tirkiye ku bi Îranê re xwedî nakokiyan e û têkoşîna bûyîna hêza herêmî dimeşîne, li derveyî vê qadê namîne, qadê ji Îranê re nahêle. Tirkiye bi nîşandana nerazîbûnek di astekê de, hewl dide ku nehêle bal hemû biçe ser Îranê. Lewma nêzîkatiyên Tirkiyeyê heta dawiyê 'polîtîk' e. Ev yek bêyî destûra DYE'yê nîne. Sedemeke din jî raya giştî ya li Tirkiyeyê ye. Desthilatdariya AKP-MHP'ê bi kontroleke tund a li ser civakê delwet û welêt bi rê ve dibe. Ji bo vê yekê bike jî hewl dide atmosferekê biafirîne û bimeşîne. Di demeke nêz de wê hilbijartinên xwecihî bêne kirin ku desthilatdariya AKP-MHP'ê dixwaze vê rewşê ji xwe re bike firsendek. Di mîtînga qaşo ji bo Fîlîstîn û Xezeyê li Stenbolê hate lidarxistin, ji girseya gel re qala dijminatiya li Kurdan û Rojava hate kirin, hate ragihandin ku wê dagirkeriyên nû bike. Li Tirkiyeyê bi neteweperestî, olperestî û dijminatiya li Kurdan girseyên gel têne ajîtekirin. Bi gotinên Îslamî-olî dijminatiya li Kurdan tê nixumandin. Di rastiyê de jî yek polîtîkaya Tirkiyeyê heye, ew jî polîtîkaya qirkirina Kurdan e. Dewleta Tirk bi rêya dijminatiya li Kurdan û qirkirinê dixwaze li herêmê bibe hêz. Olê jî, Îslamiyetê jî, neteweperestiyê jî ji bo vê bi kar tîne. Hamasê jî, doza Fîlîstînê jî dike amûr ji vê yekê re. Ji vê wêdetir ti eleqe û piştgiriya dewleta Tirk ji bo doza Fîlîstînê nîne.

Fikara dewleta Tirk ew e ku rewş li dijî wê be, hevsengî bi rengê ku li dijî wê bê guhertin û zerar li polîtîkayên wê yên qirkirina Kurdan bibe. Ji ber vê yekê Tayyîp Erdogan bi fikar e. Hemû hewldanên Tayyîp Erdogan ji bo pêşîgirtina li vê yekê ye, hewl dide polîtîkayên qirkirinê bi ser bixîne. Eşkere ye ku Tirkiyeyê timî sûd ji nakokî û şerê li cîhanê û herêmê wergirtiye. Ji bo polîtîkayên qirkirina Kurdan bimeşîne sûd ji hevsengiyan wergirtiye ku ev yek di polîtîkayên qirkirinê de diyarker bûye. Ne ji van faktoran bûya, dewleta Tirk bi hêza xwe nikarîbû polîtîkayên qirkirina Kurdan bimeşanda. Lewma dewleta Tirk ji şerê li Rojhilata Navîn aciz nîne. Berevajî vê yekê plan dike ku vê rewşê ji xwe re bike firsend. Bi vê yekê plan dike ku di şerê dijî Kurdan de hîn bêhtir piştgiriyê werbigire û li Rojava û Sûriyeyê qadên nû dagir bike.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema ku şerê li Rojhilata Navîn dinirxîne, diyar dike ku olperestî û neteweperestî nikarin çareseriyê bi xwe re bînin û dibêje, 'mejiyê netewe dewletê çi bi olperestî be çi jî bi neteweperestiya laîk be, heta ku dewam bike wê şer di nava civakan de biqewime'. Destnîşan dike ku ev mejî sedema bingehîn a pirsgirêk û şer e. Weke çareseriyê jî neteweya demokratîk nîşan dide. Gelo ev çareserî ji bo pirsgirêka Fîlîstîn-Îsraîlê jî dikare bê bicihanîn?

Ji aliyê dîrokî ve bi destpêkirina sîstema dewletperestiyê re pirsgirêkên civakî zêde bûne. Her ku dewlet xurt dibe, mirovahî ji wekhevî, azadî, biratî, jiyana bi hev re û ji aştiyê dûr dikeve. Mêtingerî û şer serwer dibe. Ev yek rastiyeke dîrokî ye. Sîstema netewe dewletê jî sîstemeke dewletê ye ku herî zêde şer û mêtingerî di nav de heye. Şerên Yekemîn û Duyemîn ên Cîhanê û berî û piştî van herdu şerên mezin bi sedan şerên herêmî û xwecihî, şerên ji ber netewe dewletan bûn. Şert û mêtingeriya ku di nava du sed salên dawî de qewimîn di dîroka mirovahiyê ya deh hezaran salî de bi sedan qatî zêdetir bandoreke neyînî kir. Pêwendiya vê yekê ne bi pêşketina amûrên şer heye, pêwendiya xwe yekser bi mejî ve heye. Yek ji deverên sereke ku netewe dewletê zerara herî mezin lê kir û nebû hêza çareseriyê, Rojhilata Navîn e. Netewe dewletê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn qat bi qat zêde kir. Niha jî çavkaniya hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn netewe dewlet e. Netewe dewlet astengiya bingehîn a li pêşiya pêşketinê ye. Rêber Apo encamên ku mejî û karakterê netewe dewletê bûne sedem di nava rastiya civakî ya dîrokî de bi berfirehî nirxand. Çi bi rêbaza laîktiyê be çi jî bi rêbaza olperestiyê be, encamên ku netewe dewlet bûn sedem heman encam e. Bi herdu awayî pirsgirêk zêde dibin, neçareserî kûrtir dibe. Tirkiye yek ji mînakên şênber ên ji şêweyê laîk û olperest ê netewe dewletê ye. Tirkiye ji dema avabûnê ve xwedî şêweyekî neteweperestiya laîk bû. Niha jî neteweperestiya olî ji xwe re dike esas. Bi herdu awayî jî çareseriyeke rasteqîn ji pirsgirêkên li Tirkiyeyê re nehatiye peydakirin. Ji ber ku nepêkane ku bi netewe dewletê pirsgirêk bê çareserkirin. Di cewhera netewe dewletê de doktrîna şer û qirkirinê heye. Li gel şerê li dijî civakê bûyerên di nava netewe dewletê de diqewimin ji dema xanedanî û qraliyetê girantir xwedî komplo, dek û dolabên hovane ye. Şaş e ku mirov bifikire bi sîstemeke bi vî rengî civak ronî bibe û bi pêş bikeve. Li Tirkiyeyê yên ku fikrê laîktiyê ji xwe re kirin esas, xwedî fikrekî bi vî rengî ne. Piştî ku neteweperestiya olî bû desthilatdar û li nava dewletê bi cih bû, tê gotin ku bi neteweperestiya laîk pirsgirêk dikare bê çareserkirin. Halbûkî netewe dewlet li pêşiya ronîbûnê, demokratîkbûnê û jiyana azad û rast astengî ye. Lewma bi jiholêrakirina her cûre neteweperestiyê pirsgirêk dikarin bêne çareserkirin, pêşketin dikare pêk were. Li Rojhilata Navîn çareseriya rasteqîn a pirsgirêkan bi mejiyê netewe dewletê dibe. Neteweya demokratîk şêweyekî jiyana demokratîk a neteweyî ye ku rastiya neteweyî bi rengekî rasteqîn tê jiyîn, aliyên çewt ên neteweperestiyê ji holê radike. Mînak; dibe ku zêde qalê nayê kirin, lê belê tevî gelan, civakan û baweriyên olî jin jî herî zêde li nava neteweya demokratîk dikarin xwe îfade bikin, bi rengekî rast û azad bijîn. Netewe dewlet di heman demê de rewşa şênber a erka desthilatdarî û hêz a ji berhema mejiyê serwer ê mêr e. Neteweperestiya laîk û neteweperestiya olî tenê şêweyên cuda yên netewe dewletê ne. Di nava sîstemeke bi vî rengî de civak, gel, jin nikarin hebin, nikarin bi rengekî azad bijîn û xwe îfade bikin. Ji xwe bi pratîkê jî ev yek li holê ye.

Di bingeha pirsgirêk û nakokiyên Ereb-Yahûdî de neteweperestî heye. Lewma çareserkirina vê pirsgirêkê, jiyana bi hev re û aştiyane tenê bi têkbirina neteweperestiyê, bi jiholêrakirina neteweperestiya olî û laîtiyê dibe ku du versiyonên netewe dewletê ne. Rêbaza ku em destnîşan dikin ev e. Em di wê baweriyê de ne ku bi avakirina netewe dewletê pirsgirêk çareser nabe. Ji bo çareseriya pirsgirêka Fîlîstînê niha ev yek weke çareseriya herî pêşketî tê pêşkêşkirin. Bêguman dewleta Îsraîlê vê jî qebûl nake. Lê belê ji bo Fîlîstîniyan avakirina dewletekê wê nebe çareseriyeke mayinde ji bo pirsgirêkê. Beriya her tiştî divê mejiyê netewe dewletê ji holê bê rakirin. Heta ku ev neyê kirin şer û nakokî naqedin. Bi mejiyê netewe dewletê cografya, çiya, çem, bajar ji hev têne qutkirin ku ev yek çareserî nîne. Çareseriya ku ji bo Qûdsê diyar dikin, bajêr dike du parçe. Gelo tiştekî bi vî rengî dibe? Li vê xaka qedîm gelek gel, civak û bawerî bi hev re dijîn. Li cografyayeke bi vî rengî ku cihêrengiyeke di vê astê de heye, gelo netewe dewletî û neteweperestî dikare pirsgirêkan çareser bike? Ji bilî şerê li hemberî hev, tiştekî bi xwe re nîne. Ji xwe ya ku sed sal in diqewime jî ev e. Jiholêrakirina vê yekê bi çareserî û mejiyê neteweya demokratîk dibe ku hemû cihêrengî bi hev re dijîn, bi netewe, çand, baweriya xwe xwe îfade dikin. Cihê ku çareseriya neteweya demokratîk lê herî zêde bi cih were anîn cografya gelên Îsraîl û Fîlîstînê ye.

Ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û pêkhatina demokratîkbûnê, ji bo jiyaneke aştiyane, azad û bi ewle ya gelan girîngiya çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêka Fîlîstînê çi ye?

Di tevahiya roportajê de me hewl dan ku girîngiya van herdu pirsgirêkan û rêbaza çareseriyê ya ku em rast dibînin rave bikin. Sîstema ku hêzên modernîteya kapîtalîst li Rojhilata Navîn ava kirin li dijî gelan bû. Qirkirin û înkarkirina gelên Kurd û Fîlîstînê encameke vê sîstemê ye. Bi neçareserkirina van herdu pirsgirêkan re, bi ferzkirina qirkirinê re li Rojhilata Navîn rewşa bi pirsgirêk hate dewamkirin. Bi vê yekê re netewe dewletên li Rojhilata Navîn li hemberî hatin şerkirin, li hemberî hev hatin rakirin û hêzên hegemonîk bi vî rengî kontrol xistin destê xwe, Rojhilata Navîn bi temamî bi xwe ve girêdan. Gelên Rojhilata Navîn êşên gelekî giran ji vê yekê kişandin, zerar dîtin. Zerara herî mezin jî li gelê Kurd û gelê Fîlîstînê bû. Neçareserkirina van herdu pirsgirêkan ne tenê bandor li van gelan kir, di heman demê de bû sedem ku hêzên mêtinger û emperyalîst li ser herêmê serwer bibin û zerar li hemû gelan bibe. Dikare bê gotin ku eger ev herdu pirsgirêk bêne çareserkirin wê li Rojhilata Navîn pêşketinên girîng pêk werin, dawî li şer bê anîn û aştiyeke rasteqîn bi cih were. Pirsgirêka Kurd û Fîlîstînê pirsgirêkên herî mezin ên Rojhilata Navîn e. Di heman demê de dînamîkên herî mezin ên demokratîkbûna li Rojhilata Navîn e. Çareserkirina van herdu pirsgirêkan jî bi mejî û nêzîkatiyeke demokratîk dibe, lewma ev yek wê li Rojhilata Navîn dawî li neteweperestî, olperestî, netewe-dewletperestî û her cûre fanatîzmê bîne ku çavkaniya bingehîn a pirsgirêkên li Rojhilata Navîn e. Bi çareserkirina mayinde ya van herdu pirsgirêkan re li Îran, Iraq, Sûriye, Tirkiye û Îsraîlê wê guherîna demokratîk pêk were ku ev yek bi tena serê xwe girîngî û mezinahiya vê pêşketinê nîşan dide. Li aliyê din wê hemû dîzayn, operasyon û zemînên komployê yên li ser Rojhilata Navîn hatine amadekirin, ji holê bê rakirin. Çareserkirina pirsgirêkên Kurd û Fîlîstînê wê bandoreke erênî li tevahiya cîhanê bike.