Bayik: 15'ê Tebaxê ruhê demokrasî û azadiyê ye

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku Pêngava 15'ê Tebaxê bandor li çar parçeyên Kurdistanê û gelemperiya Rojhilata Navîn kiriye û got, "Ruhê 15'ê Tebaxê timî zindî ye. Ruhê azadî û demokrasiyê ye."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, bi minasebeta salvegera 15'ê Tebaxê bal kişand ser wate û girîngiya 15'ê Tebaxê û got: "Îro 15'ê Tebaxê baştir tê fêhmkirin. Vê pêngavê li Botanê dest pê kir. Botan dilê Kurdistanê ye. Li vir bang li gel kir. Vê bangê bersiva xwe dît. Ne tenê gelê Kurd ji hemû gelên din hatin tevlî partiyê bûn. Bandor li çar perçeyên Kurdistanê kir. Tesîr li gelên Rojhilata Navîn kir. 15'ê Tebaxê ruhekî her dem zindî ye. Ruhê azadî û demokrasiyê ye. Erdogan û Bahçelî faşîzma ku Kenan Evren li ser Kurdan bi ser nexist dixwazin bi ser bixin. Lê divê hemû Kurd û hêzên demokrasiyê li dijî vê yekê tevgera demokrasiyê û xweparastinê xurt bikin."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê beşdarî bernameya Dilistan a Radyoya Dengê Welat bû. Bayik bal kişand ser wate, girîngî û encama 15'ê Tebaxê.

DI 12'Ê ÎLONÊ DE XWESTIN KOKA KURDAN BIKOLIN

Bayik tekildarî salvegera 15'ê Tebaxê got: "Di serî de ez 15'ê Tebaxê li Rêber Apo û hemû gelê Kurdistanê piroz dikim. Pêşengê 15'ê Tebaxê Egîd û hemû qehremanê serhildanê bi bîr tînim. Pêngava 15'ê Tebaxê di serdema faşîzma 12'ê Îlonê de hate avêtin. Xwestin koka Kurdan bikolin. Kurdistan kirin zindanek servekirî. Bi 12'ê Îlonê dagirkeriya li Kurdistanê bêhtir kûr kirin. Girtin, kuştin zêde kirin. Rêber Apo diyar kir ku nikarin Kurdan qir bikin. 15'ê Tebaxê li dijî qirkirina Kurdan dest pê kir. Rêber Apo got, 'ji bilî azadiyê em ti jiyanê qebûl nakin'. 15'ê Tebaxê li dijî qirkirina Kurdan têkoşîna azadiya Kurdan e. Li dijî qirkirinê têkoşîn e. Rêber Apo dît ku têkoşîneke wiha neyê kirin, faşîzm wê dawiya Kurdan bîne. Faşîzma 12'ê Îlonê xwest bi zindana Amedê Kurdan teslîm bigire û têkoşîna wan bişikîne. Bi hovîtî çû ser girtiyên zindana Amedê. Yên gotin 'em Kurd in' nikaribûn li dijî zilma Amedê rawestin. Rêber Apo jî di vê serdemê de ev biryar da. Gelekan ji ber zordariyê faşîzm qebûl kirin. Tenê Rêber Apo ev faşizm qebûl nekir. Kadroyên ku bi Rêber Apo re hevaltî dikirin zilm û faşîzm qebûl nekirin. Dema Pêngava 15'ê Tebaxê hate avêtin, kesî bawer nedikir ku di şertên faşîzma Tirk de gaveke wiha bê avêtin. Dema 15'ê Tebaxê pêk hat gelek çepgiran bawer nekir. Dewleta Tirk got '2-3 eşqiya ne. Em wê di nava çend roja de wan biqedînin'. Kesekî ev pêngav fêhm nekir. Wê demê gelek kes koçber bûn û gelek jî hatin girtin. Tenê di pêşengiya Mazlum Dogan, Xayrî, Kemal, Ferhat û Necmiyan de li zindanê têkoşîn hate kirin. Rêber Apo dixwest zûtir pêngav biavêje. Lê me ev daxwaza Rêber Apo di wextê xwe de pêk nehat. Ji ber ku em ne amade bûn."

Bayik da zanîn ku beriya 15'ê Tebaxê dewleta Tirk faşîzmeke mezin dikir û welê bi mirovan kiribû ku ji xwe ne bawer bin. Bayik got, "Ji bo tişta anî serê Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkayayan bi serê me jî neyê, me dereng dest pê kir. Me xwest amadekariyê xurt bikin û nekevin kemasiyan."

15'Ê TEBAXÊ LI SER BERXWEDANA DÎROKÎ YA 14'Ê TÎRMEHE PÊK HAT

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bal kişand ser bingeha pêkhatina Pênvava 15'ê Tebaxê û wiha dewam kir: "15'ê Tebaxê li ser bingeha berxwedana dîrokî ya 14'ê Tîrmehê pêk hat. Ji ber vê yekê me dixwest di 14'ê Tîrmehê de vê gavê biavêjin. Ji ber ku berxwedana dîrokî di 14'ê Tirmehê de dest pê kir. Lê ji ber amadekariyên me wê demê temam nebû, me di 15'ê Tebaxê de gav avêt. Ji ber pêngavekî dirokî bû me veşartî pêk anî. Piştî pêngav serketî bi cih hat, bandorek mezin li hevalan kir. Moralekî pir mezin da hevalan. Bandorek mezin li gel kir. Piştî ve pêngavê gelek welatî derketin çiyê û xwestin tevlî partiyê bibin. Lê em bandora vê yekê ya li ser gel nefikirîn û me xwe amade nekir. Li hemberî pêşketinan em nebûn bersiv. Yên xwestin tevlî me bibin û ji ber em ji vê yekê re ne amade bûn vegeriyan, dewletê li ser van kesan zext zêde kir. Xwestin bibin cerdevan. Dewletê got; 'Hûn xizmeta me nekin, em wê mala we bişewitînin. Em nahêlin hûn li vir bijîn'. Zext li ser wan zêde kirin. Hinekan daxwaza wan qebûl kir. Hin kesan jî qebûl nekir û koçber bûn. Yên daxwaza dewletê qebûl kirin û bûn cerdevan şaşiya me bû."

SIYASETMEDARÊN TIRKIYE DEYNDARÊN 15'Ê TEBAXÊ NE

Bayik li ser bandor û encama Pêngava 15'ê Tebaxê jî rawestiya û wiha pêde çû: "Perwerdeya herî baş xweperwerdekirina li ser dîroka xwe ye. Hem li ser kêmasî û şaşiyan û hem jî li ser erêniyan ders derxistin e. Her tişt di wextê xwe de pêk bê encam digirin. Divê em 15'ê Tebaxê jî baş binirxînin. Tişta me dikarîbû di 15'ê Tebaxê bi dest bixin me nekir. Pêşketinên salên 1990'î me bi dest xistî, me dikarîbû di pêngava 1984'an de pêk bianîna. Şaştiyên me bûn sedem ku şoreş zû mezin nebe û bi pêş nekeve. 15'ê Tebaxê rê li pêş darvekirinê girt. Piştî vê pêngavê gelek girtî hatin berdan. Siyasetmedarên Tirkiyeyê deyndarên Rêber Apo û deyndarên PKK'ê ne. Ecevît bû Serokwezîr. Demîrel bû Serokomar. Ev tev deyndarên 15'ê Tebaxê ne. 15'ê Tebaxê derî li wan vekir. Dewleta Tirk stratejiya ku Kurdan tenê bihêle û tecrîd bikin dimeşîne. Naxwaze Kurd bibin yek. 15'ê Tebaxê li dijî vê yekê pêk hat."

EM TENÊ ŞERÊ GERÎLATIYÊ NAKIN

Cemîl Bayik da zanîn ku ew tenê şerê gerîla nakin û wiha dewam kir: "Em tenê şerê gerîla nakin. Li cîhanê gelên bindest bi hêza gerîla dikarin mafê xwe bi dest bixin. Bi madî û manavî tenê hêza wan a gerîla heye. Lê hêzên serdest hemû derfet û hêza wan heye. Gelên bindest bi hêza gerîla gelek derbên mezin li hêzên serdest xistin. Piştî Sovyetê gotin Sosyalîzmê winda kiriye û Kapîtalîzm xistin meriyetê. Xwestin hêza gerîla bê bandor bikin. Xwestin hêviya sosyalîzmê winda bikin. Piştî Sovyet belav bû, gelek tevger belav bûn û berê xwe dan kapîtalîzmê. Lê Rêber Apo dijberî vê yekê tevgeriya. Bîrdoziyek din afirand. Divê mirov ji rastiya xwe nereve. Modernîteya kapîtalîst got; 'Ev qedera we ye û divê hûn qebûl bikin'. Lê Reber Apo got; 'Ev ne qeder e. Em vê qederê qebûl nakin'. Têkoşîna sosyalîzmê da pêş."

15'Ê TEBAXÊ ÎRO BAŞTIR TÊ FÊHMKIRIN

Bayik destnîşan kir ku 15'ê Tebaxê îro baştir tê fêhmkirin û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Îro 15'ê Tebaxê baştir tê fêhmkirin. Vê pêngavê li Botanê dest pê kir. Botan dilê Kurdistanê ye. Li vir bang li gel kir. Vê bangê bersiva xwe dît. Ne tenê gelê Kurd ji hemû gelên din hatin tevlî partiyê bûn. Bandor li çar perçeyên Kurdistanê kir. Tesîr li gelên Rojhilata Navîn kir. Bi salan Modernîteya Kapîtalîst hin pêngav li Kurdistanê kir. Lê 15'ê Tebaxê hemû pêngavên kapîtalîzmê pûç kir. Ruh da gel. Rêber Apo ruh da gel. Li dijî modernîteya kapîtalîst û komploya navneteweyî rê girt. Li gelek welatên cîhanê piştî serokên tevgeran girtin û bi darve kirin, tevgerê wan belav bûn. Dema Rêber Apo girtin jî fikirîn ku tevgera PKK'ê wê belav bibe. Dema Rêber Apo dîl girtin gotin 'ev mesele xelas bû'. Bi wê xewnê rabûn û rûniştin. Lê dema Rêber Apo ev tevger afirand ji bûyerên dîrokê ders girt. Her tim xwest bi derfetên xwe, xwe perwerde bikin û li ser piyan bimînin. Ne got 'li gorî min tevbigerin'. Got 'hûn çi dikin hûn ji bo xwe dikin'. Got, 'çareserî hûn bi xwe ne'. Xwest ti carî rehet tevnegerin. Xwestin zorê esas bigirin. Got, 'ez îro heme sibê tine me'. Got, 'ez rê nîşan didim' û rê nîşanî me û gel da. Tişta ku modernîteya kapîtalîst dixwest pek nehat. PKK bêhtir mezin bû. Tevgera ku Rêber Apo afird, dîtin ku di her alî de fikr û tevgerek nû ye. Fikra ku Kurdan bi ser dixe, bi pêş dixe. Ferqa tevgerê û Serokatiye dîtin. Ji ber vê yekê komplogeran encam bi dest nexistin. Dema 15'ê Tebaxê pêk hat dewlet pir xurt bû. Tevger pir lawaz bû. Lê îro gelê Kurd di her alî de bi pêş ketiye. Zana bûye. Bi hêz bûye."

15'Ê TEBAXÊ RUHEK E

Bayik di dewama axaftina xwe de bal kişand ser hesta 15'ê Tebaxê û ev nirxandin kir: "15'ê Tebaxê hestek e. Ruhek e. Pîvanek e. Ti carî xelas nabe. Wê her tim bi vî ruhî têkoşîn bidome. Ji ber ku ruhê azadî û demokrasiyê ye. Ruhê xwedîderketina li xwe ye. Teslimiyetê qebûl nake. Terkirinê qebûl nake. Ev ruh tevgerê û gel zindî dike. Her tim nûbûn, pêşketinê diafirîne. Ruhê Rêber Apo afirand nahêle ruhê 15'ê Tebaxê hişk bike. Gelê Kurd ev ruh baş fêhm kiriye û bi vî ruhî dijî. Li ser vî ruhî li hemû Kurdistan û Rojhilata Navîn têkoşîn bi pêş dikeve."

DEWLETA TIRK RUHÊ FAŞÎST Ê QIRKIRINÊ ESAS DIGIRE

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Bayik, li ser helwesta dewleta Tirk jî rawestiya û wiha pê de çû: "Li Tirkiyeyê hukmê faşîst ê qirkirinê esas digire heye. Hukmê Erdogan Bahçelî bi temamî vê yekê dixwaze. Tenê dijminantiya PKK'ê esas nagire. Li hemû cîhanê dijminantiya Kurdan dike. Kenan Evren dijminantiya li dijî Kurdan pêş xist, lê nekarîbû pêk bîne. Ji ber vê tişta Kenan Evren pêk neanî Erdogan û Bahçelî dixwazin pêk binin. Dixwazin koka Kurdan bikolin. Dixwaze li Kurdistanê hemû zindiyan ji holê rake. Li Kurdistanê çi tişta zindî heye dixwaze ji holê rake. Diçin goristanan ji hole radike. Dixwaze goristanê şehîdên Kurdan ji holê rakin. Cenazeyê Seyîd Riza û Şex Seîd li kû ye kes nizane. Dar û berê Kurdistanê dişewitîne. Yanî dibêje, 'ez wê we bişewitînim. Ez nahêlim hûn li Kurdistanê bijîn'. Dibêje, dar û beran hebûna Kurdan parastine, ji ber vê yekê dar û ber dişewetîne. Rêber Apo Kurd bi ruh kiriye û parastiye. Tecrîdeke giran li ser Rêber Apo ferz dike. Yanî çi tişta ku hebûna Kurdan parastiye, dixwaze tine bike. Divê gelê me vê yekê bibîne û li dijî Erdogan û Bahçelî bisekine. Divê civaka sosyalîst li dijî vê yekê raweste û li Reber Apo xwedî derkevin. Divê li gelê Kurd xwedî derkevin. Li Rêber Apo xwedî derketin, li dijî faşizmê bisekinin. Yê li dijî faşîzm û şer in divê li dijî tecrîdê jî rawestin. Erdogan û Bahçelî faşîzm û tecrîdê li ser gel ferz dikin. Destpêkê li Îmraliyê dixin meriyetê.

CHP bi siyaseta xwe xizmetê ji Erdogan re dike. Dixwaze Tirkiyeyek nû ava bikin. Divê vê yekê baş fêhm bikin. Pêwîste hemû hêzên li dijî faşizmê hêza xwe bikin yek û heza demokrasiyê ava bikin. Tenê bi nerazîbûnan faşîzm têk naçe. Banga min ji bo ciwanê Kurd heye. Ciwanên Kurd ti carî faşîzm qebûl nekir. Divê dîsa vê çandê û nirxan biparêzin. Divê civaka me ya sosyalîst û demokrat li dijî faşîzmê nîqaş bikin û têbikoşin. Erk û wezîfeyeke mezin dikeve ser ciwanan û jinên Kurd. Faşîzm ji ber lawaz e vê zilmê dike. Hêza wê nemaye. Eger em li ser fikra Rêber Apo xwe bi rêxistin bikin û tevbigerin em ê serketinên mezin bi dest bixin. Eger em faşîzma li Tirkiyeyê tek bibin em ê cîhanê ji felaketek mezin xelas bikin."

DIVÊ GELÊ TIRKIYE VÊ FAŞÎZMÊ BAŞ FÊHM BIKE

Herî dawî Bayik xwest gelê Tirkiye jî baş faşîzmê fêhm bike û axaftina wiha bi dawî kir: "Divê gelê li Tirkiye têkeve nava lêgerîna li dijî faşîzmê. Wê çawa bi ser bikeve. Wê çawa rê li pêş bigire xwe zana bike û bi rêxistin bike. Divê xweparastinê xurt bike. Hemû mirovên li dijî faşîzmê, mirovên azadî û demokrasiyê dixwaze xweparastinê xurt bikin. Divê bi her awayî xwe biparêzin. Hemû êrîşên li dijî nirxên demokrasiye bike sedema têkoşînê. Rêya azadî û demokrasiyê bi vî rengî ye.

Kesên civakê zana dike û bi rexistin dike, digirin û davêjin zindanan. Dixwazin vîna wan bişikîne. Av, ceyranê li ser wan qut dike. Wan nexweş dixîne. Êşkenceyê li wan dike. Dixwazin ew dest ji têkoşînê berdin. Dixwaze takekesiyê geş bikin. Lê em tevgerek civakî ne. Em demokrasiyê esas digirin. Em li zindanan jî destûr nadin ku takekesî derkeve pêş. Li zindanan kevneşkopiyek heye. Dixwazin vê çand û kevneşopiye xera bikin. Zindan jî eniyek têkoşînê ye. Wekî gerîla milekî têkoşînê ye. Divê destûr nedin ku dijmin vê çandê bişkînin. Divê milê zindanan jî erka xwe pêk bînin. Eger em erka xwe pêk bînin em ê derbên mezin li dijmin bixin. Em ê qezenç bikin. Herî dawî 15'ê Tebaxê li şervanên azadiyê û girtiyên zindanan piroz dikim."