Başûrî ji rêveberiya berdest direvin

Hîndekarê Zanîngeha Duhokê Dr. Kamûran Berwarî diyar kir koçeke biplan û bi zanebûn li ser Başûr tê ferzkirin û got gel ji rêveberiya berdest a 30 salî direve.

Pisporê siyasete Niyaz Hemîd û Hîndekarê Zanîngeha Duhokê Dr. Kamûran Berwarî yên Başûrî têkilî sedemên koçberiya ji Başûrê Kurdistanê, ku gelek Başûrî di sînorên Polonya-Belarûsê re derketibûn ji ANF’ê re axivîn.

 

Hemîd diyar kir gel ji ber zextên PDK’ê pir zor û zehmetiyan dikişine û got, ‘’Ev ne penaber in, ne bi xwesteka xwe çûne. Ji ber ku ne azad in û ji ber terora PDK’ê çûne. Gel dibine ku jiyana wan ne xweş e. Ne aram û ewle ne. Teror û zindanên PDK’ê hene. PDK ji bo ku Kurdistanê vala bike ev zemîn rast dîtiye. Plana şerê taybet a dewleta Tirk û hêzên hwd. ye. Bi vê rêbazê dixwazin Başûrê Kurdistanê bi temamî vala bikin. Ev palna dewleta Tirk e.’’

 

LI SÎNOR TRAJEDIYEK HEYE

Hemîd diyar kir niha li ser sînorê Polonya-Belarûsê trajediyek heye, rewşa mirovên li wir pir kambax e û got, ‘’Hevalên me yên li Ewropayê û KNK li wir e. Rewşa koçberên li wir kambax e. Sir û seqem e. Polîsên Belarûsê bi hişkî bi ser wan de diçin û dibêjin, ‘’biçin’’. Bi têlên direjî sînor danîne. Meqean didin wan û dibêjin têlan bibirin. Koçber dibêjin ku wan bikujin jî ew ê venegerin. Wiha zorê li wan dikin. Polîsên Polonya nahêlin ku mirov derbas bibin. Pir sar e, av nîne. Zarok, bebik, yixtiyar û jin hene. Heyva Sor wê alîkariyê bibe lê Polonya rê nade.’’

 

KOÇBERIYEKE PIR BIPLAN E

 

Ji Zanîngeha Duhokê Dr. Kamûran Berwarî jî got ev koç ji koçên din bêhtir biplan û hesab e, bal kişande ser krîza ji ber sedema nebûna aramî, azadî, demokratî, mafê mirovan û wekheviyê ya li Kurdistanê. Berwarî diyar kir li pişt koçberiyê gelek arîşeyên giran ên siyasî, ewlehî, girtin, êşkence, kuştinê û nedadiyê hene û got hemû koç ji hêla hêzên herêmî û navnetewî ve pir biplan û zanebûn e.

Berwarî diyar kir li Başûrê Kurdsitanê xasma ciwan, hêza civaka Kurd didin koçberkirin û got, ‘’Ciwanên ji Başûrê Kurdistanê dibinin her ku diçe rewşa Başûr kambax dibe, ji bo xwe ti siberojekê hêvî nakin. Gelê Başûr ti hêviya xwe li Başûrê Kurdistanê nîne. Ez bawer dikim ku îro deriyên Başûrê Kurdistanê vebin û were gotin, ‘biçin’ hema hema kesek wê nemîne. Ne baş e ku mirov ji Kurdistanê drkeve lê dibinin ku desthilat rewşeke wiha kambax tîne û êdî dixwazin ji welatê xwe birevin.’’

 

Berwarî bi domdarî goT, ‘’Li Başûr ev 30 sal in eynî rêveberî û eynî hişmendiya rêveberiyê heye. Şêwaza hikimdariyê ev 30 sal in neguheriye. Desthilatareke biproblem e. Li ti devera cihanê desthilateke wiha nîne. Bi biryarên şexsî, fermanên şexsî hewl didin ku gel rê ve bibin.’’

 

Berwarî bal kişande ser êrîşên kimyewî yên dewleta Tirk ên li ser gerîlayên azadiya Kurdistanê û gelê Kurdistanê û got, ‘’Li qada navnetewî û herêmî ji bo ku êrîşa bi çekên kimyewî bêencam bibhêlin rojekve wiha çêkirin. Îro her wiha azadiya Ocalan û derxistina ji ‘lîsteya terorê’ ya PKK’ê tê axaftin. Hin hêzên herêmî û hin hêzên bi wan ve girêdayî ji bo ku pêşî li vi3e bigirin, li sînorên Kurdistanê û derveyî wê krîzê derdixin, dixwazin gelê Kurdistanê, Ewropa û Emerîkayê bi vê mijûl bikin. Ji bo ku ev proje bi ser nekeve û negihije cîhanê wiha dikin. Li Ingilistanê û Ewropayê, li gelek deverên cîhanê sendîkayên navnetewî destekê didin ku PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin. Her wiha dixwazin hewldanê ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan asteng bikin. Di demeke wiha de bi sedema ku pêşî li van geşednan bigirin rojeveke wiha çêkirin.’’