Başaran: Rakirina tecrîdê daxwaza hemû Kurdan e

Parlementera HDP’ê Ayşe Acar Başaran bal kişand ser grevên birçîbûnê û got ku “Ev daxwaz, ya hemû gelên Kurd e. Desthilatdarî gefan li ser dahatûya welat dixwe.”

Rêxistinên bajêr ên HDP û DBP’ê yên Colemêrgê, ji bo grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku parlementera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven 120 roj in di greva birçîbûnê de ye û di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Di têketina 8’ê Adarê de em baş dizanin ku ev tecrîd  li ser jinan e jî. Em dizanin ku ev tecrîd li ser ciwan û zarokên gelên Tirkiyeyê tê kirin. Tecrîd tê wateya şer. Helwesta li dijî tecrîdê jî tê wateya aştiyê.  Tirkiye hiqûqa xwe ya navxweyî û peymanên navneteweyî binpê dike. Li girtîgehan zextên mezin li girtiyan dikin. Li Tokatê vîtamîna B û karbonatê nadin girtiyên di greva birçîbûnê de.

Desthilatdariya heyî a niha gefê li ser dahatûya gelên Tirkiyeyê dixwe. Di roja 120’emîn a parlementera me de, em bang li desthilatdariyê dikin. Leyla Guven îradeya bi milyonan kesan e û ji bo demokrasî, wekhevî û azadiyê bedena xwe daye ber birçîbûnê.”