Başaran: Li dijî êrîşan divê Kurd bibin yek

Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran bal kişand ser zêdebûna êrîşên li dijî destketiyên gelê Kurd û got, li dijî van êrîşan divê gelê Kurd bibe yek.

Parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran li polîtîkayên şer ên hikumeta AKP'ê axivî û diyar kir ku ku li her derê dinyayê êrîş li destketiyên Kurdan tên kirin. Başaran got, divê li dijî êrîşan Kurd bibin yek.

'LI DIJÎ KURDAN KOMPLOYEKE NÛ LI DAR E'

Başaran bi bîr xist ku 16 sal in hikumeta AKP'ê li ser desthilatdariyê ye û bi polîtîkayên şer, pişaftin û tinekirinê dixwaze serî li gelê Kurd bitewîne. Başaran anî ziman, sala 2002'an dema AKP bû desthilatdar bi îdiayên çareserkirina pirsgirêka Kurd, demokratîkbûna Tirkyeyê û aramiyê bîne Tirkiyeyê bû desthilatdar. Lê mixabin 16 sal in AKP Tirkiyeyê ber bi kaosê ve dibe.  Başaran bilêv kir ku AKP versiyona nû ya nîjadperestiyê ye û wiha axivî: "Hikumeta AKP'ê van sê salên dawî rastiya xwe raxist pêş çavan. Di civîna MGK'ê de ya sala 2014'an planên qirkirinê, komkujî û serîtewandinê li dijî Tevgera Kurd xiste meriyetê. Polîtîkayên şer ên AKP'ê bi kompoloyek nû ya navneteweyî li dijî Kurdan ketiye dewrê. Armanca sereke ya vê polîtîkaya şer jî tinekirina gelê Kurd e."

'LI ROJHILATA NAVÎN KURD MODELEKE NÛ DIAFIRÎNIN'

Başaran destnîşan kir ku êrîş tenê li Kurdistanê pêk nayê û got, li her devera Kurd lê ne, êrîş li Kurdan tê kirin. Başaran wiha bi mijarê daket: "Êrîş li destketiyên Kurdan tê kirin. Ji  ber Kurd li Rojhilata Navîn modeleke nû diafirînin, welatên dagirker dixwazin pêşî li vê modelê bigirin. Gelê Kurd ê berî 50 salan ji tinebûnê hebûn afirandin, niha li seranserê dinyayê aktorê sereke ye. Gelê Kurd li dijî hêzên dagirker têkoşîna navneteweyî dike. Dema ku em li polîtîkayên li dijî Kurdan ên weke dagirkirina Efrînê, planên li Îdlîbê, Minbicê, Babê, dagirkirina Kerkûkê û li Îranê êrîşên li dijî Kurdan dinêrin, dibînin ku polîtîkayên tinekirinê yên berî sed salan xwe nû dikin û di dewrê de ne. Bi van polîtîkayan dixwazin Kurdan bê îrade bikin û destketiyên wan ji holê rakin."

'DIVÊ KURD LI DIJÎ ÊRÎŞAN BIBIN YEK'

Başaran, bicihbûna leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê weke gavên ji bo dagirkirina temamiya Başûrê Kurdistanê bi nav kir û got, "Berî demekê hêzên Tirkiyeyê li gundên dibin kontrola PDK'ê de bi cih bûbûn. Ango Tirkiye dibêje, 'em ji bo xêra we hatine li vê derê bi cih bûne'.  Ev tiştekî pêkenok e. Ev yek jî polîtîkayek şer a desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ya li dijî Kurdan e. Em nabêjin bila têkiliya Başûr bi Tirkiyeyê re tinebe. Hemû hikumet û desthilatdarî dikarin têkiliyên xwe li gel cîranên xwe xurt bikin. Lê belê divê ev polîtîka ne li dijî destketiyên Kurdan bin. Li dijî hemû polîtîkayên li dijî Kurdan divê Kurd bibin yek û li ber êrîşan rabin."