Başaran: Em ê nehêlin ku HDP'ê bigirin

Alîkara Hevserokên HDP'ê Ayşe Acar Başaran got, "Li hemberî her ihtimalê em amade ne, lê belê çi dibe bila bibe em ê nehêlin ku HDP'ê bigirin. Li dijî her cûre êrişan em HDP'ê li ser piyan dihêlin."

Li hemberî doza ku Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn ji bo girtinê li Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) vekir, HDP'ê di 19'ê Nîsana 2022'an de parêznameya xwe ya ji 220 rûpelî pêşkêşî Dadgeha Destûra Bingehîn kir û li benda biryarê ye.

Alîkara Hevserokên HDP'ê Ayşe Acar Başaran li ser pêvajoya girtina partiya wan û êrişên 32 salan ên dewleta Tirk ên li ser tevgera siyasî ya Kurd ji ANF'ê re axivî.

Ayşe Acar Başaran anî ziman ku li Tirkiyeyê meşandina siyaseta demokmratîk bi serê xwe karekî gelekî zehmet e û got, "Eger hûn li ser xeteke siyasî bin a ku bersivê dide pêwîstiyên jin, ciwan û civakê, hingî hûn timî di hedefê de ne. Hikumet hatibin guhertin jî demokrasî ti carî bi cih nehate anîn. Dem bi dem ji hin aliyan ve pêşketin çêbû be jî her carê bi darbeyan sînor hate danîn. Lewma li Tirkiyeyê meşandina siyaseta demokratîk zehmet e. Tirkiye li tevahiya cîhanê ew welat e ku partiyên siyasî herî zêde lê tê girtin, zext tê kirin û siyasetmedar têne girtin û qetilkirin. Ji ber ku li Tirkiyeyê pirsgirêk ti carî nayên qebûlkirin. Bê qebûlkirin jî çareseriya wan nayê nîqaşkirin. Pirsgirêka Kurd sed sal in dewam dike. Ji xwe partiyên me yên hatin girtin jî nîşaneyeke wê yekê ye ku desthilatdariyan pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk çareser nekirine. Çawa ku siyaseta bêçareserîhiştina pirsgirêka Kurd neguherî, têkoşîna me jî neguherî. Biryardariya li ser têkoşînê ya partiyên em ji kevneşopiya wan hatin, neguherî. Ji ber ku pirsgirêkên li ser hebûn û zimanê Kurdan ji holê nehatin rakirin, kevneşopiya me ya têkoşînê jî dewam kir, dewam dike."

Ayşe Acar Başaran bi bîr xist ku desthialtdariyên beriya niha bi soza ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û bidawîkirina şer bûn hikumet, lê belê ti ji wan li ser soza xwe nesekinîn û got, "Ji ber ku şer û xwîn ji bo dewamkirina desthilatdariya wan du tiştên girîng bûn. Erdogan jî mîna yên beriya xwe dema ku nû bû desthilatdar soz da ku wê Tirkiyeyê demokratîk bike, pirsgirêka Kurd çareser bike û dawî li şer bîne. Lê belê demeke kurt piştî ku bû desthilatdar got, 'Pirsgirêka Kurd nîne'. Desthilatdariyên ku nekarîn vê pirsgirêkê çareser bikin, ji holê rabûn. Desthilatdariyên ku pirsgirêkea Kurd çareser nekirin, bi rêbazên şaş tevgeriyan niha nayên bîra kesî. Wextekê rêxistinên siyasî bi navê ANAP, DYP, DP û Partiya Refahê bûn. Niha yek jî li holê nîne, lê belê têkoşîna Kurdan dewam dike. Ev gel ji daxwazên xwe paşve gavê neavêje û mezin dibe. Her wiha ji bo demokrasiya Tirkiyeyê jî têdikoşe."

Alîkara Hevserokên HDP'ê bal kişand ser helwesta civakê ya li hemberî doza girtina partiya wan û got, "Bersiva herî xurt a ji roveja girtiya partiyê re hate dayin, li Newrozê bû. Yek ji Newrozên herî bi heybet ê dîrokê bû. Bi milyonan kesî got 'Em li vir in'. Dibe ku HDP'ê weke avahiyeke ku dikarin deriyê wê bigirin dibînin, lê belê HDP fikreke ku li Tirkiyeyê tê qebûlkirin, şûna xwe heye. Ji ber ku civak jî êdî ji polîtîkayên desthilatdariyê razî nîne. Her wiha meclîsên jinan ên partiya me bi dirûşma 'Na ji xizaniya jinan re' li bajaran geriyan û me li her derê dît ku HDP ji bo civakê hêviyeke mezin e. Lewma girtina HDP'ê wê bê wateya êrişa li ser hêviya civakê."

Ayşe Acar Başaran destnîşan kir ku ew ji her cûre îhtimalê re amade ne û got, "Lê belê çi dibe bila bibe em ê nehêlin ku HDP'ê bigirin. Li dijî van hemûyan em têdikoşin ku HDP'ê li ser piyan bihêlin. Bêguman amadekariyên me ji bo her ihtimalê hene. Gava ku dema xwe hat ew ê bi gel re bê nîqaşkirin û gavên pêwîst bêne avêtin."