Başaran: AKP tenduristiya gel dixe talûkeyê

Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran bi bîr xist ku cîhan li dijî vîrûsa koronayê li bergiriyên cuda yên têkoşînê digere, lê AKP li Kurdistanê dijminatiyê li Kurdan dike.

Hikûmeta AKP’ê di bin siya Koronavîrûsê de dest danî ser hin şaredariyên HDP'î. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûm û polîtîkayên li dijî dijminatiya Kurdan da û anî ziman ku li seranserî cîhanê têkoşîn li dijî felaketa vîrûsa koronayê tê kirin, lê AKP vê ji xwe re weke xêra xwedê dibîne û êrîşî dibe ser destketiyên Kurdan. 

'DIJMINAHIYA LI KURDAN BERDEWAM E'

Başaran da zanîn ku cîhan li dijî vîrûsa korona ku gefên mezin li mirovahiyê dixwe, li bergiriyên cuda yên têkoşînê digerin û wiha axivî: "Lê belê hikûmeta AKP’ê li dû hesabên cuda digere. Ji ber vê AKP’ê duh serê sibê şaredariyên me yên Êlih, Farqîn, Lîcê, Erxenî û Gêlê kirin dorpêçê û xesp kirin. Ji roja dest pê kê ya vê vîrûsê ve em dibêjin ku mirovahî dibin gefek mezin deye û em pêdiviyê bi piştevahiyê dibînin. Tenê piştevahiyê mirovahî dikarevê gefê derbas bike. Lê belê AKP li dewsa vê di dijminatiya li hemberî Kurdan de berdewam dike. AKP bi vê biryarê mirovahiyê dixe nava xeteriyek mezin û tenê desthilatdariya xwe difikirin. Ji derveyî xwe tu kesê nafikirin."

'AKP TENDURISTIYA GEL DIXE TALÛKEYÊ'

Başaran destnîşan kir ku ji roja destpêkê ya şewba korona heta roja îro bê navber şaredariyên HDP’ê xizmeta paqijiyê dike û wiha pê de çû: “Hemû şaredariyên HDP’ê ji bo vîrûs li gund, navçe û bajarên me belav nebe xizmeta paqijiyê dikin û bi gel re dibin alîkar. Mînaka vê yekê jî Şaredariya Êlihê ye. Kêlî kêlî ji bo tendirustiya gel dixebite. Lê mixabin îro rastî derbeyekê hate û hevşaredarên me hatin biçavkirin. Di dîmenan de jî hate xuyakirin ku kesên hatin şaredarî dorpêçkirin jî tu ewlehiya wan ya tendirustiyê tinebû. Bi awayek vekirî ez dikarim bibêjim AKP ne gel, ne jî polîs û xebatkarên xwe diparêze. AKP tenduristiya gel dixe talûkeyê. Hişmendiya desthildariyê tenê ez û ezîtîme.”

DEMA MIJAR KURD BE...

Başaran bilêv kir ku demek dirêje AKP polîtîkaya xwe ya dijminatiya li dijî Kurdan dimeşîne û wiha dom kir: "Vê yekê di 15’ê Tirmehê de û erd heja Xarpetê de jî xwe da der. Dema mijar dibe mijara Kurd, AKP hemû tişî datîne aliyekê û li ser vê polîtîka dimeşîne. Qaşo Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca berî niha bilêv kirîbû ku divê em hemû îdolojiya xwe bidina aliyekê û bi hevkariya hev li dijî koronavîrûsê bitêkoşîn. Ev hişmendî tenê xwe diparêze. Mixabin li Tirkiyeyê ev yek ne gengaze. Erdogan û wezîrê wî tenê tenduristiya xwe difikire û bi ti awayî tenduristiya gel nafikire. Em niha felaketê dijîn û ev felaketek mezin e. Mijara tevahiya cîhanê tenduristiya gelê wan e, lê mixabin ev yek li welatê me ne gengaz e.  Eger îro siyaset danîban aliyekê îro şaredariyên gel xesp nedikirin û bi hezaran dîl ne digirtîgehê de bûn. Îran weke dewletek otorîter tê nasîn, îro girtiyên siyasî jî di nav de hezaran girtî serbest berdan. Lê belê li Tirkiyeyê dema mijar dibe Kurd, desthilatdar tiştekê nafirire û êrîşî li ser Kurdan dike. AKP li gorî netewperestiyê siyaseta xwe birêve dibe. Durutiya AKP’ê xwe di tayînkirina qeyûm û koronavîrûstê de carek din xwe eşkere kir. Hevalên me yên îro hatin binçavkirin jî hemû pirsgirêkên wan yên tenduristiyê hene. Tu kes nikare xizmetkarên vî gelî suçdar bike. Me hemûyan di raporên sayîştayê, bi gelge û wêneyan de dîtin ku îro kî suç dare. Suçdarê herî mezin AKP û hevkarê wan MHP ye."

'LI KURDISTANÊ TEVDÎR NAYÊN GIRTIN'

Başaran diyar kir ku AKP li Kurdistanê ti tevdîr negirtiye û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Dema em li Kurdistanê dinêrin ti ewlehî û tevdîr nehatine girtin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku hatiye xespkirin ti xizmetê nake ji bo gelê Amedê. Ji roja ewil heta roja îro tevahiya cîhanê xizmeta Şaredariya Êlihê dibîne û çawan bi neşmî tevdigere. Tirkiye jiyana Kurdan nafikire. Ji xwe kesên di van rojên felaketê de şaredariyên gel xesp bikin wê ji xwe ti tenduristiya gel jî nefikire. Tirkiye dixwaze ev şewba korona di nava Kurdan de belav bibe û ji bo vê yekê jî li Kurdistanê ti tevdîr negirtine. Em vê yekê bidin aliyekê jî lê Tirkiye gelê xwe jî nafikire. Bila hikûmet baş bizane eger îro li Kurdistanê jî tevdîr negere û nexweşa tedawî neke wê sibê ev nexweşî li herderê Tirkiyeyê jî belav bibe. Bi vê himendiyê AKP dijminatiya di nava gelan de jî pêşdixe. Îro li nexweşxaneyan meske û lepik nadin kedkarên tenduristiyê jî. Hişmendiyek ewqas qirêje ku li kedarên tenduristiyê jî nanêre."